Karkerên firinan ên Amedê: Em heqê keda xwe dixwazin

img
AMED - Karkerên firinan ên Amedê dev ji kar berdan û bi vê çalakiyê hewl didin dengê xwe bidin bihîstin. Karkeran wiha got: “Em dixwazin şert û mercên me yên xebatê bên başkirin û heqê keda me were dayîn.” 
 
Karkerên firinan ên Amedê ji bo ku şert û mercên wan ên xebatê bên başkirin, çalakiya rawestandina kar lidar xistin. Karkeran, li Qada Şêx Seîd (Deriyê Çiyê) bi girseyî daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pêşmalkên “Ji sendîkayê re erê ji kedxwariyê re na”, “Ji karkeriya belaş re na” û “Em ne xulamên Serdema Navîn in” li xwe kiribûn, dovîzên “Em naxwazin bêsîgorta bixebitin”, “Firinvanên Amedê mafdar in dê bi ser kevin” hilgirtin û gelek caran dirûşmên “Serok îstîfa” û “Em pispor in, mafdar in, mafê xwe dixwazin” berz kirin. 
 
Yek ji karkerên firinan Nîhat Guneş li ser navê karkerên firinan axivî û wiha got: “Em, ji ber şert û mercên giran mexdûr dibin. Em dixwazin ku her kes li vê çalakiya me guhdar be. Li gel ku di bin mercên giran de dixebitin jî heqê keda me nayê dayîn. Em naxwazin bibin ji wan karkeran ku karmendên wan terikandî û hatine tepisandin. Em her roj bi saetan dixebitin da ku pêdiviya bingehîn a gel pêşwazî bikin. Hem ji hêla beden ve hûm jî ji hêla ruhî ve em bedelên giran didin.” 
 
‘EM BÊSÎGORTA TÊN XEBITANDIN’
 
Bi domdarî Guneş da zanîn ku ji ber nebûna sîgortaya wan, dema ji ber mercên giran nexweş dikevin nikarin biçin nexweşxaneyê û wiha domand: “Her 7 rojên hefteyê em bênavber dixebitin û nikarin bêhna xwe vedin. Lê heqdestê me di bin vî karê giran de dihele. Rewşa aboriyê ya heyî mexdûriyeta me hîn bêhtir radixe ber çavan. Em naxwazin di bin vî barê giran ê ku bi sala ye li ser pişta me bifetisin û heqê keda me bê zayîkirin. Daxwaza me ew e ku mercên xebata me bên başkirin û heqê keda me were dayîn. Banga me ji bo rayedar û karmendan ev e; bi bêdengiya xwe deriyên debara me negirin.” 
 
‘NAVÊ PERGALÊ KAPÎTALÎZM E’
 
Piştre jî parêzera Sendîkaya Karkerên Pîşesaziya Xurekan (Gida-Îş)  a girêdayî DÎSK’ê Songul Argunaga axivî û bal kişand ser kedxwariya kapîtalîzmê. Argunaga got ku firinvan li dijî pergala kapîtalîzmê îro çalakiyê li dar dixin û wiha got: “Baş dizanin bê ka tişta keda wan dixwe çi ye. Em dizanin bê ka dê çawa li dijî vê pergalê têbikoşin. Karkerên firinan ên Amedê îro careke din rêya têkoşînê nîşanî me dan. Heta ku karkerên firinan heqê xwe bi dest dixin em ê bi wan re bin.” 
 
‘ÊN KU EV 30 SAL IN NEKIRINE NIKARIN NIHA JÎ BIKIN’
 
Ji karkeran Atîlla Ekîn jî axaftina Serokê Federasyona Firinvanan a Tirkiyeyê Halîl Îbrahîm Balci ku digot; “Hinek kes li gorî xwe di sektorê de krîzê derdixînin û piştre dixwazin bibin leheng” bi bîr xist û wiha bi dawî kir: “Ev nêzî 30 sal in Serokatiya Odeya Firinvanan dike. Heta niha jî karkerên bêsîgorta dixebitin hene lê tu bi saya pereyê ku ew didin li ser wê kursiyê rûdinî. Divê haya te jê hebe ku tu bi saya me li wir rûdinî. Heke em bixwazin dikarin li seranserî Amedê nan dernexîn. Em vê nakin ji ber ku naxwazin gelê me mexdûr bibe. Em li Amedê nêzî 10 hezar karkerên firinan in. Lê ji bo ku di hilberînê de pirsgirêk dernekeve, em komek tenê hatine vê derê. Heke hûn wiha bikin em tevek dê li vir kom bibin.”
 
Karkeran gelek caran bi dirûşma “Serok îstîfa” berz kirin û xwestin ku Balci îstîfa bike. 
 

