NAVENDA NÛÇEYAN - Yek ji fermandarên YJŞ'ê Nûda Bêrîvanê diyar kir ku jin li dijî tundiya mêrserweriyê xwe bi rêxistin dikin û parastina xwe ya leşkerî mezin dikin û wiha got: "Pergala serdest têkçûyina xwe di rizgariya jina azad de dibîne. Ji ber wê heya ji destê wan tê jinên birêxistinkirî hedef digirin. Lê me xwe îspat kiriye. Çimkî em li dora felsefeya 'Jin Jiyan Azadî' mezin dibin."
Di 3’yê tebaxa 2014’an de pêşmergeyên PDK´ê bêyî ku guleyekê biteqînin ji Şengalê reviyan û xelkê Şengalê bi hovitiya DAIŞ’ê re rû bi rû hiştin. Di encama vê êrişa hovane de bi hezaran kes hatin kuştin û jin û zarok jî di nav de bi hezaran kes hatin revandin û gelek ji wan jî ji cih û warê xwe koç bûn. Civaka êzdî ya ku di dîroka xwe de rastî fermana 74'emîn hat, rastî qirkirineke mezin hat. Lê piştî fermanê civaka êzdî xwe ji nû ve ava kir. Bi pêşengiya Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, hêza Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) hatin avakirin.
Ev hêz, di rizgarkirina Şengalê de di warê parastina civaka êzidî de xwedî roleke sereke û diyarker bûn. Li Şengalê ku beriya fermanê jin tune dihat hesibandin û wekî îrade nedihatin dîtin, piştî fermanê gelek jinên ku rastî tundiyê dihatin, tune dihatin hesabindin û ji destê DAIŞ'ê hatin rizgakirin di nava hêza jinan YJŞ'ê de cihê xwe girtin. Bi avakirina YJŞ'ê re jinan di her qadên civakê de cihê xwe girtin û xwe birêxistin kirin. Hêza YJŞ'ê ya ku niha di warê rizgarkirina jinên êzdî yên di destê DAIŞ'ê de pêşengiyê dike, li dijî civaka mêrserwer jî li ber xwe dide.
Fermandar Nûda Bêrîvanê ku di sala 2014'an de tev li nava refên YJŞ'ê bûye, der barê êrişên li ser jinan, berxwedana YJŞ'ê û jiyana ku li Şengalê hatiye avakirin ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.
'BERIYA FERMANÊ ME NASNAMEYA XWE NAS NEDIKIR'
Nûda Bêrîvanê diyar kir ku beriya fermanê ew di bin serdestiya hişmendiya mêr de bûn û wiha axivî: "Di salan 2014'an de dema ku ferman çêbû, em bi xwe jî jê bandor bûn. Vê fermanê di heman demê de, di me de hestiyariyek ava kir û bû sedem ku em tev li YJŞ'ê bibin. Naskirina me ya rêxistinê nebû. Lê piştî ku em tev lê bûn hîn zêdetir xwenaskirin çêbû û di vê tevlêbûnê de me dijminê xwe jî baş nas kir. Bi vê haya me ji hêza me çêbû û me dît ku em çiqasî bi hêz in. Tevlêbûna min a YJŞ'ê li ser vî esasî çêbû. Beriya ku em tev lê nebûn jiyaneke gelek ji rêzê hebû. Di nava civakê de naskirina hebûna jinê tune bû. Jinan bi rihet nedikarî biaxivin û nêrînên xwe bînin ziman. Em her tim di bin desthilatdariya bav û bira de bûn. Me tu carî hebûna xwe nedît û me weke hebûn li xwe mêze nedikir. Civakê ev li me dabû ferzkirin û di me de ev çêbûbû. Heta ku me bi rihetî nedikarî biaxive û bi rihetî fikrê xwe bîne ziman. Lê piştî ku em tev li YJŞ'ê bûn hîn zêdetir me xwe nas kir û di her milî de me xwe perwerde kir. Heta roja me ya îro jî civak bi pergala ku mêran daye avakirin tê birêvebirin. Me xwest ku bi tevlêbûna xwe nîşan bidin ku di nava vê civakê de hebûneke jinê jî heye. Hedefa me ew e ku, em ew jinên ku niha di nava pergalê de dijîn karibin rizgar bikin û xelas bikin."
