AMED - Serokê Baroya Amedê yê berê Tahir Elçî di salvegera qetilkirina xwe de li ber Mînareya Çarling hate bibîranîn. Serokê Baroya Amedê Nahît Eren diyar kir ku destê tetîk digirt di tariyê de hatiye hiştin. Serokê TBB’ê Erînç Sagkan jî wiha got: “Ne 8 sal 80 sal jî derbas bibin em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin.”
Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî, di 28’ê mijdara sala 2015’an de li ber Mînareya Çarling a li Sûr a Amedê hate qetilkirin. Elçî, di 8’emîn salvegera qetilkirina xwe de hat bibîranîn. Malbata Tahir Elçî, Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Tulay Hatîmogûllari, Serokê Yekitiya Baroyan a Tirkiyeyê (TTB) Erînç Sagkan, Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarê (CHP) yê berê Kemal Kiliçdaroglû û hevjîna wî Selvî Kiliçdaroglû, Seroka CHP’a Stenbolê ya berê Canan Kaftancioglû û parlamenter, serokên baroyan û gelek parastvanên mafên mirovan li pêşiya Edliyeya Amedê hatin gel hev û bi pankarta “Em te ji bîr nakin” heta ber Mînareya Çarling meşiyan.
Di meşê de dirûşmên “Şehîd namirin” û “Tahir Elçî nemir e” hatin berzkirin. Piştî meşê jî daxuyanî hate dayîn. Di merasîma bîranînê de strana Ahmet Kaya a “Diyarbakir” hate vekirin û gotinên Elçî yên dawî hatin guhdarîkirin.
GOTINÊN ELÇÎ YÊN DAWÎ
Axaftina Elçî ya dawî wiha bû: “ (…)Mînareya Çarling ku herî zêde li gel navê Amedê tê bilêvkirin û remza vî bajarî ye, mixabin du roj berê li lingên wê hatiye xistin. Weke ku hûn di lolîpopên di destên hevalên me de jî dibînin, em wiha dibêjin; Mînareya Çarling a dîrokî ji mirovahiyê re dibêje, ‘ji lingên min li min xistin, min çi şer çi karesat dîtin lê xiyaneteke wiha nedît.’ …” Piştî guhdarîkirina axaftina Elçî, deqeyek rêz hate girtin.
'DESTÊ LI SER TETÎKÊ DI TARIYÊ DE HATE HIŞTIN’
Serokê Baroya Amedê Nahît Eren di axaftina xwe de got ku girseya her sal di 28’ê mijdarê de kom dibe careke din nîşan dide bê ka Elçî kesayetekî çiqas binirx û hêja bû û wiha got: “Ev hevgirtin, tevî tacîza darazê, biryardarî û wêrektiya kesên jiyanê diparêzin e. Em xemgînin ku me hêj nekariye welatekî ku mafên mirovan hatine cîbicîkirin, pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk hatiye çareserkirina ava bikin. Bi ser qetilkirina Elçî re 8 sal derbas bûn lê hêj jî faîl nehatine cezakirin û edalet pêk nehat. Destên li ser tetîkê di tariyê de hatin hiştin. Cînayeta Tahir Elçî, opeasyoneke siyasî ya kesên dixwestin bingeha pêvajoya tarî ya di sala 2015’an de hatiye destpêkirin bû. Lewma divê ev cînayet ji her alî ve bê ronîkirin. Tu cînayetên dewlet nikare ronî bike nînin. Cînayetên ku dewlet ronî nake hene.”
Bi domdarî Eren got ku tevî sozên hatine dayîn jî cînayeta Elçî nehatiye ronîkirin û wiha pê de çû: “Tevî vê derhiqûqtiyê jî bi îdianameyeke kêm pêvajoyeke teqîbatê ya 5 salan dan destpêkirin. Sibe dê 9’emîn danişîna dozê bê lidarxistin. Mixabin di van 8 rûniştinan de tu pêşketinên girîng çênebûn. Daxwazên me yên ji bo beriya cînayetê û piştî cînayetê biisrar hatin redkirin. Banga me ew e ku ev cînayete bê ronîkirin. Îradeya siyasî helwestekî çawa nîşan bide jî dê îradeya me ya ji bo ronîkirina cînayetê bidome. Em ê te tu caran ji bîr nekin.”
