Beriya şoreşê û piştî şoreşê Efrîn

  • rojane
  • 10:37 17 Çile 2023
  • |
img
RIHA - Li Çiyayê Kurmênc ango Efrîn di heyama rejîma Sûriyê de hemû nasname û bawerî tune dihatin hesibandin. Di heyama Şoreşa Rojava de ji sedhezaran kes re bû stargeh û warê jiyanek azad û wekhev. Lê niha di bin dagirkeriya hêzên paramîlîter de li ber xwe dide. 
 
Li Sûriyeyê ji bo reformê, demokratîkbûnê û azadiya girtiyên di zindanan de di 15’ê Adara 2011’an de çalakiyên protestoyê dest pê kirin. Hêzên hegemonîk jî daxilî pêvajoyê bûn û di demek kin de Sûriye veguherî qada şerê navxweyî. Hem bi polîtîkayên zilmkar ên Serokê Dewleta Sûriyê Beşar Esad û hem jî bi hatina gelek hêzên paramîlîter a herêmê, şerê navxweyî gurtir bû. Heta îro bi sed hezaran kes jiyana xwe ji dest dan û bi milyonan hemwelatiyên Sûriyê neçar man ku welatê xwe biterkînin. 
 
Kurdên azad ku li cem rejîmê û hêzên paramîlîter cih negirtin li rojavayê Kurdistanê ango li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi gelên din re li ser stratejiya Rêya 3’yemîn dest bi têkoşînê kirin. Gelên Rojava xwe di bin banê sîwana Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ku di sala 2011’an de hat avakirin bi rêxistin kirin. Meclisên gel ên xwecihî hatin avakirin. Ji tenduristiyê bigire heta perwerdehiyê û heta xizmetên xwecihî yên şaredariyê hatin birêxistinkirin û gav bi gav jiyanek nû hat hûnandin. Bi vê yekê re komîteyên xweparastinê hatin avakirin. Ev komîte paşê di bin banê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de xwe bi rêxistin kirin. 
 
Ev xebatên rêxistinê heta radeyekê temam bûn û pişt re di 19’ê Tîrmhea 2012’an de li Kobanê çirûska ewil a şoreşê hat vêxistin. Wek roja destpêka şoreşê ji Rojhilata Navîn û dinyayê re hat ragihandin. Di heman demê de ev roj wek damezrandina Meclisê hat ragihandin. Meclis ji 82 endaman pêk dihat. Ji hemû netew, bawerî û çandan ên Rojava di nava vê Meclisê de cih girtin. Piştre jî li herêmên Cizîrê, Kobanê û Efrînê kanton hatin ragihandin. 
 
ÇIYAYÊ KURMÊNC HEMBÊZA XWE JI MIROVAHIYÊ RE VEKIRIBÛ  
 
Yek ji van kantonên hatin ragihandin Efrîn bû. Efrîn heta sala 2018’an jî yek ji bajarên herî ewle yê herêmê bû. Efrîna ku wek Çiyayê Kurmênc tê zanîn xwedî rûber ango mezinahiya 3 hezar û 850 kîlometre axê ye. Efrîn bajarî dawî yê rojavayê Kurdistanê ye. Li gorî pergala rejîma Sûriyê, Efrîn navçeyek girêdayî Helebê ye. Lê niha li gorî pergala rojavayê Kurdistanê ew yek ji mezintirîn bajar ango katon e. Efrîn bi sedan salan malovaniya kurdan, ereban, ermeniyan, êzidiyan û elewiyan kiriye. Piştî ragihandina şoreşê hêzên rejîmê ji wir hatin paqijkirin. Efrîna warê zeytûnan û ronakbîriyê piştî şerê navxweyî yê Sûriyeyê, derî û hembêza xwe ji ji sedhezaran koçberên ji Helebê, Dera, Hums, Idlib û Reqayê hatin re vekir. Ewlehiya koçberan ji aliyê şervanên kurd ên YPG’ê û YPJ’ê ve hat mîsogerkirin. 
 
Piştî şoreşa 19’ê Tîrmehê, Peymana Civakî ya Rojava (Destûra Bingehîn a Rojava) esas hat girtin. Xwerêveberiya herêmê ket destê hêza gel ango Meclisên gel. Li her gund û taxan meclisên xweser ên jinan hatin avakirin û komîte hatin avakirin. Jin bi awayek aktîf tev li xebatên hilberînê bûn. Ronakbîr, mamoste, hunermend, bijîşk, hiqûqzan, sporvan û ciwan jî komele û sendîka ava kirin û xwe bi rêxistin kirin. 
 
