DÊRSIM - Jinên dêrsimî bal kişandin ku ji sala 1938’an ve polîtîkayên şerê taybet didomin û ji bo meşa ku dê di 25’ê mijdarê de li dar bixin, banga tevlibûnê kirin.
Li Dêrsimê, jinên ku di çarçoveya Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ya Navnetewî de xebatan dimeşînin, ji bo meşa ku dê di 25’ê mijdarê de li dar bixin banga tevlibûnê kirin. Jin dê di 25’ê Mijdarê de ji bilî pêşengeha wêneyan, panel, aktîvîteya îmzeyê ya ji bo Gulistan Dokû dê ji Kolana Hunerê heta Qada Seyît riza meşekê li dar bixin.
LI DÊRSIMÊ TUNDÎ ZÊDE BÛ
Endama Platforma Jinan a Dêrsimê Raîfe Yilmaz, bal kişand ku li bajêr bûyerên tundiya li ser jinê zêde bûne û wiha got: “Li vir bi awayekî zêde bûyerên tundiya psîkolojîk, fizîkî û aborî pêk tên. Sedemên wan jî ji bajarên din cuda nînin. Ev jî ji ber pêkanînên dewleta mêr çêdibin. Di salên dawî de bi awayekî cidî bûyerên tundiya li ser jinê û îstîsmar zêde bûne. Bi taybetî têkildarî tundiya di nava malbatê de mobîng û tacîza li cihên kar serlêdan çêdibin. Bûyerên tacîz û tundiyê yên di salên dawî de bi serê hevalên me yên jin ên li zanîngehan tên hene.”
‘BI RÊXISTINBÛNÊ RE TÊKOŞÎNÊ DIDOMÎNIN’
Yilmaz, diyar kir ku encamên gelek bûyerên civakî weke “tundiyê” bandorê li jinan dike û wiha berdewam kir: “Weke tundiya psîkolojîk, aborî û xizaniyê bi paş ve vedigere. Em dixwazin di vê 25’ê Mijdarê de caeke din serhildana xwe û têkoşîna xwe bilind û mezin bikin. Em jinên ku civakê ava dikin di 25’ê Mijdarê de vedixwînin Kolana Hunerê. Em di 25’ê Mijdarê de li dijî newekheviyê, xizaniyê, şer û mêtîngeriyê û tundiya mêr saet di 12.30’an de li Kolana Hunerê bicivin.”
‘EM LI DIJÎ ŞERÊ TAYBET LI QADAN BIN’
Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a Dêrsimê Eylem Yamaç jî wiha got: “Ji bo ku em pêşiyê li tundiyê bigirin, bang li hemû jinan dikin, em bi hev re li her derê ne û em ê li her derê bibin. Weke li her derê Kurdistanê li Dêrsimê jî polîtîkayên şerê taybet berdewam dikin. Bi taybetî jinên ciwan dibin hedefa polîtîkayên şerê taybet. Ji bo ku em ji vê re bibêjin bes e em li qadan bin.”
Endama HEDEP’ê Nazli Çelîk Oz, dîroka têkoşer a Dêrsimê destnîşan kir û wiha got: “Divê bi vî ruhî jin derkevin qadan. Em li bajarê Aysel Dogana ne, mezinkirina ronahiya hevalên me yên dîroka me ronî dikin me serbilind dike.”
‘JI SALA 1938’AN VE QIRQIRIN DIDOME’
Oz, a got ku “Axaftina bi zimanê vê axê bi rastî jî girîng e” wiha berdewam kir: “Zimanê me yê dayikê zaravayê kirmanckî ye lê rastiyeke ku ziman bi qirkirinê re rûbirû maye heye. Polîtîkayên şerê taybet û qirkirin ji sala 1938’an ve berdewam dike. Di pergala serweriya zilam de kevneşopiyeke naguhere heye. Hewldanên tecawizê hene. Jinên çeleng ên Dêrsimê Besê, Zarîfe û hemû peyhatiyên wan li dijî vê yekê xwe di kendalan de avêtin û seknek nîşan dan. Em jî dê li dijî şerê taybet dengê xwe bilind bikin.”
Oz, diyar kir ku ala jinên têkoşer û pêşeng hildigirin û got: “Hêrsa me ye mezin e. Ji bo vê têkoşîneke mezin tê dayîn lê divê zêdetir bê dayîn. Pêvajo ji bo jinan bi rastî jî zor e. Pêdiviya vê hawîrdorê demildest bi aştiyê heye. Ji bo jinan bi taybetî divê hewayekî aştiyê were afirandin. Bi taybetî ji bo jinan divê atmosfereke aştiyê were avakirin. Mixabin li Dêrsimê serdestiyeke derûnî ya ku şer derxistiye holê heye.” Oz, diyar kir ku li bajarê Dêrsimê ku her derê wê bi mobeseyan tê şopandin, balkêş e ku têkildarî aqûbeta Gulistan Dokû geşedanek çênabe û wiha lê zêde kir: “Ji bo ku pêşiyê li windakirinên wiha bigirin divê rêxistinkirina jinan bi hêz be.” Oz, bang li jinan kir ku di 25’ê mijdarê de li qadan bin.
MA / Eylem Akdag