Başaran: Ya ku serbikeve dê bibe têkoşîna jinan a birêxistinkirî

  • jin
  • 16:08 14 Cotmeh 2022
  • |
img
ENQERE - Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran diyar kir ku jin ji bo jiyana xwe li her çar aliyên cîhanê serî hildidin û wiha got: "Em bi awayekî zelal dibêjin; bêdeng bibin û guhdar bikin ka jin çi dibêjin. Ya ku serbikeve dê bibe dirûşmeya 'Jin jiyan azadî'."
 
Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran, têkildarî geşedanên di rojevê de li Navenda Giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Başaran, anî ziman ku ew bi qezaya ku wesayita endam û parlamenterên HDP'ê tê de bûn derbas kirin gelek xemgîn bûne, ji bo birîndaran şîfayê dixwaze û ji ajokarê teqsiyê ku jiyana xwe ji dest daye re jî rehmetê û ji malbata wî re sersaxiyê dixwaze.
 
Başaran, diyar kir ku wan duh cenazeyê Nagîhan Akarsel a li bajarê Silêmanî yê Herêma Kurdistana Federe hat qetilkirin birine gundê Golyazi yê navçeya Cîhanbeylî ya Konyayê. Başaran, anî ziman ku Nagîhan endama Navenda Lêkolînên Jineolojiyê bû, bi salan li qada çapemenî û jinê kedeke mezin dabû û wiha berdewam kir: "Mixabin ji bo cenazeyê hevala me Nagîhan ku bi rojan e hatiye qetilkirin, di bin navê prosedurê de li Herêma Kurdistana Federe gelek astengî hatin derxistin. Di dawiyê de cenaze bi balafirê nehat şandin, duh bi rêya bejahî anîn gundê wê yê Konyayê û hat definkirin. Helbet beriya definkirinê jî li gund dorpêçeke mezin hebû. Me bi çavê xwe dît ku li gund qereqol ava kirin. Leşkeran gef li xizm, heval û malbata Nagîhanê xwarin ku dirûşm neyên berzkirin. Her wiha gefa 'heke hûn nîşaneyên serkeftinê çêbikin emê tiliya we bişkînin' û 'Cenazeyê bi bêdengî defin bikin an na em ê gund bişewitînin' gef li malbata Nagîhanê û gundiyan hate xwarin. Ji ber vê gelek heval û xizmên wê mecbûr man ku gund biterikînin." 
 
'EM BAŞ DIZANIN KU HIKUMET HEWL DIDE SÛCÊ XWE VEŞÊRE'
 
Başaran axaftina xwe wiha berdewam kir: "Dema ku em wek parlamenter ji bo merasîma cenaze çûn gund, heta ku em gihiştin gund em li 6 cihan di kontrolê re hatin derbaskirin û li her cihê ku em lê hatin rawestandin nasnameyên me hatin lêpirsînkirin. Dema ku me sedema van astengiyan pirsî, 2 roj qedexeya çalakiyê ya ji aliyê Walîtiyê ve weke hincet hate nîşandan. Lê em baş dizanin ku çima çalakî hatine qedexekirin. Ev zexta ji bo hevala me Nagîhan ku bi salan ji bo zanîsta jinê Jineolojiyê û têkoşîna jinê ked dabû bi awayê girseyî neyê definkirin bû.  Helbet bi vê jî bi sînor neman. Em baş dizanin ku bi rastî jî hikumet hewl dide sûcê xwe veşêre. Ji ber ku tenê çend roj berê daxuyaniyên kujer ên ku ji raya giştî re hatin eşkerekirin û îdiayên ku piştgirî û girêdana Tirkiyeyê di vê cînayetê de heye niha ji raya giştî re eşkere bûne. Tam ji bo vê yekê bû ku hikumetê nexwest bi awayê girseyî xwedî li vê jina kurd were derketin. Lê belê tu zext û astengî nekarin rê li me bigirin ku em peywira xwe ya dawî ji bo heval Nagîhan pêk bînin. Me û hezkiriyên wê peywira xwe ya dawî ji bo heval Nagîhan li derveyî gund an jî li ser gora wê bi cih anî û xatir jê xwest. Ji vir em careke din sersaxiyê ji malbat, hezkiriyên wê û hemû gelê xwe re dixwazin.
 