TURKAN ELÇÎ: EM Ê ROJ BI ROJ ZÊDE BIBIN
Hevjîna Tahir Elçî, Turkan Elçî jî di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Silav ji bo wan kesên her sal li ber vê mînareyê dilê wan ji bo mirovahî, xwişk-biratî û edaletê lê dide. Weke hemwelatiyên vî welatî em ji bo mafê xwe û edaletê li vir in. Yên ku pacên me bêronahî hiştin, yên ku hewl didin vê zilma li me hatiye kirin bi me bidin jibîrkirin, yên ku ji xerabiya xwe şerm nakin divê hûn bizanin ku sal jî ser re derbas bibin, êşa me weke roja ewil e. Bizanin ku hevdîtinên li ber lingên mînareyê roj bi roj dê zêdetir bibin. Em dibêjin ‘mafê jiyanê pîroz e, mafê jiyanê pîroz e’ û dê her wisa bibêjin.”
‘ME HATIN EDALETÊ BIXWAZIN’
Hevjîna Tahîr Elçî Turkan Elçî bi gotina “Em li cihekî ku saeta me ya destan şikestiye û dem rawestiyaye de ne” dest bi axaftina xwe kir. Elçî got ku silav ji kesên ku her sal di bin vê minareyê de ji bo mirovahî, biratî û edaletê radiwestin û wiha got: “Em ji ber hemwelatîbûn û mirovbûna vî welatî hatine ku mafê xwe û edaletê bixwazin.”
‘EM Ê ROJ BI ROJ ZÊDE BIBIN’
Elçî, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Mixabin, wext hînî me kir ku di tarîtiya welatekî de ronahî çi ye. Vê kolanê fêrî me kir ku kevnar tên parastin û dehlîz tarî ne. Vê kolanê fêrî me kir ku çawa bîranîna çandî, civakî û dîrokî ya hezaran salan a bajarê me bi destê şer hatiye şewitandin û wêrankirin. Yên ku pencereyên me bêronî dihêlin û yên ku dixwazin zilma ku hatiye jiyandin ji me bidin ji bîr bikin, bila bizanin ku sal derbas bibin jî dê hevdîtinên di bin lingên vê minareyê de roj bi roj me zêdetir bikin. Yên ku mîna masiyan me bêdeng dikin, bila bizanin ku em, yên ku li edaletê digerin û êşê dikişînin, deryayeke me ya berfireh heye ku em bi şev û roj tê de avjeniyê dikin. Xewna me ya cîhanek bê tundî heye. Ji bo ku em ji êş, zulm, neheqî û bêhiqûqiyê re bibêjin ‘bes’, ji dûr ve dengek ji me re dibêje 'em şerê çekdarî naxwazin'. Em bi mîlyonan dengan bi gotina ‘bimre şer' bersivê didin vî dengî. Em dibêjin mafê jiyanê pîroz e û em ê vê jî bidomînin.”
‘RÛREŞÎ Û ŞER YA DARAZÊ YE’
Serokê TBB'ê Erînç Sagkan jî anî ziman ku ev 8 sal in li vê kolanê ne. Sagkan, destnîşan kir ku ew 8 sal in li ber Mînareya Çarling in ku Elçî ji bo parastina mîrateyên dîrokî û çandî lê jiyana xwe ji dest da û wiha got: “Ev 8 sal in her cara ku têm vê derê şerm, li tevahiya laşê min belav dibe. Divê ev şerm ne ya min be. Ev rûreşî û şerma wan kesan be ku bi zanebûn û dilxwazî kuştineke li ber kamerayan ronî nekirine. Ez ji xwe dipirsim û dibêjim gelo ez bi qasî tê xwestin têkoşiyam e? Serokê baroyeke me li vir li ber kamerayan hate qetilkirin, gelo me her tişt kir? Divê ew kesên ku 5 sal in qaşo darizandinê dikin azaba wijdanê bikişînin. Ev bû 8 sal em hêj nikarin şînê bigirin û nikarin ji bo bîranînê bên vê derê. Ji bo bîranînê divê rastiya madî derkeve holê. Ji bo bîranînê divê faîl bên cezakirin. Ji bo ku bizanin em ê dev jê bernedin, em tên vir. Di bin navê darizandinê de hewl bidin pêvajoyê dirêj bikin. Lê çi bikin jî em dev jê bernadin. Em li vir in, ne 8 sal lê 80 sal jî derbas bibin, heta hemû bepirsyar tên eşkerekirin û cezakirin dê têkoşîna me bidome.”
Piştî axaftinan, beşdaran qurnefîl danîn ber Mînareya Çarling û bîranîn bi dawî bû.