Rewşa girtiyê nexweş giran dibe: Ne dikare xwarin bixwe û ne jî dikare bimeşe

  • rojane
  • 09:54 17 Çile 2023
  • |
img
ŞIRNEX - Rewşa girtiyê nexweş Zubeyir Îdem giran dibe. Hevjîna wî Salîha Îdem, diyar kir ku ji ber lêgerîna nava dev qebûl nakin nayên tedawîkirin û destnîşan kir ku hevjînê wê nedikare xwarin bixwe ne jî bimeşe. 
 
Li girtîgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ku her roj binpêkirinên mafan zêde dibin, zext û gefên li dijî girtiyan jî berdewam dikin. Di girtîgehan de girtiyên nexweş ku terkî mirinê hatine kirin, mafê wan ê herî însanî yê tedawîkirinê tê astengkirin. Heta niha di encama polîtîkayên hikumeta AKP'ê û MHP'ê de bi dehan girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan û gelek ji wan jî bi awayekî biguman mirin. Rewşa yek ji girtiyê nexweş Zubeyîr Îdem (49) ê ku di Girtîgeha Tîpa L a Espiyeya Gîresûnê tê ragirtin giran dibe. Îdem, di sala 1996'an de bi îddiya "Endamtiya rêxistinê" hatibû girtin û pişt re jî cezayê muebbetê lê hatibû birîn. Îdem di heman demê de girtiyekî nexweş e. Di lingê wî de varîs hene, ji pişta xwe aciz e û êşa diranên wî zêde dibe. Heta niha gelek caran hate daxwazkirin ku bê tedawîkirin, lê belê ji ber lêgerîna lêgerîna nava dev qebûl nakin, tedawiya Îdem û hevalên wî tê astengkirin. Îdem ê ku ji ber êşa diranên xwe nikare xwarin bixwe, di heman demê de ji ber varîsên ku di lingê wî de peydabûne jî di meşê de zehmetiyê dikêşîne. Hevjîna Zubeyîr Îdem, Salîha Îdem (50), der barê rewşa hevjîna xwe de axivî. 
 
NEDIKARE XWARIN BIXWE Û NE JÎ DIKARE BIMEŞE
 
Îdem, diyar kir ku hevjînê wê ev 27 sal in di girtîgehan de di bin îşkenceyê de tê ragirtin û wiha axivî: "Ev 27 sal in di girtîgehê de ye û çiqasî girtîgeh hebin geriyaye. Ev 4 sal in li Girtîgeha Gîresûnê tê ragirtin. Varîs di lingê wî de derketine. Gelek êşa wî heye. Êşa pişta wî jî 10-15 sal beriya niha dest pê kiriye. Dema ku di Girtigeha Midyadê bû goşt li ser dilê wî hebû û ji dilê xwe jî emelîyat bû. Pişt re ji wir sewqî Girtîgeha Balikesîrê kirin. Me gelek caran daxwazname dan û herî dawî me pere razandin û anî Girtîgeha Panosê. Lê 2 mehan nema birin Girtîeha Gîresûnê. Ev 4 sal in em neçûne hevditinan. Ji ber ku ji me dûr e ji me nayê ku em biçin Gîresûnê. Nexweş in, zext li ser wan heye, li wan didin. Nahêlin ku tedawî bibin. Di îşkenceya li Girtîgeha Amedê de 3-4 diranên wî şikandibûn. Me pişt re çêkirin. Lê êşa diranên wî destpêkirin. Di vê dûşema derbasbûyi de li me geriya û got, 'êşa diranên min diavêje çavên min û serê min. Min gelek aciz dike. Ez nikarim di vê girtîgehê de bimînin'. Nikare xwarinê jî bixwe."
 