Sernavên din

17/01/2023
11:04 Nobeta Edaletê di roja 19’an de didome: Tecrîd pêşiyê li siyaseta demokratîk digire
11:00 Têkildarî mirina biguman a li girtîgehê doz hat vekirin
10:39 Li Tarsusê qeza çêbû: 2 leşker û penaberek mirin
10:37 Beriya şoreşê û piştî şoreşê Efrîn
10:16 Serlêdaneke nû ji bo CPT’yê hate kirin: Tavilê rapora xwe eşkere bikin
09:54 Rewşa girtiyê nexweş giran dibe: Ne dikare xwarin bixwe û ne jî dikare bimeşe
09:10 Beriya hilbijartinê dest bi çêkirina nexweşxaneyê kirin ku bi salan e nayê çêkirin!
09:09 Ji ber ku 'poşmanîtî' qebûl nekir berdana wê 6 meh taloq kirin
09:07 Bi îfadeya şahidê veşarî yê 'winda' ceza lê birîn
09:06 'Azadiya Abdullah Ocalan bi yekitiya gelan pêkan e'
09:05 ‘Bi bertekên xurt em dikarin pêşî li ber tunekirina xwezaya Kurdistanê bigrin’
09:04 Derhênerê ‘Seyrana Li Çeper’ Karaman: Şanoya kurdî xwedî ruhekî azad e
09:00 ROJEVA 17'Ê ÇILEYA 2022'YAN
16/01/2023
23:19 Li Amedê welatiyekî xwe şewitand
22:20 Minbic û Dêrazorê tecrîda li Îmraliyê protesto kirin
16:56 ESP û SGDF’ê li dijî tecrîda li Îmraliyê greva birçîbûnê da destpêkirin
15:46 Karkerên firinan ên Amedê: Em heqê keda xwe dixwazin
15:32 Kalo di salvegera yekemîn de li ser gora xwe hat bibîranîn
15:16 Wezîra Parastinê ya Almanyayê Lambrecht îstîfaya xwe da
14:41 Li ser sînor bang li rejîma Îranê kirin: Biryarên darvekirinê betal bikin
14:24 MYK’a HDP’ê civiya
14:23 Girtiyê ku 40 roj in di greva birçîbûnê de: Dengê me bibihîsin
14:12 Berxwedana li rojhilatê Kurdistanê û Îranê ket meha 5’emîn
14:12 Dewleta tirk bi çekên kîmyewî êrişî Zapê dike
14:06 Sancar: Me serî li AYM'ê da, divê biryar bimîne piştî hilbijartinê
13:19 Pêşnûmeya têkildarî hestiyên li Zîlanê bi hinceta ‘gotinên qebe û nexweş’ nehat qebûlkirin
12:20 Li Edeneyê jinek hate qetilkirin
12:17 Iraq li sînor noqteyên kontrolê çêdike
11:53 Malbata Şenyaşar: Êdî bila zilm bidawî bibe
11:40 Faîlê ku 6 meh piştî kuştina Kiliç hate girtin biraziyê parlamenterê MHP’ê derket
11:20 Parlamentera Efxanistanê ya berê Mursel Nebîzade hate qetilkirin
11:06 Parlamenterên HDP’ê: Tecrîdkirina Ocalan, şer dijwartir dike
11:02 Li rawestgeha metrobusê welatiyek jiyana xwe ji dest da
09:52 Hayrî Durmuş nas kir, emrê xwe fedayî gelê xwe kir
09:05 Generalekî Biçûk ê girêdayî doza xwe: Kalo
09:04 Hevserokê OHD’ê: Girtî têkoşîna xwe ya birûmet didomînin
09:02 Li bazarên ku hêviya xizanan e jî her tişt biha ye
09:00 Emîne Şenyaşar ji bo danişînê bang kir: Em li benda her kesî ne
09:00 ROJEVA 16'Ê ÇILEYA 2023'YAN
15/01/2023
21:58 Bûldan: Gelên Tirkiyeyê wê fîşê AKP’ê û MHP’ê bikişînin
19:06 Çîçek: Hemû bêhiqûqiyan ji Îmraliyê dest pê kir û li welat belav bû
17:15 Diz ketin avahiya MED-DER’ê
16:58 Kalo dê sibe li ser gora xwe bê bibîranîn
16:57 Amedsporê tîma Isparta 32 Sporê 4-0 têk bir
16:06 Li Silopiyayê bernameya jinên dengbêj
14:07 Tifaqa Ked û Azadiyê: Em soz didin vê desthilatê em ê bişînin
14:04 Mitînga ‘Em bi hev re biguherînin’ bi strana Demîrtaş dest pê kir
13:19 Hevserokên HDP’a Amedê diyar bûn
12:44 Qada Kartalê ji bo Tifaqa Ked û Azadiyê teng hat
12:16 150 malbatên li Kampa Holê dê bibin Mûsilê
