AMED - Li Farqînê avahiyên dîrokî ku nûnertiya dîroka bajêr dikin, bi tunebûnê re rû bi rû ne. Avahiyên dîrokî bûne cihê tiryakkêşan.
Navçeya Farqîn a Amedê ku xwedî dîrokeke kevnar e, li gor gelek çavkaniyan wekî Tigranocerta, Martîropolîs, Yustîniyanpolîs, Farqîn, Meyafarqîn, Silîvan hwd. hatiye binavkirin û di dîrokê de gelek caran hatiye dagirkirin. Farqîn, di navbera Amed û Êlihê de dimîne û li quntara Çiyayê Elbatê hatiye avakirin. Derdora bajêr bi kelehekê hatiye girtin. Ji Rojavayê bajêr Amed û navçeya Hezroyê, ji başûr navçeya Bismil, ji Bakûr navçeyên Licê û Pasûrê, ji rojhilat ve jî bajarê Êlihê cîranên Farqînê ne. Niha bi giştî 75 gund û 82 mezrik li ser Farqînê ne û nava bajêr bi xwe ji 11 taxan pêk tê.
Farqîn, bi avahî, qesr, birc û kaniyên xwe dîroka xwe nîşan dide û ji bo dîrokê dibe rohaniyek. Lê mixabin ji ber sedemên şer, pevçûn, polîtîkayên hikûmetê û di vê dawiyê de jî polîtîkayên qeyûman dîroka Farqînê ber bi tunebûnê ve diçe. Gelek avahî, qesr, birc û kanî ku nûnertiya dîroka bajêr dikin, ji hêla rayedaran ve nehatine şopandin, restorekirin û parastin.
Ji vê bircê re dibêjin “Birca Aslanli Eyyûbî” û li Taxa Mescîdê ya Farqînê ye. Dema desthilatdariya Farqînê di destê Eyyûbiyan de bûye hatiye çêkirin. Li ser bircê wêneyê şêr û piling, di nava şêr û piling de tav û di hindirê tavê de jî suretê mirovekî heye. Din bin van wêneyan de “Emîr Melîk Ewhad Necmedîn” hatiye nivîsandin. Li jêra bircê Deriyê Kolfayê heye. Ev birc, ji ber ku li ser rê ye hatiye parastin û nêrîn. Lê berdewamiya bircê bi xetereya tunebûne re rû bi rû ye. Ji ber ku pişta rê dimîne, restorasyona lê hatiye kirin kêm maye û niha jî heke lê neyê nêrîn dê zirareke mezin bibîne.
Ji vê kaniyê re dibêjin “Kaniya Dergeh” ku di bin Deriyê Avê de dimîne û li Taxa Selahattin ya Farqînê ye. Dema kervan an jî rêwî tên Farqînê li ser “Kaniya Dergeh” avê vedixwin, bêhna xwe didin û dû re jî di Deriyê Avê re derbasî bajêr dibin. Lewma ji vê kaniyê re dibêjin ‘Kaniya Dergeh”. Di vê rêzê de nêzî 8 kanî ku ji dewleta kurdan a Merwaniyan maye, hene. Li gor çavkaniyan, ava bajêr ji hêla Dewleta Mervaniyan ve hatiye kişandin. Niha jî ev kanî, bêxwedî hatiye hiştin û tu xebat ku derbikeve pêşçav, nehatiye kirin. Derdorên kaniyê tev gilêş e û ava ku tê kaniyê jî hatiye birîn.
Ji vê mizgeftê re dibêjin “Mizgefta Sînemayê” an jî “Mizgefta Belediyê”. Ev der berê Dêra Surp Stephanos a ku di sala 1892'an de li Farqînê ji aliyê Civaka Ermeniyan ve hatiye çêkirin e. Piştî fermana ermeniyan ya di salên 1914-15’an de, ermen ji bajêr derketin û dêr ji hêla rayedaran ve weke sînemaya bajêr hat bikaranîn. Bi navê Dêra Keldaniyan jî tê zanîn. Dêra ku heta van demên dawî jî weke sînemaya bajêr dihat bikaranîn, di sala 1992'an de ji aliyê şaredariyê ve veguherandin mizgeftê û navê wê kirin “Mizgefta Belediyê”. Mizgeft, di erdheja 6’ê sibatê ku navenda wê Bazarcixa Mereşê bû, zirar dît û şaredariyê jî mizgeft girt. Ji erdhejê ve mizgeft girtiye û tu lênihêrîn lê nehatiye kirin.
Birca Zembîlfiroş. Li Kurdistanê kesek nîn e ku çîroka Zembîlfiroş û Xatûna Farqînê nezane. Zembîlfiroş, ji bo ku xwe ji Xatûnê xelas bike, xwe ji vê bircê de diavêje û jiyana xwe ji dest dide. Di nava hemû kurdan de çîroka Zembîlfiroş û Xatûnê xwedî cihekî taybet e. Birca Zembîlfiroş jî weke berhemên din ên dîrokî yên Farqînê nehatiye restorekirin û roj bi roj ber bi tunebûnê ve diçe. Hin cihên bircê hilweşiyane û hin cih jî dike ku hilweşe.