'LI DIJÎ ZILMÊ RABIN SER PIYAN'
 
Salîha Îdem, anî ziman ku di girtîgehan de îşkenceyeke dijî mirovahiyê heye û wiha domand: "Nexweş in. Rewşa malbatên wan nîne ku her carê biçin serdanê. Her carê bi ser qawişên wan de digirin. Dema ku dibin nexweşxaneyê ji lêgerîna nava dev derbas dibin û ew jî vê qebûl nakin. Ev zilm e. Divê ku gelê kurd rabe ser piyan. Keç û kurên xelkê hemû di van girtîgehan de nexweş in. Her carê bi ser wan de digirin. Hevalên wan didin. Zilmê dikin, neheqiyê dikin. Nahêlin ku biçin serê xwe bişon. Ava gerim nadin wan, ava cemidî didinê. Daxwaziya min ew e ku her kurdek li dijî vê rabe ser piyan û çavê xwe vekin ku ev dewlet bes vê zilmê li me bike." 
 
BI SER QAWIŞÊ DE GIRTIN Û ÎŞKENCE KIRIN
 
Ahmet Zenger (63) ê ku 30 sal in girtî ye û niha di heman girtîgehê de ye jî bi telefonê li malbata xwe geriya û ragihand ku ew hatine derbkirin. Biraziyê Zenger, Veysî Zenger bi lêv kir ku piştî ku bi ser qawişa wan de girtine îşkence li wan hatiye kirin û got: "Duh li me geriya û got, 'bi ser qawişa me de girtine û em hatine derbkirin' heqaret li wan kirine, tiştên wan hemû belav kirine. Gelek hevalên wan hatine derbkirin. Gelek tişt anîne serê wan. Ev ne însanetî ye. Em teqez vê qebûl nakin. Ew ne bêxwedî ne. Ew zarokên vî gelî ne. Bedela wê çibe bila bibe divê ku em xwedî li wan derbikevin. Êşa me hemûyan yeke. Çi ji destê me bê em jê re amade ne. Cezayê mamê min gelek nema ye. Bi derbkirinê armanc dikin ku cezayê wan dirêj bikin. Yê ku pîçek wijdan heyî divê ku xwedî li girtiyan derbikeve. Bes bila cenaze derkebikevin, bila bes vê zilmê li me bikin."
 
 
 
 
 

