Bi hezaran dar kirin qurbana înşaetê
- ekolojî
- 15:49 10/2/2021
Li taxa Seyrantepe ya Amedê şîrketek taybet bi hezaran dar kirin qurbana înşaetê. Li ser qada 140 dolim zevî bi hezaran dar ji bo înşaetê birîn.
Li taxa Seyrantepe ya Amedê şîrketek taybet bi hezaran dar kirin qurbana înşaetê. Li ser qada 140 dolim zevî bi hezaran dar ji bo înşaetê birîn.
Bi biryara serkmartiyê gelek statuya gelek zozanên Herma Behra Reş hatin guherandin. Herî dawî Robarê Firtinayê jî ket ber îstimlaqkirin. Ekolojîst Cemîl Aksû got: "Bi awayekî aşkere zemîna cinayetê tê amadekirin."
Li Mezîtliyê tê xwestin ku nêzî 60 hezar darên narinciyê bên birîn. Serokê Şaxa Tarim Orkam-Sen a Mêrsînê Omer Ozden, ji bo xelaskirina van daran bang li rêxistinên civaka sivîl û xwezahezan kir.
Piştî biryarnameya Serokomariyê, Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrsînê biryar girt ku li Navçeya Mezîtlî ya Mêrsînê, li şûna 60 hezar dar qada sîteya senayiyê veke. Xwediyên zevî û baxçeyan bertek nîşanî vê yekê dan û diyar kirin ku dixwazin van zeviyên bi bereket bikin qurbana rantê. Meclîsa MHP'ê jî li projeyê xwedî derket.
Parlementera HDP'î Ayşe Surucu, destnîşan kir ku polîtîkayên çandiniyê yên îqtidarê tu hêz û quwetê li cotkaran zêde nake û got: "Em bi tovên ku em hildiberînin çandiniyê bikin, em bi xwe tevdîrên xwe bigirin. Em li dor nirxên xwe yên çandiniyê bibin xelek, em hilberînê bidomînin."
Rêxistinên hawirdorê bal kişandin ser teqîna li înşeata Santrala Nukleerê ya Akkûyûyê û destnîşan kirin ku ev nîşaneya ku dê di pêşerojê de bibe cihê felaketeke mezin. Hawirdorparêzan xwest projeya heyî bê rawestandin.
Piştî ku ava Gola Wanê kêm bû, qirijiya wê jî berçav bû. Ekolojîstan destnîşan kirin ku bi bermayiyên kîmyewî qirêjî zêdetir dibe.
Berpirsiyarê Projeya Avhewa û Enerjiyê ya Greenpeace Akdenîzê Gokhan Ersoy, anî ziman ku pêkerên ewil ên ku dibin sedema krîza avhewayê, ne bikaranîna şexsî, ne helwest û tebîetên şexsî ne. Ersoy, bilêv kir ku pergala cîhanê ya heyî, ji dêvla parastina mirov û xwezayê, şîrketan û kapîtalîzmê diparêze.
Ji ber HES'a li Çemê Sortkînê gelek masî mirin. Derbarê rawestandina HES'a ku bandorek nebaş li çandinî û sewalvaniyê jî dike, doz hat kirin.
Gundiyan bertek nîşanî rayedarên şîrketa ku ji bo kana madenê dixwazin li navçeya Çemîşgezekê sondajê bikolin da û bi rê girtinê nehiştin makîneyên kar bikevin qada madenê.
Li Stenbolê li gor par rêjeya tijebûna bendavê ji sedî 36'an kêm bû, bû ji sedî 19.79. Hîndekarê Fakulteya Daristanê ya Zanîngeha Stenbolê Doganay Tolûnay, anî ziman ku Stenbol bi xetereya ziwabûnê re rûbirû ye û ji ber avahiyên sermayeyê hewzên avê tune bûne.
Li Çemê Zorê tê xwestin ku HES bê çêkirin. Şêniyên herêmê ji ber ku dê HES xwezaya wan û çavkaniyên wan ên debarê talan bike, dixwazin bê betalkirin û ji bo vê serî li Midûriyeta Îdareya Taybet a Îmarê û Başkirina Bajêr a Êlihê dan.
Rojnameger Yusuf Gurcusû diyar kir ku Peymana Parîsê ne çareseriya avhewayê ye û got: "Tenê çareseriyek heye. Ew jî divê nêzikatiyek sosyalist li ser cîhanê bê serwerkirin."
Huseyîn Akil ê ekolojîst diyar kir ku projeya HES’ê ya li ser Geliyê Zorê tê xwestin were çêkirin ji sedî 70’ê dikeve sînorê Amedê û biryara Meclîsa Giştî ya Bajêr a Êlihê girtiye nederbasdar e û ji bo betalkirina projeyê dê serî li dadgehê bidin.
Welatiyên ku nerazîbûna xwe ya ji bo santrala hîdroelktrîkê ya tê xwestin li Geliyê Zorê bê çêkirin nîşan dan, anîn ziman ku dê nehêlin ku gelî di bin avê de bimîne.