ŞIRNEX - Di serdegirtinên malan ên li Cizîrê de 2 kes hatin binçavkirin. 3 kesên li Hezexê hatibûn binçavkirin hatin berdan û karûbarê îfadegirtinê yê 20 kesan jî didome.
Di serdegirtinên malan ên li Taxa Banê Senefîsê ya Cizîr a Şirnexê de ciwanên bi navên Yûsûf Yanik û Aydin Başkurt hatin binçavkirin. Ciwanên bi îdiaya “Bi zanebûn û dilxwazî alîkarî dane rêxistinê” hatin binçavkirin, birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajar.
BINÇAVKIRIYÊN LI HEZEXÊ HATIN BERDAN
Di heman demê de di 27’ê mijdarê de li bajarokê Ereban ê navçeya Hezexêê jî bi ser malan de hatibû girtin. Di serdegirtinên malan de endama Meclisa Giştî ya DEM Partiyî Muzeyyen Înan, Yilmaz Soysal û M. Alî Soysal hatibûn binçavkirin û piştî karûbarên li Fermandariya Cendirmeyan a Şirnexê sewqî edliyeyê hatin kirin. Her sê kes jî bi daxwaza kontrola edlî hatin sewqkirin û hatin berdan.
Karûbarên îfadedayînê yên 20 kesên di heman operasyonê de hatin binçavkirin jî hêj didome.