Kovara Dilopê 3 sal li pey xwe hişt
- çand û huner
- 10:52 11/3/2021
Hejmara 19’an a Kovara Dilopê derket. Dilopa ku weşana mijarên çand-huner û polîtîk dike 3 sal li pey xwe hişt.
Hejmara 19’an a Kovara Dilopê derket. Dilopa ku weşana mijarên çand-huner û polîtîk dike 3 sal li pey xwe hişt.
Hunermend Canê, diyar kir ku serpêhatiya wê ya muzîkê li ser çokên Şakiro û li ber dengê Meryemxanê dest pê kiriye. Canê, anî ziman ku wê bi fîlma "Fermana 74'an Şengal" xwestiye hovîtiya DAIŞ'ê ya li ser jinên êzidî bi cîhanê bide temaşekirin. Her wiha Canê bang li hêzên kurdî kir ku yekîtiya xwe ava bikin.
Akademiya Ma Muzîkê salvegera xwe ya çaremîn bi konserekê pîroz kir. Kordînatorê Ma Muzîkê Şerko Kanîwar di konserê de diyar kir ku wê tu carî zarokên vî welatî bê muzîk nehêlin.
Romana "Orok" a H. Kovan Baqî ji Weşanên Lîsê derket. Diyalog û monologên ji hişekî bîrewerî diwelidin, li derdora welatekî bi binyat lê bênav! tevnek raçandiye... Xwîner bêyî hay jê çêbibe ha dibîne ku li peşberî kitaneke spî, li siya Zeyno û Fendo temaşe dike û li nitqên wan dihese.
Koordînatorê Akademiya Ma Muzîkê Şêrko Kanîwar, ji bo ku kampanyaya wan a alîkariyê dane destpêkirin bigihîje armanca xwe banga piştgiriyê kir.
Hewa êdî germ dibe û bêhna biharê tê. Qadên pîrozbahiyan jî germ dibin. Konserên Amîdayê wê van qadan germ bikin. Vê konsera di dorê de bi temaya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê hat amadekirin. Di konserê de hunermendên jin distrên û hunera xwe nîşan didin.
Pirtûka Antolojiya Çîrokên Mezopotamyayê ku jiyan û çîrokên 50 nivîskarên Doza 49’an têde cih digirin û bi pêşengiya MYD’ê hat amadekirin, derket.
Mizgîn Ronak bi romana "Nobedarê Gulên Kobanê" ku ji Weşanên Sîtav derketibû, bişirînekê datîne ser lêvan. Lê hîna ev bişirîn di dil de bi cih nebûye, bi dengê gurmîn û teqînan nîvco dimîne.
Îsmaîl Guney Yilmaz û hevalên xwe bi lazkî kovara "Uncire" (Bêxew) derdixin. Yilmaz, destnîşan kir ku armanca wan hejmara kesên ku karibin bi lazkî bixwînin û binivîsin zêde bikin.
Dengbêj Yûsûf Mizrak got: "Heya ez sax bim, ez ê dengbêjiyê bikim û dev jê bernedim."
Di çarçoveya kampanyaya îmzeyê ya ku Komîsyona Ziman a 21’ê Sibatê ji bo kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê da destpêkirin li ser online di 3 rojan de 6 hezaran zêdetir îmze hatin komkirin.
Li navçeya Çelê 14 malên dîrokî ku tomarkirî ne û îhaleya restorasyona wan nehatiye kirin, bi hilweşandinê re rûbirû ne.
Desteya Parastina Heyînên Çandî û Xwezayî ya Rihayê, Dêra Hanefîş Kaya wekî qada sîtê îlan kiribû. Lê belê ji bo parastina dêrê tiştek nehatiye kirin û defîneger wê texrîb dikin.
Mûhammet Yilmaz ku di zarokatiya xwe de dil bijandiye dengbêjiyê, bal kişand ser girîngiya kilaman û got: "Divê em bibin dengbêjê gelê xwe û civaka xwe. Divê çanda dengbêjtiyê bidome."
Tirba Tuba Hatûn a li Artûklûyê ji aliyê kesên li xezîneyê digerin ve hat rûxandin.