'Wêrekî li dijî tirsê sekna hevpar e'
- çand û huner
- 09:28 07/12/2017
Dildarê TAKSAV'ê Mesut Gungor der barê Mîhrîcana Şanoyê 6'emîn a Îzmîrê ya Navneteweyî de agahî dan û da zanîn ku ew bi têmaya "Wêrekî"yê, li dijî tirsê sekneke hevpar nîşan didin.
Dildarê TAKSAV'ê Mesut Gungor der barê Mîhrîcana Şanoyê 6'emîn a Îzmîrê ya Navneteweyî de agahî dan û da zanîn ku ew bi têmaya "Wêrekî"yê, li dijî tirsê sekneke hevpar nîşan didin.
Li Amedê ji aliyê hin nivîskar, helbestvan û helbesthezan ve Koma Helbestê ya Amedê hat avakirin û dest bi xebatên xwe kirin. Kom dê ji 15 rojan carek li ser jiyan û taybetmendiyên helbestvanên kurd û helbestên kurdî raweste û nirxandinan bike.
Mîhrîcana Sahafan a Haydarpaşayê xwendevan û pirtûkên kevn gihandin hev. Pirtûkfiroşan got ew ji ber eleqeya hat nîşandan kêfxweş in û wiha gotin: "Bêhna behrê, bêhna pirtûkan hemû bi hev re bûn."
Berikên Colemergê yên bi boyaxa xwe, nexşên xwe û bergiriya ku nav û deng in, bi destên jinan zînde dibin. Tevnkerê berikan Enîs Aktaş, diyar kir ku hem ji bo aboriya xwe û hem jî ji bo nirxeke çandiyî ew berikan çê dike.
Saziyên çand û hunerê yên Pale Huner, Şanoya Bajêr a Amedê û Mala Hunerê ya Duçemê dê di Kanûnê de bi bernameyên têr û tijî derkevin pêşberî hunerhêzan. Sazî dê bi bernameyên fîlm, nîqaşên wêjeyê, xwendina helbestan, dîwana dengbêjan û muzîk derkeve pêşberî gel.
Lîstika ‘Mala Bernarda Alba’ ya şaîr û nivîskar Federîco Lorca yê Îspanyolî dê sibe li Wanê derdikeve ser dikê. Derhênerê Lîstikê Nazmî Karaman, diyar kir ku lîstik balê dikişîne ser hemû pirsgirêkên jinan.
10 kesên xwedî pîxeyên cuda kom bûn û Koroya Hevdeng ava kirin. Koroya Hevdeng ji klamên herêma Serhadê yekem albuma xwe amade kirin. Koroya ku provayên xwe li salonên dawetan kirin diyar kirin ku wan di ber xwe da û klîba xwe çap kir.
Pirtûkxaneya bi Deng a ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve ku ji bo çavkaniya zimanê zikmakî yê zarokan hatibû vekirin, ji aliyê qeyûm ve hat girtin. Xebatkarên yekîneyê ji kar hatin derxistin û qeydên di malpera înternetê de jî hat astengkirin.
Pêwîste agahdarkirina hemû klîbên ji aliyê portala muzikê ya Netd a girêdayî Holdînga Doganê bigîhîje aboneyan. Hat angaştkirin ku kes xwe nagihîne agahdarkirina klîbên kurdî. Hunermendên kurd rewşê wek sansûrkirina li ser muzîka kurdî pênase kirin.
Mûstafa Gazî bi navê xwe yê dîtir 'Seyda' helbestkar, bestekar û nivîskareke berhemdar. Di tevahiya jiyana xwe de wê nasnameya kurdî ya hatiye biçûkxistin ji xwe re kir xem û li hemberî polîtîkayên bişavtinê yên ji bo tunekirina kurdî dihatin sepandin têkoşiya. Seyda ku demeke dirêj ji ber nexweşîna xwe tedawî dibû, di 28'ê Mijdarê de çavê xwe li jiyanê girt.
Peykertraş Îsmaîl Dogan peykerê bilbilê Serhedê Dengbêj Evdalê Zeynikê çê kir. Dogan da zanîn ku ji ber Evdalê Zeynikê remz û temsîliyeta wêjeya devkî ye peykerê wî çê kiriye. Dogan got ku dibe nav û peykerên navdarên kurd bên hilweşandin, lê kes nikare çand û hunera wan ji hişê kurdan paqij bike.
Dihat plankirin ku belgefîlmê bi navê "Sûr. Ax û Welat" di 3'yê Kanûnê de li Navenda Çandê ya Cemîl Candaş bê nîşandan. Polîsan destûr neda.
Li Wanê Şanoya Mencel a komek lîstikvan avakirin, dê di 4’ê Kanûnê de ji bo hunerhezan perdeya xwe veke. Li şanoyê dê piranî lîstikên kurdî bên pêşandan.
Hejmara 22’yemîn a kovara raman û bîrdoziyê Demokratîk Modernîte derket.
Hozan Kazo diyar kir ku êşên gelê kurd dîtiye bi vegotina kilaman tîne ziman û wiha got: “Ez hemû êş û zextên li ser me diqewimin bi awazên xwe tînim ziman. Heke ez kilaman nebêjim ez ê di nav êşên xwe de bifetisim.”