AMED - Sazî û rêxistinên civaka sivîl ên Amedê têkildarî projeya Wezareta Çand û Tûrîzmê ku hewl dide Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê veguherîne “Navenda Çandê û Muzeyê” panelek li dar xistin. Di panelê de hat gotin ku ji bo girtîgehê veguhere “Muzeya Mafên Mirovan” kampanya tê destpêkirin.
Şaxa Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazên Tirk (TMMOB) a Amedê, Komeleya 78’an, Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TÛHAD-FED) û Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) li dijî îhaleya projeya ku dixwazin Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê veguherînin “Navenda Çandê û Muzeyê” li Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) panelek li dar xistin. Nûnerên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Çepên Kesk, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Baroya Amedê, Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê, Şaxa Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TÛHAY-DER) ya Amedê û Odeya Bijîşkan a Amedê tevli panelê bûn. Di panelê de li dijî îhaleya dewletê pirsa “Divê çi bê kirin?” hate kirin û li pêşniyarên beşdaran hate guhdarîkirin.
‘HEWCEHÎ BI SEKNEKÎ HEVPAR HEYE’
Ji ewil Şaredarê Şirnexê yê berê û yek ji rêveberên Komeleya 78’an Ahmet Ertak axivî û destnîşan kir ku Girtîgeha Amedê ev 43 sal in weke êşekê li ber çavên wan e. Ertak, got ku hewl didin girtîgehê veguherînin muzeya mafên mirovan û wiha domand: “Di 12’ê îlona 2017’an de bi beşdariya gelek gelek akademîsyenên navdar û gelek saziyên sivîl ev hewldan dest pê kir. Êdî bû fikrekî hevpar ku Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê bibe muze. Di demên dawî de xuya bû ku ji bo girtîgehê bi dizikî projeyek hatiye amadekirin. Em dixwazin ku hemû saziyên sivîl, rêxistinên civakî û sendîqe ji bo parastina girtîgehê seknekî hevpar nîşan bidin û rê li ber vê şermê bigirin.”
'DIKARE BIBE MUZEYA MAFÊN MIROVAN’
Bi domdarî Ertak diyar kir ku tenê bloqeke girtîgehê wê bibe qada bîranînê û wiha pê de çû: “Lê kesek nizane dê li wir çi bibe. Pêşniyara kesên di wir de man ew e ku veguhere muzeya mafên mirovan. Bîranînên bi dehan mirovên leheng ên ku bedena xwe dane ber mirinê hêj nû ne. Dibe ku dîwar neaxivin lê ew hevalên bûn şahidên wan kiryaran dikarin biaxivin. Pêwîst e saziyên sivîl ên bajarê me li hemberî rewşeke wiha xwedî helwest bin. Ew dixwazin ji 5 blokan tenê blokek weke cihê bîranînê be. Lê kes çi jê nizane dê tê de çi hebe. Mafê me heye ku em vê yekê bizanin. Divê ew muze bi şahidiya kesên wê demê li wir mayîn bê vekirin.”
BEŞDARVAN HATIN AGAHDAR KIRIN
Di rûniştina yekemîn de Berdevkê Komeleya 78’an Celalettîn Can behsa xebatên xwe yên ji bo Zindana Amedê ku bê lêkolînkirin û bibe Muzexaneya Mafên Mirovan kir û xebatên ku heta îro kirin vegot. Di rûniştina duyemîn de jî Serokê Şaxa TMMOB’a Amedê yê berê Şerefhan Aydin pêşkêşiya xwe kir. Aydin, çendek girtîgehên li başûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê bûne mûze dane ber hev. Aydin, di pêşkeşiya xwe de vegot bê ka dê Girtîgeha Amedê çawa bibe muze û modêla wê dê çawa bibe.
KAMPANYAYA ÎMZEYAN DEST PÊ DIKE
Di rûniştina sêyamîn û dawî de jî Serokê DTO’yê Elîf Tûran forûma bi navê “Divê çi bê kirin?” pêşkeş kir. Tûran, da zanîn ku ji bo girtîgeha Amedê bibe muzeya mafên mirovan kampanyaya îmzeyan daye destpêkirin û dê di rojên pêş de bi sazî û rêxistinên sivîl ên civakî re parve bikin.
Di forûmê de nûnerên partiyên siyasî, sazî û rêxistinên sivîl ji bo siberojê pêşniyarên xwe kirin. Serokê Baroya Amedê Nahît Eren ku ew jî di forûmê de axivî destnîşan kir ku têkildarî projeya dewletê ya ji bo Girtîgeha Amedê amade kiriye, wê sibê serlêdanekê bikin û mijarê zelal bikin.
Panel bi pêşniyariyên beşdaran bi dawî bû.