Heta heyama şoreşê jî ne ziman û ne jî çanda kurdan ji aliyê rejîmê ve dihat qebûlkirin. Lê kurdan piştî xweserî ango rêveberiya xwe ragihand cara yekem dest bi xizmetên çand û ziman kirin û li gorî bîr û baweriya xwe saziyên xwe vekirin. Cara ewil di sala 2015’an de materyalên dibistanê yên ji bo perwerdehiya kurdî li dibistanan dest bi kar kirin. Li dibistanan pêşî li perwredehiya zimanê zikmakî vebû. Di çarçoveya xebatên çand û hunerî de navenda çand û hunerê hat vekirin. Li vir perwerdehiya kurdî û erebî hat dayîn ûcara ewil zanîngeh û enstîtu li vir dest bi xebatê kir. Enstîtuya Viyan Amara li vir hat damezrandin. 82 mamosteyan dest bi perwerdehiyê kir û destpêkê nêzî 500 xwendekar hatin perwerdekirin. 
 
Zanîngeha Efrînê bi 51 wezîfedarên hîndekariyê dest bi xebatên perwredehiyê û fêkirinê kirin. Zanîngeh ji beşên wek, tib, endezyariya elektronîk, rojnamevanî, îktitas, zîraat û edebiyata kurdî pêk dihat. Piştî Tirkiyeyê êrişî Efrînê kir, ev zanîngeh veguherandin girtîgehê. 
 
Rûpelên salnameye 20’ê Çile 2018’an nîşan dida, Tirkiye û hêzên xwe paramîlîter dest bi êrişa Efrîna ku bajarê herî biewle bû kirin. Êriş bi destûrdayîna hêzên navnetewî pêk hat. 5 sal bi ser êrişên dijî Efrînê re derbas bûn û li vî bajarê xweşik tu tiştek ne wek xwe berê ye. 
 
BERIYA ŞOREŞÊ EFRÎN 
 
Endamê Meclisa Rêveberiya Xweser a Efrînê Hesen Osman qala herêma Efrînê kir. Osman diyar kir ku dema ku Efrîn di bin rêveberiya rejîmê de bû ji sedî 98 nifûsa wê ji kurdan pêk dihat û got: “Li gel ku nifûsa Efrînê bi giştî kurd bûn jî lê tu mafê krudan nedihat nasîn. Hemû yekîneyên îdareyê di destê ereban de bû û ji sedî 98’ê kurdan bi rê ve dibirin. Di tu saziyek rejîma Sûriyeyê de tu kurdek nebû. Hemû mafên kurdan ji destê wan hatibûn girtin. Gelê kurd bi rehetî nikaribû hilberînin xwe jî bifiroşe. Xwendekaran nikaribû perwerdehiya bi zimanê xwe bidîta. Yanî rejîma Sûriyeyê bi tu awayî kurdan qebûl nedikir û daxilî nav xwe nedikir.” 
 
AVAKIRINA NETEWA DEMORKATÎK 
 
Osman destnîşan kir ku piştî aloziyên li Sûriyeyê dest pê kirin, wan xeta rejîmê û muxalefetê esas negirt û wan çarenûsa xwe xêz kiriye û got: “Dema rejîma Sûriyê nasnameya gelê kurd nedihat nasîn. Em ne tev li rejîmê ne jî muxalîfên wê bûn. Me rêya xwe ya 3’yemîn da ber xwe. Li ser vê esasê me modela Netewa Demorkatîk esas girt. Bi saya vê modelê li Efrînê wekhevî, aştî, aramî û ewlehî hat mîsogerkirin.” 
 
Osman da zanîn ku piştî ew hatin ser kar ewilî malên gel vekirine û wiha got: “Piştre me meclis û komunan ava kir. Me komîteyên perwerde, tenduristî, çandinî, ewlehî, aboriyê ava kir. Her kes di çarçoveya bingeha hemwelatiya azad û wekhev de dijiya.” 
 
HERÊMA BIEWLE 
 
Osman diyar kir ku modela esas girtine û jiyana li herêmê ava kirine ji bo dinyayê bû model û wiha axivî: “Li gorî serjimariya fermî ya Sûriyeyê heta sala 2010’an jî 523 kes li Efrînê niştecih bûn. Piştî şerê navxweyî dest pê kir nêzî 400 hezar kes ji Heleb, Şam, Humsê koçî Efrînê kirin. Di sala 2014’an de nifûsa Efrînê gihîşt navbera 900 hezar û milyonekê.” 
 
Osman bi bîr xist piştî ragihandina kantonê li hin cihan dem bi dem bi êrişan re rûbirû diman û wiha got: “Lê ew êriş biçûk bûn. Gelê Efrînê bi hêzên xweparastinê re ewlehiya xwe mîsoger kiribû û bajarek aştiyane û aram ji xwe re ava kiribûn.” 
 
