AMED - Parêzeran diyar kirin ku neberdana girtiyên nexweş siyasî ye û xwestin girtiyên nexweş bê şert û merc bên berdan.
Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), di girtîgehan de hezar û 517 girtiyên nexweş hene, 651 jê girtiyên rewşa wan giran e. Li gorî heman daneyan, ji van nexweşan di sala 2022’yan de 78 û di 5 mehên sala 2023’yan de 15 girtî mirin e. Herî dawî girtiyê nexweş Şakîr Tûran li Girtîgeha Erzînganê ya Tîpa L'yê jiyana xwe ji dest da.
Piştî ku Tûran jiyana xwe ji dest da, carek din awir û rojev zivirîn ser rewşa girtiyên nexweş ên li girtîgehan. Nûnerên rêxistinên hiqûqê yên Amedê bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş û xwestin girtiyên nexweş tavilê bên berdan.
‘BERPIRSIYARÎ DIKEVE SER MILÊ RÊXISTINÊN SIVÎL'
Endamê Desteya Rêveberiya Baroya Amedê û Koordînatorê Navenda Mafên Mirovan parêzer Yakup Demîr diyar kir ku astengkirina berdana girtiyan "armancên siyasî" ne. Demîr anî ziman ku tevî raporên Saziya Tiba Edlî (ATK) jî ji ber hinceta "siyasî" girtiyên nexweş nehatine berdan. Demîr diyar kir ku ji ber ku prosedurên ji bo berdana girtiyên nexweş demeke dirêj didome ev dibe sedema rêjeya mirina girtiyan zêde bibe. Demîr bal kişand ser girîngiya zextên ku divê li raya giştî bê kirin û çareseriya pirsgirêkê û got: "Her çend were xwestin jî di nava civakê de ew hestiyarî çênabe. Di vî warî de berpirsyariya sereke dikeve ser milê saziyên sivîl ên li ser van girtiyan dixebitin. Ji bo civak di vê mijarê de hestiyartir bibe divê xebat bên kirin."
‘DIVÊ DI QANÛNAN DE GUHERTIN WERE KIRIN'
Demîr anî ziman ku divê raya giştî Wezareta Dadê teşwîq bike da ku ji bo çareseriya pirsgirêkê qanûnekê çêbike û got: "Divê Wezareta Dadê di qanûnên ji bo serbestberdana girtiyên nexweş de guhertinan bike. Lê desthilatdariya siyasî ya heyî vê yekê qebûl nake û ji bo girtiyên nexweş xwedî helwesteke birûmet nîn e. Mirov li hundir eziyetê dikişînin û dimirin. Em daxwaz dikin ku hemû girtiyên nexweş bi rêbazên hiqûqî bên berdan."
‘JI ATMOSFERA SIYASÎ QUT NÎNE'
Endamê Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) parêzer Firat Taşkin diyar kir ku atmosfera li girtîgehan ji atmosfera siyasî qut nîne û ji ber atmosfera siyasî îşkenceya fîzîkî û psîkolojîk a li girtîgehan zêde bûye. Taşkin destnîşan kir ku ev rewş yek ji pirsgirêka herî mezin a li girtîgehan astengkirina "mafê gihandina tenduristiyê" bi xwe re tîne û got: "Mafê negihiştina tenduristiyê dibe sedema encamên ku mafê jiyanê yê girtiyan binpê dike. Mafê jiyanê mafekî teqez e, nexwe divê girtiyên li girtîgehê di warê tenduristiyê de tu astengî dernekeve. Dema em lê dinêrin di van demên dawî de ev maf ji bo girtiyên siyasî hatiye binpêkirin. Yek ji sedemên herî mezin jî ev e ku atmosfera cudabûnê ya li derve bandorê li gihandina tenduristiyê ya girtiyên siyasî dike."
‘LI GORÎ FIKRA SIYASÎ RAYEYA EFÛYÊ'
Taşkin bal kişand ser faktorên siyasî yên ku Serokomar Erdogan rayeya "efûyê" ya ji bo wî bi kar anî û wiha got: "Bi vê hêza efûyê Serokomar biryara taloqkirina cezayên gelek girtiyan dide. Ji van girtiyan yek jî girtiyên siyasî ne. Ev nîşan dide ku ew kes li gorî nêrîna xwe ya siyasî û rewşa sûc a ku di girtîgehê de ye tê dermankirin."
‘TÛRAN BI ÎŞKENCEYÊ MIR '
Taşkin mirina girtiyên li girtîgehê wek "mirina di encama îşkenceyê de" bi nav kir û di vî warî de mirina girtiyê nexweş Şakir Tûran bi bîr xist û got Turan di encama îşkenceyê de jiyana xwe ji dest daye.
‘PÊWÎSTÎ BI SERERASTKIRINA ÎNFAZEK NÛ HEYE'
Taşkin destnîşan kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêka li girtîgehan bên çareserkirin pêwîstî bi sererastkirina cezayê înfazê ya nû heye û rê li ber berdana girtiyên nexweş bê vekirin. Taşkin bang li Wezareta Dadê kir ku astengiyên li pêşiya berdana girtiyên nexweş veke.
‘DIVÊ HELWESTEK MAFÊN MIROVÎ WERE NÎŞANDAN'
Endamê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Amedê parêzer Yûsûf Erdogan jî diyar kir ku ji qanûna bi hejmara 5275'an a der barê înfaza ceza û tedbîrên ewlehiyê de pirsgirêk derdikevin. Erdogan diyar kir ku mecbûriyeta girtina raporên ji nexweşxaneyên tam, paşê jî mecbûriyeta raporê ji Saziya Tipa Edlî û ev rapor ji bo serbestberdana ku ji bo girtiyê nexweş be têr nayên dîtin ji ber vê ye. Erdogan bi bîr xist ku her çend ev rapor erênî bin jî, piştî raporên "Rewşa metirsiyê ya ji bo civakê" ji yekîneyên polîsan hatin xwestin û got: "Biryara li girtîgehan şert û mercên tenduristiyê ji bo nexweşekî ne guncaw e. Astengiyên li pêşiya berdanê ne rewşên ku dikarin bên kirin. Bi nêzîkatiyên siyasî û nêzîkatiyên din bên çareserkirin. Zêdetir mirov helwesteke însanî ya li ser esasê mafên mirovan pêwîst e."
‘NÊZÎKATIYA ATK'Ê SIYASÎ YE'
Erdogan bi bîr xist ku ji bo Şakîr Tûran ê jiyana xwe ji dest da rapora "Dikare di girtîgehê de bimîne" hat dayîn û wiha got: "Girtî beriya bimire li nexweşxaneya eleqedar dihat dermankirin. Tevî hemû bang û serlêdanên me jî raporek li ser rewşa tenduristiyê ya girtiyên nexweş li nexweşxaneyên tam nayê amadekirin. Nêzîkatiya Saziya Tipa Edlî jî siyasî ye û wiha got: "Bêguman sûcên li girtîgehê tên kirin, divê astengiyên li pêşiya wan bên rakirin û biryara berdana wan bê dayîn. Nêzîkatiyeke ku pêşî li nexweşî û mafê jiyanê digire. Lê mixabin li Tirkiyeyê ji ber helwesta hikûmet û darazê em rastî nêzîkatiyeke bi vî rengî nayên."
Erdogan destnîşan kir ku divê girtiyên nexweş bê şert û merc werin berdan.