HEVALÊN ME JI BER LI DIJÎ DESTHILATA FAŞÎST IN TÊN QETILKIRIN Û GIRTIN
 
Em Hevrîn Xelef di sala sêyemîn a qetilkirina wê de careke din bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Sekretera Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hevrîn, jinên kurd ên siyasetmedar Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Sêvê Demîr, Pakîze Nayir, Fatma Uyar, Nagihan Akarsel ji ber têkoşîna xwe ji aliyê dewleta mêr ve hatin qetilkirin. Helbet jin ne tenê tên qetilkirin. Jinên kurd li Tirkiyeyê bi polîtîkayên zext û binçavkirinê tên girtin. Îro li vî welatî Ayşe Gokkan, Leyla Guven, Sebahat Tuncel, Gultan Kişanak û bi sedan hevalên me ji bo azadiya jinê têdikoşin, li dijî desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ne, polîtîkayên wan red dikin, hatine girtin. Wê demê gelo çima jinên kurd dibin hedef? Bi rastî em bersiva vê pirsê baş dizanin. Bi taybetî li Kurdistanê jin ji ber ku li dijî dîroka derewîn a mer, heqîqetê digerin tên hedef girtin. 
 
JI BER JIN XWE AZAD DIKE DIBE HEDEF
 
Jin li dijî pergala serdest a mêr, şer kaos, mîlîtarîst, zayendperestiyê, dixwazin jiyaneke nû ya demokratîk, ekolojîk, azadîxwaziya jinê ava bikin. Ji ber vê tên hedefgirtin. Têkoşîna jinên kurd di jiyana nû de tenê weke teoriyekê namîne. Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê mînaka herî baş a vê yekê ye, ji ber ku di pratîkê de tê kirin, dibin hedef. Ji ber ku jin bi xwe azad dibe, ji ber ku bi şîara 'Xwe azad bike' têdikoşe dibin hedef.
 
HETA KUJERÊN HEVAL NAGÎHAN BÊN DÎTIN EM Ê TÊKOŞÎNA XWE BIDOMÎNIN
 
Em dizanin ku 11 guleyên ku li hevala me Nagihan hatine barandin, li dijî têkoşîna azadiya jinan û di serî de li dijî jinên kurd, serhildan û têkoşîna heqîqetê hatine barandin. Kesên Nagîhan qetil kirin ev talîmat ji bloka mêran a faşîst a AKP'ê û MHP’ê wergirtî ye. Nêzîkatiya terorê ya ku di merasîma cenazeyê wê de bikar anîn, nîşana van bû. Li vir em careke din diyar dikin; pênûsa Nagîhanê ya heqîqetê tu carî dê li erdê nemîne. Jin wê li dijî dîroka derew dîroka xwe binivîsînin. Ji vir em careke din bang li rêveberiya herêma Kurdistanê dikin, divê demildest diyar bike ku kujer ev sûc çawa kiriye, kî piştgiriya lojîstîk û bi çi rêbazan kiriye, kê îstîxbarat daye û têkiliya wî bi Tirkiyeyê re çi ye. Li hemberî Hikûmeta Herêma Federal a Kurdistanê weke erkekî disekine. Em li vir diyar dikin ku heta kujerên heval Nagîhan qetilkirine bên dîtin em ê têkoşîna xwe bidomînin.
 
CÎNAYETA POYRAZ BI TENA SERÊ XWE NEHATIYE KIRIN
 
Ji aliyek tundî, hedefgirtin û qetlîam û aliyê din jî danişîna doza 5’emîn a hevalê me Denîz Poyraz a ku li avahiya partiya me ya Îzmîrê hat qetilkirin hat dîtin. Di nava rojê de kesekî bi çekê ket avahiya me hevala me qetil kir. Niha wekî ku kujer tê darizandin tê nîşandan. Kujer Onur Gencer ev cînayet bi tena serê xwe  nekiriye. Em kesên ku ferman dane, yên ku piştgirî dane wî û yên ku bi wî re plan kirine, baş nas dikin. Li pişt wê hêzeke mezin hebû. Dadger ji bo ku ev yek neyê eşkerekirin çi ji destê wan tê dike. Me gelek caran dît ku dema kujer ji avahiya partiya me derdiket, polîs wî hembêz kirin û gotin 'Navê te çi ye kekê min?'. Di danişînê de çawa hemû gef hatin paşguhkirin. Di danişîna dawî de kujer gef li malbat, xwişk û birayên Denîz û yên li salona dadgehê xwar. Li hemberî vê yekê cendirmeyan êrişî temaşevanên li salonê û birayê Denîzê kirin. Di dîrokê de wekî bûyereke nedîtî, gaza îsotê li eywana dadgehê hat avêtin.
 