Sernavên din

17/01/2023
11:00 Têkildarî mirina biguman a li girtîgehê doz hat vekirin
10:39 Li Tarsusê qeza çêbû: 2 leşker û penaberek mirin
10:37 Beriya şoreşê û piştî şoreşê Efrîn
10:16 Serlêdaneke nû ji bo CPT’yê hate kirin: Tavilê rapora xwe eşkere bikin
09:54 Rewşa girtiyê nexweş giran dibe: Ne dikare xwarin bixwe û ne jî dikare bimeşe
09:10 Beriya hilbijartinê dest bi çêkirina nexweşxaneyê kirin ku bi salan e nayê çêkirin!
09:09 Ji ber ku 'poşmanîtî' qebûl nekir berdana wê 6 meh taloq kirin
09:07 Bi îfadeya şahidê veşarî yê 'winda' ceza lê birîn
09:06 'Azadiya Abdullah Ocalan bi yekitiya gelan pêkan e'
09:05 ‘Bi bertekên xurt em dikarin pêşî li ber tunekirina xwezaya Kurdistanê bigrin’
09:04 Derhênerê ‘Seyrana Li Çeper’ Karaman: Şanoya kurdî xwedî ruhekî azad e
09:00 ROJEVA 17'Ê ÇILEYA 2022'YAN
16/01/2023
23:19 Li Amedê welatiyekî xwe şewitand
22:20 Minbic û Dêrazorê tecrîda li Îmraliyê protesto kirin
16:56 ESP û SGDF’ê li dijî tecrîda li Îmraliyê greva birçîbûnê da destpêkirin
15:46 Karkerên firinan ên Amedê: Em heqê keda xwe dixwazin
15:32 Kalo di salvegera yekemîn de li ser gora xwe hat bibîranîn
15:16 Wezîra Parastinê ya Almanyayê Lambrecht îstîfaya xwe da
14:41 Li ser sînor bang li rejîma Îranê kirin: Biryarên darvekirinê betal bikin
14:24 MYK’a HDP’ê civiya
14:23 Girtiyê ku 40 roj in di greva birçîbûnê de: Dengê me bibihîsin
14:12 Berxwedana li rojhilatê Kurdistanê û Îranê ket meha 5’emîn
14:12 Dewleta tirk bi çekên kîmyewî êrişî Zapê dike
14:06 Sancar: Me serî li AYM'ê da, divê biryar bimîne piştî hilbijartinê
13:19 Pêşnûmeya têkildarî hestiyên li Zîlanê bi hinceta ‘gotinên qebe û nexweş’ nehat qebûlkirin
12:20 Li Edeneyê jinek hate qetilkirin
12:17 Iraq li sînor noqteyên kontrolê çêdike
11:53 Malbata Şenyaşar: Êdî bila zilm bidawî bibe
11:40 Faîlê ku 6 meh piştî kuştina Kiliç hate girtin biraziyê parlamenterê MHP’ê derket
11:20 Parlamentera Efxanistanê ya berê Mursel Nebîzade hate qetilkirin
11:06 Parlamenterên HDP’ê: Tecrîdkirina Ocalan, şer dijwartir dike
11:02 Li rawestgeha metrobusê welatiyek jiyana xwe ji dest da
09:52 Hayrî Durmuş nas kir, emrê xwe fedayî gelê xwe kir
09:05 Generalekî Biçûk ê girêdayî doza xwe: Kalo
09:04 Hevserokê OHD’ê: Girtî têkoşîna xwe ya birûmet didomînin
09:02 Li bazarên ku hêviya xizanan e jî her tişt biha ye
09:00 Emîne Şenyaşar ji bo danişînê bang kir: Em li benda her kesî ne
09:00 ROJEVA 16'Ê ÇILEYA 2023'YAN
15/01/2023
21:58 Bûldan: Gelên Tirkiyeyê wê fîşê AKP’ê û MHP’ê bikişînin
19:06 Çîçek: Hemû bêhiqûqiyan ji Îmraliyê dest pê kir û li welat belav bû
17:15 Diz ketin avahiya MED-DER’ê
16:58 Kalo dê sibe li ser gora xwe bê bibîranîn
16:57 Amedsporê tîma Isparta 32 Sporê 4-0 têk bir
16:06 Li Silopiyayê bernameya jinên dengbêj
14:07 Tifaqa Ked û Azadiyê: Em soz didin vê desthilatê em ê bişînin
14:04 Mitînga ‘Em bi hev re biguherînin’ bi strana Demîrtaş dest pê kir
13:19 Hevserokên HDP’a Amedê diyar bûn
12:44 Qada Kartalê ji bo Tifaqa Ked û Azadiyê teng hat
12:16 150 malbatên li Kampa Holê dê bibin Mûsilê
11:44 Kongreya HDP’a Amedê: Sala 2023’yan dê bibe sala azadiya fîzîkî ya Ocalan
