ÎZMÎR - ÎHD’ê ragihand ku girtî Mûhlîse Karaguzel tevî ku 3 caran krîza dil derbas kiriye, di Girtîgeha Tîpa R ya Menemenê de, di qawîşa yekkesî de tê ragirtin.
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê rapora xwe ya ku 2 hefteyan carekê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, li pêşiya Sumerbanka Kevin a li Konakê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Girtiyên nexweş dimirin, bêdeng nemîne, nebe şirîkê sûc” hate vekirin. Serokê Weqfa Aştiyê Hakan Tahmaz û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) tev li daxuyaniyê bûn. Kurdiya daxuyaniyê ji aliyê Hevseroka ÎHD'ê Zîlan Gumuşê ve, tirkiya daxuyaniyê jî ji aliyê yek ji rêveberê ÎHD’ê Denîz Bayrak ve hate xwendin. Di daxuyaniya vê hefteyê de ser rewşa girtiya nexweş Mûhlîse Karaguzel a li Girtîgeha Tîpa R ya Menemenê tê ragirtin hat sekinîn.
Di daxuyaniyê de ser polîtîkayên zextê yên li ser jinê hat sekinîn û ev tişt hatin gotin: “Îro 25'ê Mijdarê ye. Îro em li vê qadê kom bûn û ji tundiya li ser jinê re dibêjin ‘raweste’. Li ser van axan tundiya li ser jinê her tim hebû. Mixabin li van axên ku erdnîgariya qirkirinê ne, di qirkirinên 1915 û 1938’an de gelek jin hatin qetilkirin û gorên gelek ji wan hêj jî nehatine dîtin.
TUNDIYA FEODAL A SERDEST
Jin di hemû qadên jiyanê de rastî tundiyê hatine. Şîdeta pergala feodal a serdest a mêr li ser jinê di malbat, dibistan, mal, kolan, girtîgeh û serdegirtina gundan, daxuyaniyên çapemeniyê de, bi kurtasî, li her derê tê kirin. Îro di 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Cîhanê de em ê li ser girtîgehên ku herî zêde tundî lê tê kirin, nîqaş bikin. Herî zêde girtiyên jin ên nexweş li girtîgehan rastî binpêkirinên mafan tên.
RAPORÊN BINAKOK ÊN ATK’Ê
Yek ji van girtiyên jin ên nexweş jî Mûhlîse Karaguzel e. Karagûzel a 60 salî ji Girtîgeha Bunyan a Kayseriyê sirgûnî Girtîgeha Tîpa R a Menemenê hate kirin. Gelek caran hat girtin û herî dawî jî 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn. Karagûzela ku di girtîgehê de 3 caran qrîza dil derbas kir, nexweşiya wê ya dil, şekir, tansiyon û bêhçikînê heye. Şert û mercên girtîgehê yên ku rûmeta mirovahiyê binpê dike, nexweşiyên Karagûzelê derdixe holê û êşên giran li wê dide kişandin. ATK'a Kayseriyê rapora ji sedî 90 ya ku nikare di girtîgehê de bimîne da, lêbelê ATK'a Stenbolê jî rapora ku dikare di girtîgehê de bimîne daye. Di van raporên ATK'ê yên binakok de mixabin girtiyên li girtîgehan mehkûmî mirinê tên kirin.
NÊZÎKATÎ SİYASÎ YE
Keça Mûhlîse Karaguzel a ku 2 hefte berê çûbû dîtina diya xwe ev agahî da me, ‘Ez jinek ku li ser rêyên girtîgehê mezin bûme û diya min gelek caran dihat girtin. Herî dawî tevî gelek nexweşî û temenê wê yê mezin jî 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn. Nêzîkatiya dewletê ya li hemberî me siyasî ye. Dayika min li dijî rûmeta mirovahiyê, di bin navê rehabîlîtasyonê de di qawîşa yekkesî de tê ragirtin. Mafê tenduristiyê ku yek ji mafên herî bingehîn e, ji dayika min hatiye girtin. Gelek girtiyên nexweş di girtîgehan de jiyana xwe ji dest didin. Em naxwazin xizmên xwe yên di girtîgehan de winda bikin’. Girtiyên nexweş di girtîgehan de di nav şert û mercên ku ne li gorî rûmeta mirovahiyê ne de tên ragirtin. Mafê tenduristiyê û mafê jiyanê ji destê wan tê girtin. Em bang li rayedaran dikin ku di serî de Mûhlîse Karaguzel û hemû girtiyên nexweş, demildest werin berdan. Mirinên li girtîgehan bisekininin girtiyên nexweş serbest berdin.”