ME HEMÛYAN ŞAHÎDINIYA PLANSAZÊN QETILKIRINÊ KIRIN
 
Îro 6’emîn danişîna dozê sewqî Kampusa Girtîgeha Şakranê hate kirin. Helbet îro hevalên me jî çûne wê derê û danişîn şopandin. Ne tenê hevalên me, parlementerên me, hevalên me yên rêveber, parêzerên rêxistinên jinan jî xwestin li Girtîgeha Şakranê danişîna dozê bişopînin. Lê mixabin destûr nehat dayîn ku parêzer jî di nav de tu kes beşdarî danişînê bibin. Dîsa rastî êrişeke bi heman rengî hatin. Em dizanin ku wateya wê çi ye. Me hemûyan bi hev re şahidî kir ku plansazê vê qetilkirinê kî bûn, kujer ji kê piştgirî girt.
 
Li dijî partiya me, li ser me, li ser têkoşîna jinan ewqas êriş tên kirin, ji ber milîtarîzm, zayendperestî û polîtîkayên şer ên li Tirkiyeyê her roj tundiya li ser jinê zêde dibe. Em êdî naxwazin di daxuyaniyên xwe de diyar bikin ka çend jin hatine qetilkirin. Em êdî naxwazin ji raya giştî re ragihînin û bibihîzin ku çend jin, hatine qetilkirin.
 
JI BO ZAINAL ABARAKOV TU PROSEDUR TUNE NE
 
Li gorî rapora şîdeta li ser jinan a meha îlonê, herî kêm 26 jin di encama şîdeta mêran de hatine kuştin, 19 jin jî bi guman mirine. Gulistan Doku zêdeyî hezar roj e winda ye, lê Zaînal Abarakov a ku biryara kontrola edlî jê re hatiye dayîn, îmzeyan navêje. Lê ji ber ku îmze navêje der barê wî de tu tedbîr nehatine girtin. Em pêvajoyê dizanin ji ber ku ew li ser me pir tê sepandin. Dema çepgir, mûxalîf û jin neçin îmze nevêjin bi lez û bez li dijî wan lêpirsîn tên destpêkirin, ji bo Zaînal Abarakov niha tu prosedur tune ye. Daxwaza girtina komeleyên ku piştgiriyê didin jinên ku di korîdorên edliyeyê de nikarin edaletê bibînin jî êrişek heye. Jinên ku dibêjin em ne edaleta mêr em edaleta rasteqîn dixwazin bi êrişê re rûbirû dimînin. 
 
JIYANEKE CUDA LI JINAN TÊ FERZKIRIN
 
Li Îranê em dibînin ku jiyaneke cuda li jinan tê ferzkirin. Li Îranê jin bi darê zorê serê xwe digirin. Me gelek caran rewşa jinên Îranê anî ziman. Hûn nikarin bi zorê porê jinan veşêrin an jî vekin, divê hêza serdest a mêr dev ji zorê berde. Ji ber vê jî jin li hemû cîhanê, li Rojhilatê Kurdistanê, Îranê, Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di nav serhildanê de nin. Guhê xwe bidin serhildanê.
 
EM Ê LI DIJÎ ÊRIŞAN TÊKOŞÎNA XWE BIDOMÎNIN
 
Herî dawî di 9’ê Cotmehê de hevalê me Habîp Eksik di dema çalakiyên şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Birêz Ocalan de ji ber tundiya polîsan lingê wî şikest. Ev bi rastî jî wek nîşaneya ku hikûmet atmosfereke çawa diafirîne û çawa hewl dide siyaseta demokratîk bitepisîne, derdikeve pêşberî me. Em ê li dijî van êrişan têkoşîna xwe bidomînin. Em ê li dijî tecrîdê li her qadên jiyanê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê avakirina jiyana azad bidomînin. 
 
TÊKOŞÎNA AZADIYA JINÊ DÊ SERBIKEVE
 
Bawer bikin, em ê van polîtîkayên vê desthilatdariyê yên ku bi qanûna sansûrê ya ji duh ve li meclîsê hatiye derxistin, bi têkoşîna ku li kolanan li meclîsê bidin meşandin, ji holê rakin. Ya serbikeve wê têkoşîna rêxistinbûyî ya jinan be. Ya serbikeve wê têkoşîna azadiyê ya jinê be. 'Jin jiyan azadî' dê bibe dirûşmeya jinên serkeftî."

