ANKA DER’ê ji ber Serê Salê serdana malan kir
- çand û huner
- 14:12 13/1
ANKA-DER’ê di çarçoveya aktîvîteyên Serê Salê de serdana malên kurdan ên li Enqereyê kirin.
ANKA-DER’ê di çarçoveya aktîvîteyên Serê Salê de serdana malên kurdan ên li Enqereyê kirin.
Endamê Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê Mehmet Alî Taşçi yê diyar kir ku li Amedê xwe amade dikin Serê Salê bi hin cure aktîvîteyan pîroz bikin wiha got: “Naveroka aktîvîteyên têr û tejî ye. Dê çend surprîzên me jî hebin.”
Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek ji bo serdema nû ya perwerdehiyê dest bi qursên nû dike. Rêveberê komeleyê Muhyettîn Dûymak bang li her kesî kir ku xwedî li ziman û çanda xwe derkevin.
Rêveberê Şaxa MED-DER’ê ya Farqînê Mahsûm Karakoç ji bo serlêdanên qursên zimên bang li farqîniyan kir û wiha got: “Ziman şitla welêt û civakê ye. 15’ê vê mehê qursên me dest pê dikin. Werin xwedî li zimanê xwe derkevin.”
Hunermendê kurd Kasim Taşdogan anî ziman ku bi strana xwe ya “Ziryanim” hewl da tiştên di komkujiya Şengalê de qewimîne û dengê girtiyan ragihîne û wiha got: “Ez vê stranê diyarî Şengalê û têkoşîna girtiyên bi salan e tên ragirtin dikim.”
Perwerdekarê Ma Muzîkê Ferhat Ertaş diyar kir ku bi polîtîkayên bêbîrkirinê yên li ser kurdan tên meşandin asîmîlasyon kûrtir bûye û bang li kurdan kir ku li dijî vê xwedî li çanda xwe derkevin.
Perwerdekara Ma Muzîkê Nûdem Tekîn diyar kir ku wan bi pirtûkên xwe yên rêbaz û rîtmê tiştekî nû afirandiye û got: "Perwerdehiya bi zimanê dayikê li dijî asîmîlasyonê têkoşîneke mezin e."
Ji bo pirtûka “Nîsanê” ku helbestên rojnamevan Nagîhan Akarsel lê hatine berhevkirin, aktîvîteya îmzeyê hate lidarxistin.
Endamên koma muzîkê ya bi navê Vodvil ku salek berê ji aliyê xwendekarên zanîngehê yên li Îzmîrê ve hat avakirin, destnîşan kirin ku ew dengê ciwanan e ku dewlet û pergal hewl dide wan dejenere dike û ji têkoşînê dûr bixe û gotin ku dê bi muzîkê li dijî hemû êrişan rabin.
ŞanoWanê bernameya xwe ya meha çileyê eşkere kir.
Di êrişên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de derhênerê dîmenê Mensûr Kerîmeyan jiyana xwe ji dest da. Hevserokê Komîna Fîlm a Rojavayê Nûman Yîgît derbarê Kerîmiyan de wiha got: “Mensûr hem evîndarê gelê xwe hem jî evîndarê hunera gelê xwe bû.”
Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya meha çileyê ya sala nû eşkere kir. Dê vê mehê 6 lîstikên mevan jî pêşkeşî şanohezan bên kirin.
Bi îdiaya ku “heqaret li Erdogan kiriye” derheqê hunermendê kurd Alî Baran de doz hate vekirin.
Kesên ku li ARÎ-DER'ê mafê atolyeya mamostetiya kurdî bi dest xistin, diyar kirin ku ew li bendê ne perwerdehiyê bidin û bal kişandin ser têkoşîna ji bo zimên.
KOM Muzîkê hemû berhemên Koma Asmînê di albuma bi navê “Ez Keç im Keça Kurda me” de berhev kir.