MA / Omer Akin
 
Sibê: Berxwedana Efrînê 
 
 
 

Sernavên din

17/01/2023
10:39 Li Tarsusê qeza çêbû: 2 leşker û penaberek mirin
10:37 Beriya şoreşê û piştî şoreşê Efrîn
10:16 Serlêdaneke nû ji bo CPT’yê hate kirin: Tavilê rapora xwe eşkere bikin
09:54 Rewşa girtiyê nexweş giran dibe: Ne dikare xwarin bixwe û ne jî dikare bimeşe
09:10 Beriya hilbijartinê dest bi çêkirina nexweşxaneyê kirin ku bi salan e nayê çêkirin!
09:09 Ji ber ku 'poşmanîtî' qebûl nekir berdana wê 6 meh taloq kirin
09:07 Bi îfadeya şahidê veşarî yê 'winda' ceza lê birîn
09:06 'Azadiya Abdullah Ocalan bi yekitiya gelan pêkan e'
09:05 ‘Bi bertekên xurt em dikarin pêşî li ber tunekirina xwezaya Kurdistanê bigrin’
09:04 Derhênerê ‘Seyrana Li Çeper’ Karaman: Şanoya kurdî xwedî ruhekî azad e
09:00 ROJEVA 17'Ê ÇILEYA 2022'YAN
16/01/2023
23:19 Li Amedê welatiyekî xwe şewitand
22:20 Minbic û Dêrazorê tecrîda li Îmraliyê protesto kirin
16:56 ESP û SGDF’ê li dijî tecrîda li Îmraliyê greva birçîbûnê da destpêkirin
15:46 Karkerên firinan ên Amedê: Em heqê keda xwe dixwazin
15:32 Kalo di salvegera yekemîn de li ser gora xwe hat bibîranîn
15:16 Wezîra Parastinê ya Almanyayê Lambrecht îstîfaya xwe da
14:41 Li ser sînor bang li rejîma Îranê kirin: Biryarên darvekirinê betal bikin
14:24 MYK’a HDP’ê civiya
14:23 Girtiyê ku 40 roj in di greva birçîbûnê de: Dengê me bibihîsin
14:12 Berxwedana li rojhilatê Kurdistanê û Îranê ket meha 5’emîn
14:12 Dewleta tirk bi çekên kîmyewî êrişî Zapê dike
14:06 Sancar: Me serî li AYM'ê da, divê biryar bimîne piştî hilbijartinê
13:19 Pêşnûmeya têkildarî hestiyên li Zîlanê bi hinceta ‘gotinên qebe û nexweş’ nehat qebûlkirin
12:20 Li Edeneyê jinek hate qetilkirin
12:17 Iraq li sînor noqteyên kontrolê çêdike
11:53 Malbata Şenyaşar: Êdî bila zilm bidawî bibe
11:40 Faîlê ku 6 meh piştî kuştina Kiliç hate girtin biraziyê parlamenterê MHP’ê derket
11:20 Parlamentera Efxanistanê ya berê Mursel Nebîzade hate qetilkirin
11:06 Parlamenterên HDP’ê: Tecrîdkirina Ocalan, şer dijwartir dike
11:02 Li rawestgeha metrobusê welatiyek jiyana xwe ji dest da
09:52 Hayrî Durmuş nas kir, emrê xwe fedayî gelê xwe kir
09:05 Generalekî Biçûk ê girêdayî doza xwe: Kalo
09:04 Hevserokê OHD’ê: Girtî têkoşîna xwe ya birûmet didomînin
09:02 Li bazarên ku hêviya xizanan e jî her tişt biha ye
09:00 Emîne Şenyaşar ji bo danişînê bang kir: Em li benda her kesî ne
09:00 ROJEVA 16'Ê ÇILEYA 2023'YAN
15/01/2023
21:58 Bûldan: Gelên Tirkiyeyê wê fîşê AKP’ê û MHP’ê bikişînin
19:06 Çîçek: Hemû bêhiqûqiyan ji Îmraliyê dest pê kir û li welat belav bû
17:15 Diz ketin avahiya MED-DER’ê
16:58 Kalo dê sibe li ser gora xwe bê bibîranîn
16:57 Amedsporê tîma Isparta 32 Sporê 4-0 têk bir
16:06 Li Silopiyayê bernameya jinên dengbêj
14:07 Tifaqa Ked û Azadiyê: Em soz didin vê desthilatê em ê bişînin
14:04 Mitînga ‘Em bi hev re biguherînin’ bi strana Demîrtaş dest pê kir
13:19 Hevserokên HDP’a Amedê diyar bûn
12:44 Qada Kartalê ji bo Tifaqa Ked û Azadiyê teng hat
12:16 150 malbatên li Kampa Holê dê bibin Mûsilê
11:44 Kongreya HDP’a Amedê: Sala 2023’yan dê bibe sala azadiya fîzîkî ya Ocalan
11:28 Li Newala Qesaban hevkariya sermaye-îktîdarê
