STENBOL - Ji Dayikên Şemiyê Hanîfe Yildiz ku her heft çalakiyên wan tên astengkirin, diyar kir ku ew doza edaleta windayan dikin û got: "Ji me re dibêjin 'jibîr bikin'. Lê ev ne ew tişt e ku mirov wê jibîr bike."
Li Tirkiyeyê di salên 1990'î de zêdetirî 17 hezar mirov bi awayekî "kiryar nediyar" di binçavan de hatin windakirin. Xizmên windayan jî, ji bo kiryar bên dîtin û darizandin, bi salan e ji bo edlaetê têdikoşin. Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê ku cara ewil di sala 1995'an de ji bo dîtina kiryarên Hasan Ocak çûn Qada Galatasarayê ya Stenbolê, paşê ji wê çaxê heya niha 962 hefte ne didome.
Dayikên Şemiyê niha li gel têkoşîna ji bo windayên xwe, ji bo Qada Galatasarayê jî têdikoşin. Di hefteya 700'emîn a çalakiyê de Wezîrê Karên Navxweyî yê wê demê Suleyman Soylû ew hedef nîşan dabûn û ji wê rojê heya niha Qada Galatasarayê li ber wan tê girtin û her hefte rastî êrişa polisan tên. Çendî Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) ji bo van pêkanînan biryara binpêkirina mafan daye jî, 22 hefte ne Dayikên Şemiyê bi hinceta "qedexeyê" bi êrişên polîsan re rû bi rû dimînin.
‘PIŞTÎ 28 SALAN DIBÊJIN JIBÎR BIKIN'
Ji Dayikên Şemiyê Hanîfe Yildiz ku ji 23'yê Sibata 1995'an ve li aqûbeta kurê xwe Mûrat Yildiz dipirse, behsa êriş û astengiyên her hefte rastî wan tên kir. Yildiz diyar kir ku 28 hefte ne tenê hikûmet guherî ne û got: "Bi kurt û kurmancî ji me re dibêjin 'jibîr bikin.' Lê ev ne ew tişt e ku mirov wê jibîr bike. Yên hatine windakirin ne eşya ne, mirov in."
‘28 SAL IN EZ LI BENDA KURÊ XWE ME'
Yildiz bilêv kir ku 28 sal berê ji polîsan yeqîn kiriye û ji ber vê kurê xwe qaneh kiriye û şandiye qereqolê û got ku ji roja çûne qereqolê heya niha kurê xwe nedîtiye. Yildiz anî ziman ku şaşiyeke gelekî mezin kiriye ku yeqîniya xwe bi polîsan aniye, lê belê wê gavê qet tiştekî wiha nehatiye bîra wê. Yildiz wiha domand: "Ya herî zêde li zora min diçe jî, min kurê xwe bi destê xwe bir qerqolê. Heya îro jî wijdanê min nerihet e. Nizam min çima yeqînî bi wan anî... Bifikirin kurekî te tenê heye û tu qeymîş nakî tiştek pê bê, lê tu radibî ji dewletê yeqîn dikî û wî radestî polîsan dikî. Piştî kurê min winda bû ez çûm qereqolê. Polîsan ji min re got, 'ger ewladekî baş bûya, jixwe ve tişt nedianîn serê te. Dibe ku li cihekî be, dê rojekê li te bigere.' 28 sal in ez li benda wê rojê me. Ez bi wê hêviyê dijîm."
Yildiz bilêv kir ku Qada Galatasarayê ji bo lêpirsîna li aqûbeta windayan ji bo wan cihekî hevdîtinê ye û got: "Ji ber ku gorekî windayên me jî tune ye, Qada Galatasarayê ji bo me hem bîrdarî, hem gor û hem jî mekanê bîrê ye. Piştî polîs li me dixin û me binçav dikin, me dibin ser bijîşk. Bijîşk ji me dipirse, 'li cihekî we dewsa derban heye yan na?' Ma dê ji êşa di dilê me wêdetir çi derb hebin?"
‘BÊEDALETIYA HERÎ MEZIN'
Yildiz bertek nîşanî qedexekirina qadê da û got ku dê her hefte çalakiay xwe li dar bixin. Yildizê bilêv kir ku ew mafdar in û got ku çalakiya wan jî mafê wan ê herî qanûnî ye. Yildiz di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Ev, ne ew tişt e ku bi qedexekirina qeymeqamekî bê kirin. Ez qethiyen qebûl nakim. 28 sal in dewletê bersivek nedaye me. Bifikirin gelek dayik bêyî ku edaletê bibînin jiyana xwe ji dest dan. Hin jê nexweş ketine û niha niakrin ji malê derkevin. Dayika Berfo 105 salan jiya û bêyî windayê xwe bibîne jiyana xwe ji dest da. Em avêtine nava agirekî û ji me re dibêjin 'hûn jî tevî windayan winda bibin biçin, danekevin qadê.' Kes windayên xwe jibîr nake. Bêedaletiya herî mezin li me tê kirin."
‘EZ DOZA WÊ EDALETÊ DIKIM'
Yildizê destnîşan kir ku ji bo daxwazên wan bên qebûlkirin û windayên wan bên dîtin divê he rkes piştgiriya wan bike û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Min yeqîniya xwe bi edaletê anî û kurê xwe da wan, ez doza wê edaletê dikim."
MA / Ergîn Çaglar