Li vir hem Birca Zembîlfiroş û hem jî Qesra Merwaniyan ku hezar sal berê ji hêla Nasûr-ûl Dewle Ehmed bîn Merwan ku 51 salan li Farqînê hikûmdariyê dike, hatiye çêkirin. Dema ku mirov diçe li ser bircên vê qesrê tevahiya Farqînê xuya dike. Gava Mogol êrîşî Farqînê dikin, vê qesrê jî xera dikin. Di restorasyonan de derbas bûye, lê niha weke xerabeyekê, kavilekê maye. Tu rayedar an jî sazî, ji bo ku van avahiyên dîrokî biparêze di nava hewldanan de nîne.
Di vî wêneyî de birca ku diyar dike, Birca Merwaniyan e. Kîtabeyek û motîvên şêr û piling li ser vê bircê jî hene. Li gor çavkaniyan di êrîşa Mogolan de ku di navbera 1258-60’an de nêzî 2 salan bajêr dagir dikin, lê dikin û nakin nikarin Farqînê bi dest bixin. Li vê bircê ku pişt Deriyê Kolfayê de ye, berxwedanek mezin tê kirin. Biraziyê Silhedînê Eyûbî, ji gel re dibêje ku ‘Em ê li dijî van êrîşan şer bikin, em cong nadanin û em ê ber xwe bidin’. Li ber Deriyê Kolfayê hendekeke mezin dikolin û bi qasî sal û nîv û du salan berxwedaneke mezin dikin.
Di vê qesra ku xuya dike re jî dibêjin “Qesra Mala Kilavûzan”. Lê hin çavkaniyan de jî weke “Qesra Çello” tê gotin. Tê gotin ku ev der mala ermeniyekê bûye û piştî çûyîna ermeniyan ya ji bajêr, mala Kilavûzan di vir de jiyane û lewma jê re dibêjin “Qesra Qilavûzan”. Ev der jî weke avahiyên din bi xetereya tunebûnê re rû bi rû ye. Dîroka Farqînê ku di nava van avahiyan de tê hewandin, her ku diçe winda dibe.
Ji vê qesrê re jî dibêjin “Qesra Mala Ezîza” û li Taxa Mescîdê ya navçeya Farqînê ye. Dema 2016’an li Farqînê qedexeya derketina kolanan tê ragihandin, ev qers weke karargaha leşkeriyê tê bikaranîn. Ji ber vê yekê jî gelek zirar dibîne û piştî valakirinê jî tu lênihêrîn lê nayê kirin. Hêj jî torbeyên xîz ên leşkeran ku ji bo çeper tên bikaranîn di nava qesrê de ne û nehatine paqijkirin. Her wiha ev qesr bûye cihê kesên tiryakê dikşînin. Di nava qesrê de gelek cih hatine kolan û diwarên wê ji ber pêxistina agir reş bûne.
Ji vê qesrê re jî dibêjin “Qesra Ziya Beg”. Gava Mehdî Zana û Leyla Zana li Farqînê bûn, di vir de jiyan e. Lewma Farqînî jê re dibêjin “Mala Mehdî Zana”. Di nava hemû avahiyan de ya herî xerabe ev xuya dike. Derdorên wê rêzeavahî ne û di nava van avahiyên nûjen de bi tunebûnê re hatiye hiştin.
Ji vêderê re jî dibêjin “Qesra Mala Elî Axa”. Tê zanîn ku di salên 1800’an de ev der qesra Elî Axa bûye. Qesra Mala Elî Axa bi Bircên Farqînê re hatiye çêkirin û aliyek qesrê ji bircan pêk tê. Yek ji avahiyên herî bixetere ev qesre ku heta niha bi gelek kêm kar û barên restorasyonê lê hatine kirin. Ev der jî weke avahiyên din ji bo dîroka Farqînê gelek girîng e û ber bi tunebûnê ve diçe.
Ji vê qesrî re jî dibêjin “Qesra Sadiq Beg”, lê gelê Farqînê piranî jê re dibêje “Mala Ustunan”. Di nava avahiyên dîrokî yên Farqînê de ku ber bi tunebûnê ve diçin ya herî rewşa wê baş ev qesr e. Qesr ji aliyê xwediyên wê ve baş hatiye mihefezekirin, lê ev der jî heke neyê restore kirin dê bi weke avahiyên din heman qederê bijî.
Mijareke din jî ew e ku hema bibêje li ser hemû avahiyên dîrokî bi rengên cuda nivîs hatine nivîsandin. Ev kiryar ji bo avahiyên dîrokî û dîroka bajêr dibe sedema dîmeneke kirêt û heta niha ji hêla şaredarî an jî rayedaran ve tu xebatên ji bo paqijkirina van nivîsan jî nehatiye kirin. Gelek kesên ji bo geştê tên bajêr ji van nivîsan nerazîne û hinek nivîs jî, ji hêla geştyaran ve hatine nivîsandin. Divê di vê mijarê de jî xebatên rêk û pêk bê meşandin.
MA / Bazîd Evren