Petrol tevî Çemê Êlihê bû: Xerabiyeke li dijî xweza û jiyana mirovan e
- ekolojî
- 10:40 24/3/2023
Ekolojîst Ridvan Ayhan diyar kir ku ji ber neberpirsyariya rayedaran, petrola ham tevî Çemê Êlihê bûye û wiha got: “Cihê ku av lê derbas dibe boru bi cih kirine. Ev yek xerabiyeke li dijî xweza û jiyana mirovan e. Divê rayedar dev ji xeletiyên xwe berdin.”