11:28 Li Newala Qesaban hevkariya sermaye-îktîdarê
11:08 Li Îzmîrê bi pileya 3.5’an erdhej çêbû
11:06 Malbata Şenyaşar: Em ê bi hev re edaletê bînin
11:03 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Şakranê di roja 14’an de didome
10:50 Derket holê ku ciwanê digotin ji zinar ketiye hatiye kuştin
10:49 Li Aryen Komê qeydên qursa muzîkê dest pê kirin
10:17 Bajarên Serhedê qerisîn
10:16 Li Nepalê balafira rêwiyan ket: Herî kêm 16 kes mirin
10:16 Beriya mitînga Kartalê hinek rê ji trafîkê re hatin girtin
10:15 Li Xarpêtê bi pileya 4,9 erdhej çêbû
09:58 Rojnameger Aştiyan: Berxwedana jinan a li Îranê bandor li zilaman jî kir
09:18 Şaredariya Şirnexê ji aliyê mêran ve tê birêvirin: Tu serlêdanên ji bo xebatên jinan nayên qebûlkirin
09:08 ‘Heta tecrîd neyê rakirin demokrasî jî nayê vî welatî’
09:07 Parêzerên Malbata Şenyaşar banga beşdariya dozê kirin
09:06 Zarokê ku ketibû xefika çeteya hişbirê hat rizgarkirin!
09:05 Nivîskarê ‘Kûçikê Stalîn’: Armanca sereke ya şanoya kurdî hebûn e
09:03 Jina têkoşer a li ser zar û zimanan: Binevş Agal
09:00 ROJEVA 15'Ê ÇILEYA 2023'YAN
14/01/2023
21:53 Li Êlihê tundiya zilam
21:21 Stenbol ji bo mitînga Tifaqa Ked û Azadiyê amade ye
20:24 4 zilamên ku tecawizî zarokekê kiribûn hatin girtin
18:57 Heyeta KESK’ê serdana DBP’ê kir
17:56 Li Stenbol, Mêrsîn û Enqereyê Serê Salê hat pîrozkirin
16:44 Şîna Bayindir bi awayekî girseyî hate ziyaretkirin
16:34 Cenazeyê berxwedêrê rojiya mirinê Kûrt anîn Tirkiyeyê
16:33 Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê hukmen bi ser ket
16:31 Ji ber nûçeyê derbarê rojnameger Candemîr de lêpirsîn hat destpêkirin
16:30 Dayikên Şemiyê: Divê faîlên Canan bên cezakirin
16:30 Komeleya 78’an a Amedê kongreya xwe li dar xist
15:56 ÎHD’a Stenbolê xwest Siddik Guler ê 83 salî bê berdan
15:38 Her ku diçe rewşa girtiyê nexweş Tanhan xerab dibe
15:22 DBP: Bila tecrîda li Îmraliyê bê bidawîkirin
15:18 Baroya Colemêrg serî li Wezareta Dadê û TBB’ê da
14:50 Serdana Şînê: Sekna Bubo Taş, li dijî tecrîdê serhildan e
13:55 Sûngûr ê li Gabarê jiyana xwe ji dest dabû hate veşartin
13:52 Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk: Em ê bi têkoşîna hevpar bi ser bikevin
13:44 Malbatên windakiriyan xwestin kujer bên cezakirin
12:38 Odeyên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê bi kamerayan tên şopandin
11:56 Malbata Şenyaşar: Em bi daxwaza xwe ya edaletê di 17’ê çile de li Meletiyê ne
11:27 Tirkiye zexta ‘ser komkujiyê binuximîne’ li Fransayê dike
11:15 Ji serlêdanê re 87 roj in bersiv nayê dayîn: Wezareta Dadê sûc dike
10:07 Tifaqa Ked û Azadiyê bi mitîngê heyama nû dide destpêkirin
10:05 Li Wanê dikandarên halê di nav krîzê de ne
09:37 Li Sûriyeyê leşkerek tirk hat kuştin
09:35 Şûraya Dewletê dosyeya zarokê 14 salî ku hatibû qetilkirin xera kir
09:02 Guven jî di nav de cezayê li 27 kesan hatibû birîn hat xerakirin
09:02 Xelkê Geverê: Xezîneya herî mezîn vîn û rêxistina me ye
09:02 Ji Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê Qadir: Ji bilî tifaq û yekitiyê tu çekeke me ya din nîne
09:02 'Civaka êzidî wê bi sûîqastên MÎT'ê xelas nebe'
09:00 ROJEVA 14'Ê ÇILEYA 2023'YAN