WAN - Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk bal kişand ser polîtîkayên şerê taybet û li dijî vê peyama têkoşînê da.
Endamên Meclisa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk a Wanê di çarçoveya kampanya “Li dijî şerên taybet têkoşînek bi heybet” bi ciwanan re hatin gel hev. Hevdîtin ango civîna xwe li qada seyranê ya li navçeya Westanê pêk anîn. Gelek ciwan tev li bûn. Ciwanan di seyranê de bal kişandin ser polîtîkayên şerên taybet û li dijî vê peyama têkoşînê dan.
Ciwanan di seyranê de hem nîqaşan kirin hem jî govend gerandin û voleybol lîstin.