Sernavên din

18/10/2022
08:42 Parlamentera HDP’ê ya berê Yildirim hate berdan
17/10/2022
17:39 Tenduristiya Aysel Tûglûkê xirab bûye
16:53 Li dijî leşkerên rejîma Sûriyeyê êriş hat kirin
16:48 ÎHD: Divê Leyla Guven were berdan
16:43 Bûdçeya ji Kazimî re hatiye veqetandin hat rawestandin
16:37 Li Nîjeryayê lehî rabûn: 600 kesan jiyana xwe ji dest dan
16:30 Berxwedana li girtîgehên Îranê belav dibe
16:29 Olûç: Budçeya 2023’yan budçeya xatirxwestina îktidarê ye
16:14 DBP’ê bertek nîşanî ceza da: Em bi Leyla Guven re ne
16:10 Nagihan Akarsel li Amedê hat bibîranîn
16:01 Karesata madenê hat protestokirin: Ne qeder lê komkujî ye
15:50 Li Amedê êrişa li dijî mamoste hat şermezarkirin
15:02 Rojnameger Dogan dîsa tê darizandin
14:30 Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê berxwedana gel mehek li pey xwe hişt
14:28 Wezareta parastinê derheqê leşkerên ku kunyeyên wan hatine parvekirin de bêdeng e
13:59 'Tekane berpirsyarê cînayeta li Bartinê desthilatdariya siyasî ye’
13:47 Di bûdçeya 2023’yan de 660 mîlyar lîre valahî heye
13:45 11 sal û 7 meh cezayê hefsê li Leyla Guven hat birîn
13:42 Dadgehê derbarê Baroya Amedê de biryara beraetê da
13:23 Serokkomarê Iraqê Latîf Reşîd dest bi peywira xwe kir
13:17 Emîne Şenyaşar bertek nîşanî îdianameyê da ku Yildiz ê AKP’î tê de nîne
12:53 Sê karkerên hevalên hev li kêleka hev hatin veşartin: Zarokên me bûn qûrbanên xemsariyê
12:52 Polîsan careke din belavkirina Rojnameya Xwebûnê asteng kirin
11:35 Jina tundî lê hat kirin bi awayek guman jiyana xwe ji dest da
11:35 Rêwîtiya zaroka genim a ber bi koka xwe ve
10:42 Bîlançoya 6 mehan: 2 hezar û 476 caran çekên kîmyewî hatin bikaranîn
10:40 Li Semsûrê 5 kes hatin binçavkirin
09:49 Nivîskarê Misrî: Ocalan sembola hemû azadîxwazên cîhanê ye
09:01 Rojên Wêjeya Berawirdî ya Amedê ya 4’emîn dest pê dike
09:01 Siyasetmedarên jin ên Şirnexê: Kesekî tecawizkar çawa tînin Cizîrê?
09:00 Parêzer Enmek: Têkoşîna malbata Şenyaşar kir ku îdianame bê amadekirin
09:00 ROJEVA 17'Ê COTMEHA 2022'YAN
16/10/2022
22:09 Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê: Li Girtîgeha Reştê 6 girtî hatin qetilkirin
21:46 Li 5 bajarên bakurê Kurdistanê serokên nû yên baroyan hatin bijartin
19:51 Li Girtîgeha Evînê herî kêm 4 girtiyan jiyana xwe ji dest daye
18:26 Di êrişa Tirkiyeyê de jinek bi giranî birîndar bû
18:21 Amedspor bi 3 golan bi ser ket
17:05 Uçar û Akin weke Hevberdevkên Partiya Çep a Kesk hatin hilbijartin
16:51 Xwendekarên wargeha KYK’a Dêrsimê ji ber xurekan jehrî bûn
16:46 Li Semsûrê loqmeya aşûreyê hat belavkirin
16:40 ‘Berpirsê faciaya kana madenê desthilat e’
16:37 Li Dîlokê bertek nîşanî daxuyaniya Erdogan a ‘qederê' dan
16:32 Sê madenvan hatin definkirin: Sersarî heye bila hesaba wê were pirsîn
16:17 Di wesayîta parastvanên serokê AKP'ê yê Elkê de tiryak hat girtin
16:16 Rêveberiya Komeleya Birca Belek guherî
16:06 Buldan: Jiyana ku AKP hêjayî karkeran dibîne, komkujiya Bartinê ye
15:14 Girtîgehên Tebrîz û Sineyê jî piştgirî dan berxwedana gel
14:45 Di Kongreya Partiya Çep a Kesek de banga mezinkirina Tifaqa Ked û Azadiyê
14:30 Tirkiyeyê êrişî baregeha rejîma Şamê kir
14:05 Şewata li kana madenê hêj nehatiye vemirandin
14:04 Sancar: Em neçarî rejîma xwîn, talan û derewan nînin
