ŞIRNEX - Malbata girtî Yusuf Şahîn diyar kir ku her girtîgeh bi pergaleke cuda ya îşkenceyê tê birêvebirin û got: "Li girtîgeha tîpa S'yê silavkirina hev a girtiyan û malbatan qedexe kirin e. Dema em silav didin girtiyan jî gardiyan me hişyar dikin.”
Ji salên 1990'an heta niha polîtîkayên dewletê yê ewlehiyê ku dane destpêkirin didomin. Polîtîkayên ku bandora xwe li ser her kêliyê jiyanê dike bi xwe re bêaramiyê tîne. Di encama van polîtîkayên ku dewletê li Kurdistanê bi tundî dide meşandin, heta niha bi sedan kes hatin binçavkirin û hatin girtin. Her roj li van polîtîkayan polîtîkayek nû tê zêdekirin. Ev polîtîkayên dewletê piştî girtinê jî berdewam dikin, girtî tevî malbatên xwe ve bi tundî û îşkenceyên giran re rû bi rû dimînin. Yek ji van malbatan jî malbata Şahîn e. Girtî Yusuf Şahin di sala 2015'an de bi îdiaya "Endamê rêxistinê ye" tê girtin û 120 sal cezayê giran ê muebedê lê hat birîn. Şahîn di van 8 salan de li girtîgehên tîpa T, S û L’yê maye û hema bêje di pergalên hemû girtîgehan re derbas bûye. Şahîn heta niha di Girtîgeha Tîpa T’yê ya Şirnexê, Girtîgeha Tîpa L’yê ya Kalkandereya Rîzeyê, Girtîgeha Tîpa T’yê ya Turkogluya Mereşê de maye û niha jî li Girtîgeha Tîpa S’yê ya Manavgata Antalyayê tê ragirtin. Li her girtîgeheke ku pergala îşkenceyê lê diguhere, li tîpa S’yê di asta herî jor de îşkence li girtiyan tê kirin.
Bavê Şahîn ê ku çûye hevdîtina kurê xwe, ragihand ku di girtîgehê de slavdayîna girtiyan a li hev hatiye qedexekirin û got ku ew jî dema ku slav didin girtiyan, gardiyan wan bêdeng dikin û bertek nişanî wan didin.
DI GIRTÎGEHÊ DE SILAVDAYÎN QEDEXE YE!
Bavê Şahîn, Abdullah Şahin bilêv kir ku ew heta niha li 5 girtîgehan geriyane û wan şahidiya pergala îşkenceyê ya her girtîgehekê kirine û wiha axivî: “Ewilî birin Şirnexê ji wir birin Rîzeyê. Çedn sal li girtîgeha Rîzeyê ma û piştre birin girtîgeha Panosê. Piştî ku salekî li wir ma, ji wir jî, dîsa anîn Şirnexê. Li dadgeha Şirnexê hate darizandin. Li wir 120 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn. Piştre birin girtîgeha Turkoglu ya Mereşê. Ji wir jî birin girtîgeha Manavgata Antalyayê. Gelek êriş li ser wan heye. Heta ku em diçin girtîgehê û tên gelek zehmet e. Di girtîgeha tîpa S’yê ya Manavgatê de zilm û zordarî gelek zêde bûye. Xwarina wan nexweşe. Êrişên li ser wan zêde bûne. Em bi xwe jî dema ku diçin hevdîtinê rastî van pêkanînan tên. Herî dawî dema ku ez çûm girtîgehê nehiştin ku ez bi ceketê xwe ve bikevim girtîgehê. Ez nexweş bûm min ji wan re got, ‘ez nikarim derbixim' qebûl nekirin. Ev pêkanîn her roj zêdetir dibin. Êrişên li ser girtiyan roj bi roj zêdetir dibin. Her carê bi şev bi ser qawîşan de digirin û bi awayek kêfî wan aciz dikin. Gelek zordariyê li girtiyan dikin. Pêkanînên der mirovî li wan tên kirin. Dema ku em diçin hevdîtinê em dibînin ku mase bi hev girêdayî kirine. Nahêlin ku em biçin gel hev û din. Heta ku nahêlin em silavek jî bidin girtiyan. Dema ku em silav didin xwe ji me aciz dikin û ji me re dibêjin, ‘silav nedin û bi wan re neaxivin em qebûl nakin ku hûn bi wan re biaxivin'. Nahêlin ku em bi girtiyên din re biaxivin. Em ewqas bi rê ve diçin nahêlin ku em bi girtiyan re biaxivin. Em di heman mezelê de ne lê em nikarin bi hev re biaxivin. Tenê dixwazin ku me aciz bikin. Dixwazin ku me malbatan ji hev dûr bikin."
'HETA KU ŞOPA TILIYÊN ME JÎ DIGIRIN'
Şahîn diyar kir ku li girtîgeha ku kurê wî niha tê de girtî ye îşkence di asta herî jor de pêk tê û wiha domand: "Em di lêgerîneke ku dijî mirovane re derbas dibin. Di her hevdîtinê de em di 10 deriyan de derbas dibin. Her çûyina hevdîtinê nasnameya me desteser dikin û şopa tiliya me digirin. Piştre me di lêgerînê de derbas dikin. Heta ku pêlavên me jî dinêrin. Heta niha weke malbat em çûne 5 girtîgehan. Pergala her girtîgehekî û nêzikatiye her girtîgehekî cuda bû. Lê ya ku herî kembax ev girtîgeha tîpa S ya Manavgatê bû. Hem êrişên wan û hem jî zextên wan zêde ne. Dema ku em diçin hevdîtinê jî ciheke rûniştinê nîne ku em bikaribin rûnin. Demsala zivistanê hat û êdî berf û baran e. Em dema ku diçin girtîgehê 200 metreyan em dimeşin. Ev îşkenceye. Ji me re vekirî dibêjin, 'Tiştê ku em dixwazin em dikarin bikin' heke ku wisa nebûya her carê sewqî girtîgehekî nedihat kirin. Dixwazin ku malbatan bêzar bikin. Em di van rêyan de perîşan bûn. Dixwazin ku me bi vî awayî aciz bikin. Di van rêyan de çend carin ku malbatên me qeza dikin û jiyana xwe ji dest didin. Gelo edalet û qanûn nîn in?”
'BILA DENGÊ MALBATAN BIBIHÎZIN'
Şahîn daxwaz kir ku tu kes xwe li dijî îşkenceya li girtîgehan bêdeng neke û ev bang kir: "Banga me ji rêxistinên mafên mirovan re heye ku li dijî van pêkanînan derbikevin. Daxwaziya me ew e ku her kes dengê malbatan bibîhize. Rê dûr e û pere nîne ku malbat bidin heqê rê ku biçin hevdîtina zarokên xwe. Banga me li Wezareta Dadê ye vê neheqiyê bide sekinandin û dawî li van pêkanînan bînin."