11:44 Kongreya HDP’a Amedê: Sala 2023’yan dê bibe sala azadiya fîzîkî ya Ocalan
11:28 Li Newala Qesaban hevkariya sermaye-îktîdarê
11:08 Li Îzmîrê bi pileya 3.5’an erdhej çêbû
11:06 Malbata Şenyaşar: Em ê bi hev re edaletê bînin
11:03 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Şakranê di roja 14’an de didome
10:50 Derket holê ku ciwanê digotin ji zinar ketiye hatiye kuştin
10:49 Li Aryen Komê qeydên qursa muzîkê dest pê kirin
10:17 Bajarên Serhedê qerisîn
10:16 Li Nepalê balafira rêwiyan ket: Herî kêm 16 kes mirin
10:16 Beriya mitînga Kartalê hinek rê ji trafîkê re hatin girtin
10:15 Li Xarpêtê bi pileya 4,9 erdhej çêbû
09:58 Rojnameger Aştiyan: Berxwedana jinan a li Îranê bandor li zilaman jî kir
09:18 Şaredariya Şirnexê ji aliyê mêran ve tê birêvirin: Tu serlêdanên ji bo xebatên jinan nayên qebûlkirin
09:08 ‘Heta tecrîd neyê rakirin demokrasî jî nayê vî welatî’
09:07 Parêzerên Malbata Şenyaşar banga beşdariya dozê kirin
09:06 Zarokê ku ketibû xefika çeteya hişbirê hat rizgarkirin!
09:05 Nivîskarê ‘Kûçikê Stalîn’: Armanca sereke ya şanoya kurdî hebûn e
09:03 Jina têkoşer a li ser zar û zimanan: Binevş Agal
09:00 ROJEVA 15'Ê ÇILEYA 2023'YAN
14/01/2023
21:53 Li Êlihê tundiya zilam
21:21 Stenbol ji bo mitînga Tifaqa Ked û Azadiyê amade ye
20:24 4 zilamên ku tecawizî zarokekê kiribûn hatin girtin
18:57 Heyeta KESK’ê serdana DBP’ê kir
17:56 Li Stenbol, Mêrsîn û Enqereyê Serê Salê hat pîrozkirin
16:44 Şîna Bayindir bi awayekî girseyî hate ziyaretkirin
16:34 Cenazeyê berxwedêrê rojiya mirinê Kûrt anîn Tirkiyeyê
16:33 Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê hukmen bi ser ket
16:31 Ji ber nûçeyê derbarê rojnameger Candemîr de lêpirsîn hat destpêkirin
16:30 Dayikên Şemiyê: Divê faîlên Canan bên cezakirin
16:30 Komeleya 78’an a Amedê kongreya xwe li dar xist
15:56 ÎHD’a Stenbolê xwest Siddik Guler ê 83 salî bê berdan
15:38 Her ku diçe rewşa girtiyê nexweş Tanhan xerab dibe
15:22 DBP: Bila tecrîda li Îmraliyê bê bidawîkirin
15:18 Baroya Colemêrg serî li Wezareta Dadê û TBB’ê da
14:50 Serdana Şînê: Sekna Bubo Taş, li dijî tecrîdê serhildan e
13:55 Sûngûr ê li Gabarê jiyana xwe ji dest dabû hate veşartin
13:52 Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk: Em ê bi têkoşîna hevpar bi ser bikevin
13:44 Malbatên windakiriyan xwestin kujer bên cezakirin
12:38 Odeyên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê bi kamerayan tên şopandin
11:56 Malbata Şenyaşar: Em bi daxwaza xwe ya edaletê di 17’ê çile de li Meletiyê ne
11:27 Tirkiye zexta ‘ser komkujiyê binuximîne’ li Fransayê dike
11:15 Ji serlêdanê re 87 roj in bersiv nayê dayîn: Wezareta Dadê sûc dike
10:07 Tifaqa Ked û Azadiyê bi mitîngê heyama nû dide destpêkirin
10:05 Li Wanê dikandarên halê di nav krîzê de ne
09:37 Li Sûriyeyê leşkerek tirk hat kuştin
09:35 Şûraya Dewletê dosyeya zarokê 14 salî ku hatibû qetilkirin xera kir
09:02 Guven jî di nav de cezayê li 27 kesan hatibû birîn hat xerakirin
09:02 Xelkê Geverê: Xezîneya herî mezîn vîn û rêxistina me ye
09:02 Ji Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê Qadir: Ji bilî tifaq û yekitiyê tu çekeke me ya din nîne
09:02 'Civaka êzidî wê bi sûîqastên MÎT'ê xelas nebe'