AMED - Rêveberê MED TUHAD-FED’ê parêzer Yusuf Çakas sirgûnkirina girtiyan ku dişînin bajêrn dûr nirxand û got: “Li derve û li hundir mirov tên zindanîkirin.”
Yek ji pirsgirêka herî mezin a li girtîgehan sirgûnkirin ango sewqkirina girtî û hikumxwaran e ku wan bi sedan kîlometreyan dişînin bajarên dûrî malbatên wan e. Ji ber vê sedemê girtiyên ku bi salan e nikarin dê û bav, hevjîn, zarok û xwişk û birayên xwe bibînin hene. Li aliyê din malbatên ku bi girtiyan re tên cezakirin, li ser rêyên girtîgehan bi gelek neheqî û zehmetiyan re rû bi rû dimînin. Gelek malbatên ku diçin hevdîtinan qeza dikin an dimirin an jî birîndar dibin.
Di 18’ê tebaxê de Garîbe Gezer dema ji Girtîgeha Xarpêtê ji hevdîtina lawê xwe vedigeriya Mêrdînê qeza kir û jiyana xwe ji dest da û hevjîn û lawê wê birîndar bûbûn. Fecriye Benek dem adi 21’ê tebaxê de diçû hevdîtina xwişka xwe ya girtî ya li Girtîgeha Baybûrtê li Meletiyê qeza kir û birîndar bû.
‘GIRTÎ Û MALBAT TÊN ÎŞKENCEKIRIN’
Yek ji girtiyan ku bi sedan kîlometreyan dûrî malbata xwe ye Şerîf Mesûtoglû ye. Hevjîna Mesutoglu, Saîme Mesutoglû nerazîbûn nîşanî dûrkirina hevjîna xwe da. Mesutoglû di doza Qeymeqamê Dêrikê yê Mêrdînê Muhammed Fatîh Safitürk de bi êrişa bombeyî hat kuştin 2 cezayên muebedê yên girankirî û 28 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn. Saîme Mesutoglû têkildarî dûrkirina hevjînê xwe wiha bertek nîşan da: "Hevjînê min ji Siwêregê birin Kirikkaleyê. Piştî ku nêzî du salan li wir ma wî sirgûnî Enqerê kirin. Li Amedê girtîgehek heye ku Şerîf lê bimîne. Lê nadin Amedê, kurê min bi nexweşiya epîlepsiyê û otîzmê ye, ji sedî 99 rapora wî heye, dê û bavê Şerîf extiyar in û raporên wan hene. Her çiqas me di vê mijarê de gelek daxwazname kiribe jî wî nayînin Amedê. Wî nayînin bajarek nêzîkî me. Armanca wan ew e ku Şerîf ji me dûr bixin û zêdetir tecrîd bikin.”
‘MALBATÊ JÎ BI GIRTÎ RE CEZA DIKIN’
Tişta ku bi me dikin ne mirovî û ne jî hiqûqî ye. Ji ber lawê min nexweş e her tim nikarim biçim hevdîtinê. Dema em diçin jî ji neçarî bi balafirê divê em herin. Em di warê madî de jî zehmetî dibînin. Di salekê de sê çar caran tenê dikarim biçim. Zarok biçûk in û her tim dixwazin bavê xwe bibînin. Dema girtî ceza dikin, malbatê jî pê re ceza dikin. Bi zanebûn û bi xwestek îşkenceyê li me dikin.”
‘MALBAT NIKARIN ZAROKÊN XWE BIBÎNIN’
Rêveberê Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Med (MED TUHAD-FED) parêzer Yusuf Çakas jî pêkanînên heyî nirxand û diyar kir ku li Tirkiyeyê li nêzî 130 girtîgehên girtiyên siyasî tên ragirtin. Çakas da zanîn ku piraniya girtiyan li bajarên dûrî malbatên xwe tên ragirtin û got: “Girtiyên siyasî li van girtîgehan tên ragirtin û hewl didin ji malbatên wan bên dûrxistin. Malbatek li Wanê ya Şirnexê ye 6 mehan carekê, salê carekê zarokên xwe bi zorê dibîne. Malbata ku dixwaze ji Amedê ber bi Bodrumê ve biçe girtîgehê divê bilêta Îzmîrê bikire. Ji ber vê yekê malbat nikarin biçin zarokên xwe û xizmên xwe bibînin. Bi malbat û girtiyan re parêzer jî zehmetiyan dibînin. Li derve û li hundir mirov tên zindanîkirin.
AMANC TECRÎDKIRIN E
Ev ne mirovî ye ne jî hiqûqî ye. Divê hevdîtina malbatî, jiyana taybet, danûstandina ragihandinê yanî bi giştî divê hemû mafên girtiyan werin mîsogerkirin. Armancek vê dûrxistinê heye ew jî tecrîdkirina girtiyan e. Tê xwestin girt û malbat, girtî û parêzerên xwe ji hev qut bibin. Di bingeha van hemû meseleyan de tecrîd heye.”