ENQERE - Siyasetmedar Mesût Bagcik di Doza Kobanê de diyar kir ku şahidên bi navên “Atlas” û “Hermes” di nava 5 mehan de yek bi yek heman îfade dane û wiha got: “Di girtekan de îmzeyên wan jî tune ne. Anku îfadeyeke ji ber xwe ve hatiye çêkirin e. Li holê sûcek nîne. Lê afirandina sûc heye.”
Rûniştina duyemîn a danişîna 30’emîn a Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 18 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedarên kurd bi hinceta bûyerên 6-8’ê Cotmeha 2014’an tê de tên darizandin, li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê hate lidarxistin.
Siyasetmedar Mesût Bagcik, siyasetmedarên girtî Nazmî Gur, Sebahat Tuncel, Pervîn Oduncu, Zeynep Karaman û parêzer tev li bûn. Mesût Bagcik parastina xwe ya li hemberî tawanbariyên tên kirin domand û got ku diviya dadgehê ji ewil li parastina girtiyan guhdarî bikira lê li şûna wê li kesên negirtî tên darizandin tê guhdarîkirin. Bagcik, wiha domand: “Heke lê bihata guhdarîkirin belkî heta niha bihatina berdan. Lê dadgehê ev rêbaz neceriband. Weke hûn jî dizanin azadî ji her tiştekî girîngtir e. Divê zû bên berdan.”
‘EZ LI GORÎ RÊZIKNAMEYA PARTIYÊ TEVGERIYAM’
Bagcik, bal kişand ser îfadeyên şahidê nepen “Hermes” û ev tişt anî ziman: “Îfadeyên wî derew in û ez qebûl nakim. Tu eleqeya min bi Şaredariya Êlihê re nîne û îfadeyên razber hatine kirin. Di hemû partiyan de yekîneyên rêveberiyên herêmî hene û ya me jî heye. Lê ez di vê yekîneyê de nebûm. Heke ez tê de bûma dê min bi dilrehetî bigota. Anku li holê sûcek nîne. Berevajî vê heke ez têkildarî rêveberiyên herêmî tiştekî bikim ev yek dê bibe binpêkirina rêziknameyê. Ez ji birêxistinkirê berpirsyar im û heke têkildarî vê qadê tiştekî bikim ev dibe sûc. Lewma îdia razber e û rast nîne.”
‘DI HEMAN KÊLIYÊ DE NIKARIM HEM LI QENDÎLÊ HEM LI GIRTÎGEHÊ BIM’
Bagcik, da zanîn ku li gorî îfadeyên şahidê nepen di navbera salên 2017-1018’an di girtîgehê de ye lê di heman dîrokan de çûye “Qendîlê” û ev tişt anî ziman: “Dema ez di girtîgehê de dê çawa biçim Qendîlê? Dibêje tev li xebatên Şaredariya Êlihê de cih girtiye lê ez wê demê di girtîgehê de bûm. Gelo di heman kêliyê de ez ê hem li girtîgehê hem jî li Qendîlê bim? Dema qeyûmê ewil tayînî Êlihê kirin ez di girtîgehê de bûm. Di dema qeyûmê duyemîn de jî li Amedê di girtîgehê de bûm. Hem îfadeyên Hermes hem jî yê Atlas bi vê yekê vala derkein. Bi zanebûn agahiyên xelet didin dadgeha we. Heke ez di girtîgehê de nebûma dê bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ ceza li min bihata birîn.”
Bi domdarî Bagcik têkildarî îdiayên şahidê nepen a ji bo endamtiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) jî wiha got: “Lîsteya navên endamên KCD’ê tê de ye berê ji hêla dadgehê ve hatin xwestin lê navê min di vê lîsteyê de tune bû. Li ser vê lîsteyê jî xuya dibe ku şahid derewan dike. Tevî ku di girtîgehê de bûm jî îdiayên wiha dike û dibêje bûye şahid. Şahidê nepen ‘Hermes’ îdia dike ku bavê min di sala 2013’an de endamê meclisa şaredariyê bû û li herêmên Behra Spî û Egeyê xebat meşandine. Ev îdiaye rast nînin. Bavê min di 31’ê adara 2019’an de weke endamê meclisê hate hilbijartin.” Piştre jî Bagcik, mazbataya bavê xwe pêşkeşî dadgehê kir.”
‘DOZGER HEQÎQETÊ VEDIŞÊRE’
Di berdewamê de Bagcik wiha got: “Tevî vê yekê jî di mutalaayê de cih daye îdiayên vî kesî. Ev yek hiqûqî nîne. Dozger, heqîqetê vedişêre. Dozger wê rojê li vir bû,çawa ev nedît? Weke hiqûqnasekî gelo ma ev tişt ji bo we aqilane tên? Li gorî min kîneke şexsî heye. Her wiha divê dozger û polîsên îfadeyên van kesan girtine bên lêkolînkirin. Li gorî min avadaniyeke mîna FETO’yê heye. Karê komeke ku tenê derheqê me de agahiyan kom dike ye. Mimkin nîne dozgerek bikara nêzî 400 îfadeyan di rojekê de bigire. Erk û berpirsyartiya xwe pêk nayîne. Weke mînak; DAIŞ mijareke girîng e. Heta vê koma kurd, tirk qetil kirî nabîne jî. DAIŞ’ê weke rêxistina terorê nabîne. Jê re gotiye milîtan. Hemû kesên DAIŞ’ê li dijî wan êriş kirin muxalîf in. Gelo ma ev ji bo we jî xerîb nayê?”
