Hejmara kesên di êrişa Îsraîlê ya li dijî Şamê de hatine kuştin derket 12’an
- cîhan
- 15:26 21/1
Hejmara kesên di êrişa Îsraîlê ya li dijî Mihafizên Şoreşê yên li Şamê de hatine kuştin derket 12’an.
Hejmara kesên di êrişa Îsraîlê ya li dijî Mihafizên Şoreşê yên li Şamê de hatine kuştin derket 12’an.
Balafira Rûsyayê ku 6 kes tê de bûn li Efxanistanê ket.
Îsraîlê li Şamê bi fuzeyê êrişî avahiyeke çar qat kir. Hate diyarkirin ku di êrişê de rêveberên Muhafizên Şoreşê yên Îranê û serokên komên filistînî yên alîgirên Îranê ne hedef hatine girtin.
Îranê ragihand ku têkildarî êrişa bombeyî ya li Kirmanê 2 kes hatin bê bandorkirin û 2 kes jî hatin girtin. Hate diyarkirin ku yek ji kesên hatiye girtin, yek ji serokên DAIŞ’ê Muhammed Îmran Tanvîr yê bi nasnavê ‘Ebû Îbran’ e.
Xusiyên Yemenê ku Îran alîkariya wan dike, ragihandin ku DYA û Ingilîstan 2 caran êrişî bajarê Hudeyde yê li rojavayê welat kirine.
Pakistanê li dijî gundekî Îranê yê li ser sînor bi moşekan êriş kir. Hat zanîn ku di êrişê de zarok û jin jî di nav de kuştî û birîndar hene.
Li kantona Valaîs a Swîsreyê di çarçoveya kampanyaya “100 hezar qert” a ji bo Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin de ji Girtîgeha Îmraliyê re qert hatin şandin.
121 rewşenbîr û hunermendên li Fransayê kolektîfa “Em bibin dengê aştiyê li Kurdistanê” ava kirin û dê di 13’ê çileyê de li Marsîlyayê konferansekê li dar bixin. Di danezana kolektîfê ya di rojnameya Liberationê de hatiye weşandin de wiha hat gotin: “Em ê ji bo pêşîlêgirtina tunekirina gelekî û ji bo dengê aştiyê bilindtir û zelaltir biqîrin bên ba hev.”
Prof. Dr. Cengîz Aktar diyar kir ku mimkin nîne Îsraîl li Xezeyê rêveberiyeke mêtingehê ya girêdayî xwe ava bike û wiha got: “Nezelaliya polîtîkayên hêzên navneteweyî, Rojhilata Navîn a ku bi şer serûbino bûyî ber bi nediyareke mezin ve dibe.”
Hejmara filistîniyên di êrişên heta niha yên Îsraîlê yênl i dijî Xezeyê de jiyana xwe ji dest dayîn derket 22 hezar û 835’an.
Prof. Norman Paech piştgirî da kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî” û got: “Ev pêngav nîşan dide ku Abdullah Ocalan sînorên Kurdistanê pir derbas kiriye.”
Baregeha Herîrê ya hêzên Amerîkayê bi balafireke bêmirov hedef hat girtin. Li gorî agahiyan tu zirar negihiştiye baregehê.
Hejmara kesên li Japonyayê di erdhejê de jiyana xwe ji dest dayîn derket 94’an û aqûbeta 220 kesan jî nayê zanîn.
Îranê bîlançoya hejmara miriyan û birîndaran careke din nû kir. Wezîrê Karûbarên Derve Huseyîn Emîr Ebdullahiyan daxuyand ku di êrişan de 84 kes mirine û 284 kes jî birîndar bûne. Abdullahiyan da zanîn ku wan di mekanîzmaya NY'ê de dest bi girtina tevdîrên lezgîn ên hiqûqî û navneteweyî kirine.
Di bîranîna Qasim Silêmanî de li ser hev teqîn çêbûn û hejmara kesên mirine derket 103’yan.