'DIVÊ EM LI DIJÎ ŞERÊ TAYBET BIBIN MERTAL'
Bêrîvanê bi lêv kir ku li dijî pişavtinê û qirkirina çanda civakî tekoşîneke cewherî pêwîst e û wiha got: "Mirov dema ku tev lê dibe nû rastiya heyî ferq dike û ji nêz ve dibîne. Heta ku mirov tev lê nebe mirov wê rastiyê nabîne û xwegihandina wê rastiyê jî pir zehmet dibe. Em dixwazin ku vê rastiyê nîşanî jinan û ciwanan bidin. Em nîşan bidin ku bi xwe bawer bin û îradeya xwe ava bikin. Civaka ku em tê de mezin bûne baweriya wê çand û hûnera wê ya heyî ji dîrokê heta niha rastî qirkirinê hatiye. Her carê hatiye xwestin ku ji wan bê jibirkîrin. Her tim polîtîkayên çewisandinê hatine meşandin. Divê li dijî şerê taybet ê ku li dijî hebûna me, çanda me û nasnameya me tê meşandin, em bibin mertal û nehêlin ku ev çanda me ya qedîm a kevnare bê jibîrkirin. Divê em jin nehêlin ku ev çanda me bê windakirin. Divê em parastina xwe di nava civakê de jî bidin avakirin da ku neyê windakirin."
RIZGARKIRINA JINÊN ÊZIDÎ YÊN DI DESTÊ DAIŞ'Ê DE
Fermandar Bêrîvanê da zanîn ku erka wan a herî sereke ew e ku jinên ku di destê DAIŞ'ê de ne rizgar bikin û wiha domand: "Heta niha bi hezaran jin ji destê DAIŞ'ê hatin rizgarkirin. Yê ku di destê wan de mane jî hene. Em bibiryar in ku em hemû jinan rizgar bikin. Hemû hewldan û tekoşîna me ew e ku jinên êzidî yên di destê DAIŞ'ê de rizgar bikin. Ji bo ku ev jin weke berê di nava civaka xwe de bijîn, em di nav hewldanê de ne. Em ê tekoşîna xwe xurttir bikin ku yek jinekê jî di destê DAIŞ'ê de nehêlin. Dema ku em jinên di destê DAIŞ'ê de rizgar dikin hîseke pir cuda li me peyde dibe. Rizgarkirina wan jinan û dubare vegera wan a li ser xaka xwe, moraleke pir mezin dide me. Ev jin dema ku tên rizgarkirin jî em dixwazin ku di milê çandî de, perwerdekirinê û di hêla derûniyê de ji wan re bibin alîkar. Dixwazin ku vegera van jinan jî weke vejînekê be û xwe nas bikin û vegereke xurt çêbibe. Ji nêz ve bi wan re eleqeder dibin. Fêmkirina derûniya wan erkeke me ya sereke ye. Ji ber wê jî em giringiyê didin ku wan fêm bikin. Armanca me ew e ku em yek jinekê jî di destê DAIŞ'ê de nehêlin. Heta dawiyê em biryar in. Erk û berpirsyariya me heye ku em hêza xwe mezintir bikin. Heya di destê DAIŞ'ê de jinek hebe dê her tim tekoşîna me hebe. Ev ê bibe sedema bihêzkirina tekoşîna me. Em ê nehêlin ku fermana duyemîn bê jiyîn. Em ji hêza xwe bi bawer in. Heta dawiyê em ê parastina jinan û gelê xwe bikin."
'PÊWÎSTIYA ME BI MÊRAN NÎN E KU ME BIPARÊZIN'
Bêrîvanê bilêv kir ku di parastina leşkerî de jin her tim wekî hebûneke duyemîn hatiye dîtin û got ku li gel avakirina YJŞ'ê ev hişmendî jî hêdî hêdî di nava civakê de tune dibe. Berîvanê wiha domand: "Dema ku dibêjin parastin her tim mêr tê hişê civakê. Di parastinê de mêr di asta herî bilind de tê dîtin. Di parastinê de cih ji jinan re nehatiye veqetandin. Mêrê serdest her tim hişmendiya xwe li ser jinan daye ferzkirin û ev hişmendiya xwe di nava civakê de jî bi cih kiriye. Wekî jin nîn e, hêza jinê nîn e. Tenê ji bo ku ji wan re xizmet bike hatiye ser dinê. Jin anîne wê astê ku jin nikarin bibêjin ku 'ez heme.'"
Berîvanê destnîşan kir ku piştî fermana Tebaxa 2014'an wan felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nas kiriye û wiha pê de çû: "Êdî me karî ku bibêjin 'em jî hene û em dikarin parastina xwe bikin.' Me di civakê de ev raman ava kir. Me nehişt ku mêr her tim parastina me bike. Me heta astekê di nava civakê de xwe da avakirin ku em bibêjin, 'em hene.' Îro wekî qeweta leşkerî ya jin em hene. Em êdî muhtacî kesekî nîn in û êdî pêwîstiya me bi mêran nîn e ku me biparêzin. Pêdiviya me bi bav û birayan nîn e. Em xwe bi xwe dikarin xwe biparêzin. Em êdî vî tiştî qebûl nakin û em bi hêz û îradeya xwe dikarin xwe li ser pêyan bigirin. Heta astekê ew nêrîna civakê ya li dijî jinan hatiye şikandin. Me çawa ku hebûna xwe da qebûlkirin, me hêza xwe jî da qebûlkirin. Heta ku jin xwe neparêze kes dê nikaribe jinan biparêze. Heta ku em vê derbas nekin jî dê bi çavekî biçûk li me binêrin. Niha pêdivî tenê bi bihêzkirina têkoşînê heye. Em dibêjin tu pêdiviya me bi derdorê re nîn e, em hene û em dikarin her tiştî jî bikin."
