NAVENDA NÛÇEYAN - Artêşa tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê êrişî gundên Til Temirê dikin. Li herêmê pevçûnên dijwar hene.
Êrişên dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA); artêşa tirk û komên wê yên paramîlîter îro di danê sibehê de ji bejahî ve êrişî gundên Tawila, Til Tewir û Xemsîn ên girêdayî Til Temirê kirin.
Hat zanîn ku Meclisa Leşkerî ya Til Temirê jî bersivê dide êrişan. Li gorî agahiyan, li herêmê pevçûnên dijwar diqewimin.