11:08 Li Îzmîrê bi pileya 3.5’an erdhej çêbû
11:06 Malbata Şenyaşar: Em ê bi hev re edaletê bînin
11:03 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Şakranê di roja 14’an de didome
10:50 Derket holê ku ciwanê digotin ji zinar ketiye hatiye kuştin
10:49 Li Aryen Komê qeydên qursa muzîkê dest pê kirin
10:17 Bajarên Serhedê qerisîn
10:16 Li Nepalê balafira rêwiyan ket: Herî kêm 16 kes mirin
10:16 Beriya mitînga Kartalê hinek rê ji trafîkê re hatin girtin
10:15 Li Xarpêtê bi pileya 4,9 erdhej çêbû
09:58 Rojnameger Aştiyan: Berxwedana jinan a li Îranê bandor li zilaman jî kir
09:18 Şaredariya Şirnexê ji aliyê mêran ve tê birêvirin: Tu serlêdanên ji bo xebatên jinan nayên qebûlkirin
09:08 ‘Heta tecrîd neyê rakirin demokrasî jî nayê vî welatî’
09:07 Parêzerên Malbata Şenyaşar banga beşdariya dozê kirin
09:06 Zarokê ku ketibû xefika çeteya hişbirê hat rizgarkirin!
09:05 Nivîskarê ‘Kûçikê Stalîn’: Armanca sereke ya şanoya kurdî hebûn e
09:03 Jina têkoşer a li ser zar û zimanan: Binevş Agal
09:00 ROJEVA 15'Ê ÇILEYA 2023'YAN
14/01/2023
21:53 Li Êlihê tundiya zilam
21:21 Stenbol ji bo mitînga Tifaqa Ked û Azadiyê amade ye
20:24 4 zilamên ku tecawizî zarokekê kiribûn hatin girtin
18:57 Heyeta KESK’ê serdana DBP’ê kir
17:56 Li Stenbol, Mêrsîn û Enqereyê Serê Salê hat pîrozkirin
16:44 Şîna Bayindir bi awayekî girseyî hate ziyaretkirin
16:34 Cenazeyê berxwedêrê rojiya mirinê Kûrt anîn Tirkiyeyê
16:33 Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê hukmen bi ser ket
16:31 Ji ber nûçeyê derbarê rojnameger Candemîr de lêpirsîn hat destpêkirin
16:30 Dayikên Şemiyê: Divê faîlên Canan bên cezakirin
16:30 Komeleya 78’an a Amedê kongreya xwe li dar xist
15:56 ÎHD’a Stenbolê xwest Siddik Guler ê 83 salî bê berdan
15:38 Her ku diçe rewşa girtiyê nexweş Tanhan xerab dibe
15:22 DBP: Bila tecrîda li Îmraliyê bê bidawîkirin
15:18 Baroya Colemêrg serî li Wezareta Dadê û TBB’ê da
14:50 Serdana Şînê: Sekna Bubo Taş, li dijî tecrîdê serhildan e
13:55 Sûngûr ê li Gabarê jiyana xwe ji dest dabû hate veşartin
13:52 Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk: Em ê bi têkoşîna hevpar bi ser bikevin
13:44 Malbatên windakiriyan xwestin kujer bên cezakirin
12:38 Odeyên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê bi kamerayan tên şopandin
11:56 Malbata Şenyaşar: Em bi daxwaza xwe ya edaletê di 17’ê çile de li Meletiyê ne
11:27 Tirkiye zexta ‘ser komkujiyê binuximîne’ li Fransayê dike
11:15 Ji serlêdanê re 87 roj in bersiv nayê dayîn: Wezareta Dadê sûc dike
10:07 Tifaqa Ked û Azadiyê bi mitîngê heyama nû dide destpêkirin
10:05 Li Wanê dikandarên halê di nav krîzê de ne
09:37 Li Sûriyeyê leşkerek tirk hat kuştin
09:35 Şûraya Dewletê dosyeya zarokê 14 salî ku hatibû qetilkirin xera kir
09:02 Guven jî di nav de cezayê li 27 kesan hatibû birîn hat xerakirin
09:02 Xelkê Geverê: Xezîneya herî mezîn vîn û rêxistina me ye
09:02 Ji Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê Qadir: Ji bilî tifaq û yekitiyê tu çekeke me ya din nîne
09:02 'Civaka êzidî wê bi sûîqastên MÎT'ê xelas nebe'
09:00 ROJEVA 14'Ê ÇILEYA 2023'YAN
08:52 Konsera kurdî bi gefa polîsan hate betalkirin