'JINA KU PARASTINA XWE NEKE KESEK PARASTINA WÊ NAKE'
Bêrîvanê bal kişand bi ser fikr û felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û diyar kir ku pergala serdest têkçûyina xwe di rizgariya jin de dibîne û wiha got: "Bi fikr û felsefeya Rêber Apo re artêşa jinan hat avakirin. Hêza jinan derkete pêş. Ev 10 sal in li Şengalê em parastina vî tiştî dikin. Ji fermanê heta niha wekî YJŞ'ê me ev tişt dît û me da fêm kirin ku jina ku parastina xwe neke kes nikare parastina wê bike. Ev jî bi felsefeya birêz Ocalan çêbû. Piştî fermanê avakirina artêşa jinan a li Şengalê ji êrişên heyî re bû bersiva herî xurt. Me hêrsa xwe veguherand parastinê. Me da îspatkirin ku em dikarin li hemberî her êrişê bi hêza xwe ya leşkerî bisekinin. Kesên ku pêşengiya têkoşîna civakê dike û civakê li ser pêyan dihêle jin e. Jin bû îrade û hêza civakê. Jin dikare li hemberî hemû êrişan bisekine. Di seranserî cîhanê de jin li hemberî qirêjiya ku li ser civakê tê meşandin disekine. Ji bo ku jin li dijî vê qirêjiyê nesekine, her tim di hedefê de ye. Heta niha jin gelek caran bi kuştinan û qirkirinan re rû bi rû mane. Ji ber ku pergala mêr a desthilatdar dizane ku jin serî hilde ew ê têk biçin. Ji ber wê bi tecawiz, tacîz û qetilkirina jinê dixwazin jinê bêdeng bikin. Jin êdî xwe birêxistin dikin û ev jî ji serweriya mêr ê desthilatdar re dibe xetere. Ji ber wê jin her tim bi tecawîz û tacîzan re rû bi rû dimînin. Jinên ku bûne îrade her tim di hedefê de ne. Jinên rêxistinkirî desthilatdariyê ditirsînin."
'EM XWE BI FELSEFEYA JIN JIYAN AZADÎ MEZIN DIKIN'
Bêrîvanê bal kişand ser felsefeya "Jin, Jiyan, Azadiyê" jî û got ku li dijî hişmendiya serdest divê têkoşîneke hevpar bê meşandin. Berîvanê wiha dawî li axaftina xwe anî: "Felsefeya 'Jin, Jiyan, Azadî'yê li tevahiya cîhanê belav bû û bandora xwe li ser tevahiya cihanê kir. Mîrasa heyî ya ku hatiye windakirin bi fikrê birêz Ocalan derxistin pêş. Careke din îspat bû ku jin nebe tiştek nîn e. Vê felsefeyê li Şengalê bandoreke mezin kir. Têkoşîna birêz Ocalan a ku bi salan e ji bo avakirina vê pergalê tê dayîn niha pêl bi pêl tê avakirin. Wekî YJŞ'ê jî me xwe li ser vê felsefeyê birêxistin kiriye. Hêzên me yên leşkerî, saziyên me bi vê felsefeyê xwe mezin kirine. Ji bo ku di nava vê felsefeyê de xwe hin bêtir bi rêxistin bikin û mezintir bikin têdikoşin. Hewldana me ew e ku wekheviya jin û zilam bidin avakirin. Ev têkoşîn ne tenê bi yek milî çêdibe. Divê em bi hev re vê têkoşînê bidin. Xwe xurtkirin û mezinkirin erk û berpirsyariya me ye. Ne tenê bi çekê em dikarin li hemberî vê bisekinin, divê em bi fikr û ramanê xwe jî li hemberî hişmendiya desthilatdar bibin mertal. Wekî hêza parastinê erk û berpiryariya ku dikeve ser milê me, em ê vê fikr û ramanê ku birêz Ocalan daye avakirin, bidin jiyîn. Em di wê baweriyê de ne ku em ê îradeya xwe xurttir bikin û bi ser bikevin."
MA / Zeynep Dûrgût