‘HEWL DIDE DAIŞ’Ê ŞIRÎN NÎŞAN BIDE’
Bagcik, axaftinên serokwezîrê demê Ahmet Davutoglû yên têkildarî DAIŞ’ê bi bîr xist û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dozger jî bi heman awayî hewl dide di mutalaayê de DAIŞ’ê şirîn nîşan bide. Li şûna ku dadgeh vê mutalaayê paşve bişîne, qebûl kir û daxwazên dozger erê kir. Ji ber vê jî baweriya me bi dadgehê nayê. Hûn jî dizanin ku ev şahid derewînin lê we kirariyek neda destpêkirin.
ŞAHID JI BERÊ VE AMADE KIRIN
Şahid ‘Muhammed Zengîn ‘ û şahidê nepen ‘Ulaş’ di heman rojê de, heman koma polîsan û ji hêla heman dozgerî ve hatiye guhdarîkirin. Zengîn di tevahiya rojê de îfade da, îfadeyê wî ji 18 rûpelan pêk tê. Ulaş jî di heman rojê de ji hêla heman komê ve 328 rûpel îfade daye. Gelo ma ev pêkan e? Îfadeyên Ulaş ên di dema lêpirsînê de û yên di dema teqîbatê de ji hev cuda ne. Sedema wê jî ev e. Ulaş, şahidekî hatiye amadekirin e. Di esasê xwe de şahidekî wiha tune ye.
DOZGER LI GORÎ BIRYARA DADGEHÊ TEVNEGARIYA
Heman îfade hatin kopyekirin û herî kêm 10 kesên din li dosyayê hatin zêdekirin. Tu şahidiyeke Ulaş nîne. Baş e lê îfadeyekî wiha dirêj kê da ye? Çawa da? Her wiha dibêje têkildarî bûyerên Kobanê pêşdîtineke wî nebû. Dadgehê carekê ji dozger belge xwest. Lê dozger bi hinceta ‘nepeniyê’ tiştek neda. Hêj niha jî li ser dosyayê biryara nepeniyê heye. Hindik ma ye darizandin biqede lê hêj biryara nepeniyê li ser e. Dozger ji her kesî biqudrettir derket. Sond pê dayîne xwarin, bi komeke li dijî me dixebite re dixebite û her tim sûcan diafirînin. Ji navên dibêjin tenê yek jê rast e ku ew jî nav û paşnavê min e.
ÎFADEYÊN ŞAHIDÊ NEPEN BÊÎMZE NE
Şahidê nepen Hermes dibêje ku di rêxistinê de cih girtiye. Lê dibêje ku derheqê wî de tu lêpirsîn an jî teqîbat nînin. Derketiye holê ku ji bo sûdeke hiqûqî ji vê rewşê bigire wiha kiriye. Li gorî CMK’ê îfadeyên kesên wiha esas nayên girtin. Heta îmzeyên ‘Hermes’ û ‘Atlas’ di bin girtekên îfadeyê de jî nîne. Gelo ma dadgeha we vê nabîne? Li dijî me ye lewma hûn nabînin?
‘EKÎBÊ DERXIN HOLÊ
Car bi car hikûmet diguherin. Hikûmeta nû jî tiştên hikûmeta berê paqij dike. Di van rewşan de derdikeve holê bê ka kîjan koman derhiqûqtî kirine. Ev kom jî dê derkeve holê. Lê em dixwazin hûn derxînin holê. Çima ewqas bi van mirovan re mijûl dibi? Çima îfadeyên mirovan didin guherandin? Weke min berê gotibû, derket holê ku qompas e. ‘Hermes’ û ‘Atlas’ di nava 5 mehan îfade dane û hema hema hemû îfadeyên wan heman in. Qet nebe bila we bêhnok cuda bi kar anîbûna. Dozger negot bê ka çima derew li Mesûd kiriye? Çima nabêje ev kompaseke? Bi mutalaayê diyar bû ku berdewamiya vê komê ye. Ev tevek jî ji hêla heman navendê ve tên birêvebirin. Bila dadgeha we vê lêkolîn bike. Ser re jî di mutalaaya xwe de qala diziyê dike.
GELO MUTALAAYA AMEDE ŞANDIN?
Dibe ku metnên amade danîbin pêşiya dozger jî. Divê ev kom tevek bê lêkolînkirin. Dibe ku gefa cezayekê li ser wan jî hebe. Di navbera her du îfadeyan de 5 meh ferq heye. Lê ev çawa dibe? Tevî vê yekê jî têxe nav mutalaayê. Ji ber ku cubeyek ber kiriye nikare her tiştekî bibêje. Divê mirov hinek hedê xwe bizane! Ez ê beraetê bigirim û piştî beraetê jî heke hûn venekin jî ez ê derheqê hemû kesên di vê komê de dozê vekim. Heke piştî biryarên nîhaî hûn tiştekî nekin, ez ê hemû mafên xwe yên qanûnî bi kar bînim.
SÛC TUNE YE LÊ AFIRANDINA SÛC HEYE
Şahidê nepen ‘Atlas’ di 7’ê cotmeha 2020’an de derheqê min de îfade daye. Heman îfade 5 meh piştre şahidê nepen ‘Hermes’ ji bo Ayla Akat Ata daye. Tevî vê yekê jî ev xisûs di mutalaayê de cih digirin. Du kesên cuda, di navbera îfadeyên wan de 5 meh heye lê derheqê du kesan de heman tiştan dibêjin. Gelo ev çawa dibe? Ez li bendê me ku ev ji dosyayê bên derxistin. Di heman demê de şahid Atlas derheqê herî kêm 10 kesan de heman îfade daye. Ev tişt, derewên di bin navê şahidiya nepen de ne. Derket holê ku van kesan ev îfade nedane. Îfadeyeke hatiye dayîn tune ye. Îfadeyên ji ber xwe ve hatine çêkirin hene. Li holê sûc tune ye, afirandina sûc heye.”
Dadgehê heta saet 13.50’ê navber da danişînê.