Ji objektîfa wênegirekî di salên 1990'an de Amed
- çand û huner
- 09:01 07/4/2021
Wênegirê alman Hans Peter Grumpe, wêneyên Amedê yên di sala 1988 û 1990'î de girtine li ser malpera xwe parve kirin.
Wênegirê alman Hans Peter Grumpe, wêneyên Amedê yên di sala 1988 û 1990'î de girtine li ser malpera xwe parve kirin.
Qeydên dîmenên Newroza Parîsê ya sala 1984’an a ji aliyê Enstîtuya Kurdî Parîsê ve hatibû lidarxitin, hat weşandin. Newroza ku bi coş hatiye pîrozkirin, gelek hûnermendên navdar ên mîna Ciwan Haco, Şivan Perwer û Yilmaz Guney cihê xwe di pîrozbahiyê de digirin.
Keleha Wanê ku hin deverên wê bi "betonê" hatine restorekirin, hem ji aliyê defînegeran ve tê texrîbkirin hem jî bi çopên kesên serdana wê dikin, derdora wê tê qirêjkirin.
Li Amedê biryara girtina eywanên sînemayê ya ji ber pandemiyê, heta 12’ê gulanê hat dirêjkirin.
Ji bo rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 4’ê Nîsanê kurtefîlmek hat amadekirin.
Li Rihayê Keşîşxaneya Deyr Yaqûbê ku wekî warê aştiyê jî tê zanîn, bûye sergo û warê defînegeran.
Seydayê Tîrêj di 79 salên rêwîtiya xwe ya wêjeyê de mîrateyeke bêhempa li pey xwe hişt. Di berhemên Wî de hesta neteweyî, evîna erdnîgariya Kurdistanê heye, banga serhildanê li ciwanên Kurd, wêrekiya jinên Kurd û yên cîhanê jî nîrên helbestê Tîrêj in. Dîwan kanîyeke ji dilê Tîrêj der bûye...
Li Îdirê ciwanên azerî, bi lîstika “kose” derî bi derî geriyan û Cejna Newrozê pîroz kirin.
Kolektîfa Rîtma Azad, strana "Ew roj wê bê" ku di Newrozê de gotibû, dê di Newroza îsal de cardin bibêje. Endamê Kolektîfê Veysel Kiliç, bang li gelê Êlihê kir ku stranê li qada Newrozê bi hev re bibêjin.
Kovara Derûnnasiya Psychology Kurdî bi hejmara xwe ya 12’an derket. Di vê hejmarê de jî li ser gelek mijarên derûniyê sekinîye û raxistiye ber çavan.
Romana Ezemşêr a nivîskar Îhsan Colemêrgî ku ji Weşanxaneya Lîsê derketiye, qewimînên destpêka salên 1600’î yên li derdora mîrekiya Hekariyan û Waliyê Wanê yê Osmaniyan digire dest. Qehremaniya Ezemşêr û serînetewandina Ehya Beg a li dijî Osmaniyan ku bi saya dengbêjan gihîştiye îro, bi saya vê romanê dê binivîskî jî xwe bigihîjîne pêşerojê.
Ji Newrozê re çend roj man. Ji ber vê li Amedê eleqeya ji bo kincên herêmî pir zêde bûye.
Komeleya Wêjekarên Kurd kongreya xwe ya ewilî li dar xist. Sultay Yaray û Mehmet Devîren bûn hevserokên komeleyê.
Kovara qerfî Zrîng ku mehane weşanê dike, di hejmara meha adarê de cih da Newrozê. Kovar bi berga ‘Bijî Newroz’ derket. Li ser berg 2 kes bi lastîkan agirê Newrozê pê dixin û dibêjin dê tekerekê jî ji bo yên hundir pêxin.
Îro salvegera 4'emîn a koça dawî ya Hozan Dilgeş e. Hozan Dilgeş bi dehan stran û berhem li pey xwe hişt û deng û stranên wî ketin ser zar û ziman û di guhên me de man. Ew dildarê welatê xwe û doza xwe bû.