13:30 Dayika ku li Amasrayê lawê xwe winda kirî: Agir bi mala min ket
12:33 Malbata Şenyaşar: Necezakirin, rê li ber komkujiyên nû vedike
12:24 KODAR’ê ji bo Girtîgeha Evînê hişyarî da: Dakevin qadan û nehêlin rejîm girtiyan bikuje
11:55 Di îdianameya qetilkirina Şenyaşaran de ku piştî 4 sal û 4 mehan hat amadekirin wekîlê AKP’î tune ye!
10:56 Doza Denîz Poyraz: Hêzên tiliya wan di cînayetê de heyî peyama ‘desthilatdarî em in’ dan
09:00 Parêzer Çakas: Desteyên çavdêriyê bûne Dadgehên Îstiqlalê
09:00 Rojnameger Zagros: MÎT bêyî îstîxbarata Herêma Kurdistanê nikare tiştekî bike
09:00 ROJEVA 16'Ê COTMEHA 2022'YAN
15/10/2022
22:41 Tê gotin ku girtiyan agir bi Girtîgeha Evînê ya Tehranê xistiye
22:21 Gelek wesayîtên leşkerî ber bi gundê Birazeynayê ve hatin şandin
20:23 Li Rihayê zarokek hat qetilkirin
20:17 26 kesên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan
18:43 Li Cirnêreş di kîsekî de hestî hatin dîtin
17:27 Li Bartinê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi dawî bûn
17:09 Hat xwestin ku girtiyê nexweş ê şizofren Ozel bê berdan
17:05 Şermezarkirinên li Îranê di roja 29’an de ne
16:51 Li Xarpêtê di nava 24 saetan de 3 jin hatin qetilkirin
16:38 79 baroyan bertek nîşanî êrişa di doza Denîz Poyraz de li parêzeran hatiye kirin dan
16:21 Di Nobeda Edaletê de 4 dayikên girtiyan hatin binçavkirin: Em ê bêdeng nemînin
16:06 Berdana girtiyê nexweşê giran Yapici 3 mehan hate taloqkirin
15:57 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Tosûn û Aydemîr pirsîn
15:30 Civîna ‘Girtîgeh û pêvajoya darazê’: Binpêkirin bitêkoşînê bi dawî didin
14:54 Bi girseyî serdana şîna Suphan Çabûk hat kirin
14:40 Şandeya HDP’ê diçe Bartinê
14:29 ‘Divê girtiyê nexweş Abdullah Yilmaz bê tedawîkirin’
14:23 ‘Bila sembola berxwedanê Girtîgeha Amedê bibe muze’
13:46 Aydenîz: Em ê ji bo azadiya Abdullah Ocalan têbikoşin
13:45 Aqubeta Fehmî Tosûn û Nazim Gulmez hate pirsîn
13:30 Malbata Şenyaşar: Dozname têr nake divê darizandina adilane pêk were
12:17 Di karesata Bartinê de hejmara miriyan derket 40’an
11:42 Baroya Şirnexê bertek nîşanî Qanûna Sansurê da
11:11 Serokê ABF’ê Aslan: Serokatiya Malacemê qeyûm e
10:23 HDP’ê şahiyên xwe yên salvegera 10’emîn betal kirin
10:17 Piştî li 2 girtiyan dan wan sewqî girtîgehek din kirin
10:16 Lêgerîna edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 586’emîn de ye
10:16 16 car binçavkirin, 12 doz û pişt re jî gefa ‘vî bajarî terk bike’ lê hatiye xwarin
09:41 'Em ê siberoja di xeyalên xwe de bi ruhê Nagîhanê ava bikin'
09:22 Li Antalyayê 12 xwendekar hatin berdan
09:05 Li Colemêrgê cerdevantî li du gundan tê ferzkirin
09:04 Ji IPI'yê Grîffen: Qanûna sansurê dê azadiya çapemeniyê ji holê rake
09:02 Bi pereyê di berîka xwe de tenê dikarin tenekeyeke rûn bikirin!
09:01 ‘Li edaleta windayî digerin'
09:00 ROJEVA 15'Ê COTMEHA 2022'YAN
08:50 Hejmara karkerên ji ber teqîna kana madenê jiyana xwe ji dest dan derket 28’an
14/10/2022
22:27 Li Sîlopiyayê pevçûn: Kesek mir
20:36 Li Bartinê di kana komirê de teqînek rû da: 2 karker jiyana xwe ji dest dan
20:03 Di doza Denîz Poyrazê de mutalaa hat eşkerekirin
19:03 Baroya Îzmîrê êrîşa li dijî parêzeran şermezar kir
18:55 Di doza malbata Şenyaşarê de der barê 19 kesan de biryara neşopandinê