ŞIRNEX- Welatiyên ku piştî qedexeya derketina derve xaniyên wan xera bûn û 8 sal radestî wan nayên kirin pêvajoya hiqûqî dane destpêkirin. Lê tevî encama hiqûqî jî xaniyên gelek welatiyan bi hinceta "komîsyon nerûniştiye" radestî wan nayê kirin. Welatiyên ku hatine mexdûrkirin bertek nîşanî nedayina xaniyan dan.
Di 14'ê Adara 2015'an de li navenda Şirnexê qedexeya derketina derve hatibû îlankirin û di dema qedexeyê de nêzî 9 hezar xanî û kargeh hilweşiyan. Ji bo malbatên ku kargeh û malên xwe winda kirine bi hevkariya Îdareya Xaniyên Komî (TOKÎ) û Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê 5 hezar û 716 daîr û kargeh hatin çêkirin. Ji van 5 hezar û 200 xanî hatin radestkirin û hejmara kargeh û xaniyên ku nehatine radestkirin 516 e. Her wiha nêzî 200 malbat jî bi hinceta "avahiyên wan ne di qada TOKİ'yê de ne" daîreyên wan radestî wan nehatin kirin û ji malbatan pereyê erseyê hat xwestin. Malbatên ku hatin mexdûrkirin kirêya xaniyan wan jî 36 mehan nehat dayîn.
8 sal derbas bûne lê hê xanî radestî malbatan nehatine kirin. Ji ber ku malên malbatan li derveyî cihê navborî hatine dîtin xaniyên wan nehatin dayin û ji malbatan pereê erseyêhat xwestin. Gelek malbatan ji ber mexdûriyeta ku 8 sal in tê kirin, bi rêya parêzerên xwe serî li Dadgeha Îdarî ya 3'yemîn a Mêrdînê dan. Doza ku di 5'ê Cotmeha 2021'ê de hatiye dîtin ji bo ku mexdûriyeta malbatan bi dawî bibe malbat mafdar hatin dîtin. Lê belê li tevî encama dadgehê jî mexdûriyeta malbatan didome. Gelek malbat ji ber ku derfetê wan ên aborî tune ne ikarin parêzer bigirin û ne jî dikarin daireyên ku para wan in bi cih bibin.
Malbatên ku serlêdan dikin jî bi hinceta "Komîsyon hê nerûniştiye" serlêdana wan tê paşguhkirin. Malbatên ku ev 8 sal in tên mexdûrkirin der barê mijarê de axivîn.
'ME HETA NIHA 5 AVAHÎ GUHERANDINE'
Ji welatiyan Yûsûf Kizilcan (68) diyar kir ku ev 8 sal in ew di kireyê de ye û heta niha 5 avahî guherandine û wiha axivî: "Dema ku qedexe hate ragihandin me mala xwe barkir û em çûn Silopiya. Piştî ku qedexe hate rakirin Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê li me geriya. Ji me re gotin 'werin' em çûn û ji me re gotin,' heta ku kesên ku xaniyên we de heta mifteya we nedin we dê kireya we bidin' me jî ev peymane îmzekir. Em hatin Şirnex û gotin,' me ji hewayî jî pîvandiye û ji bejahî jî pîvana wê kiriye' em çûn tê de teng bû û nexweş bû. Me tê de îdare kir. 36 meh kîre dan me. Lê piştre gotin,' avahiyên we ne di qada TOKÎ'yê de bûn'piştre kireya ku didan jî birîn. Gotin,' em ê heqê xaniyên we bidin' her serê xanî 6 hezar dan me. Wê demê tenê sarinc 10 hezaran bû. Em ewqas çûn û hatin çareser nekirin. Gotin bidin mehkemeyê. Em niha kîreyê de ne û mexdûr in. Me daxwazaname da Walitiyê, Wezaretê. Lêbelê çareser nebû. Me hêsinên xaniyên xwe jî nedîtin. 10 xanî dane hin malbatan. Yek jî nedan me. Heta niha me 5 avahî guherandine. 10 zarokên min hene. 13 lîre maaşê min heye û 5 hezaran ez didim kireyê. Ma ev heqe?"
'LI TEVÎ ENCAMÊ JÎ XANIYÊ ME NADIN'
Îzet İrmez (46) jî da zanîn ku tevî encama ku standine jî xaniyên wan radestî wan nayên kirin û wiha got: "Dema qedexeya derketina derve destpêkirî avahiyên me hatin hilweşandin. Piştre şûna avahiyên me TOKÎ hatin çêkirin. Lêbelê piştre ji me re gotin,' avahiyên we ne di qada TOKİ'yan de ye' û em derveyî wê kirin. Ji me re gotin di taxê de xanî tune ne û gotin,'em şûna vê taxê di taxeke din de xanî bidin we' me jî ev yeke qebûl nekir. Piştre ji me re gotin,' em heqê xaniyê we bidin we' me qebûl kir. Lêbelê, qasî lêçûna mezeleke malê fiyet eşkere kirin. Me jî ev qebûl nekir û pêvajoya hiqûqê da destpêkirin û me ji vê encam jî girt. Lêbelê 2 sal li ser derbas bûn lê hê xanî radestî me nekirine. Ji mijûlahiyê zêdetir tişteke din nakin. Em serlêdanê dikin ji me re dibêjin,' komîsyon nerûniştiye, ne amade ye û fiyet eşkere nekiriye' dibêjin. Ev ne tişteke ji rêzê ye. Bi sedan malbat mexdûr in. Di peymana ku hatine îmzekirin hatibû gotin ku heta ku xanî bên radestkirin jî dê kîreya avahiya bidin. Lê piştre kireyê me jî birîn. Îro gelek ji van malbatan kîreyê de û nikarin kireyên avahiyên xwe bidin. Kesek jî napirse û li ser mijarê nasekine. Wisa xuya dike ev pêvajoye jî dê heta saleke bidome."
'EV KOMÎSYONE DÊ KENGÎ RÛNE?'
Ji welatiyan Osman Yanik (56) anî ziman ku bi salane rayedarên bajar wan mijûl dikin û ev tişt got: "Ev 8 sal in em mexdûr in. Dewlet xaniyên me nade. Em mexdûrkirine. Em bê xanî ne. Ji ber ku me encam negirt me ser mijarê doz vekir. Me ji wê jî encam girt lê hê nedane me. Heke ku dewlet nede ma em ê çi bikin? Heqê me nadin me. Weke ku em ne hemwelatiyên Tirkiyeyê ne. Dibêjin,' heta ku komÎsyon nerûne em nadin' ev salek bêtire jî ev komîsyon narûne. Ev hincete. Ma ev komîsyone dê kengî rûne? Em dixwazin ku xaniyên me bidin me. Em îro kireyan de ne û nêçar in. Me gelek berxwe daye lê nadin. Rayedar jî dengê me nabihîzin û herkes paşguh dike."
MA / Zeynep Durgut