Komeleya Wêjekarên Kurd rêveberiya nû diyar kir
- çand û huner
- 14:24
Komeleya Wêjekarên Kurd 3'emîn Kongreya xwe ya Asayî lidarxistin, Herdem Kirtay û Haci Ozkal bûn hevserokên komeleyê.
Komeleya Wêjekarên Kurd 3'emîn Kongreya xwe ya Asayî lidarxistin, Herdem Kirtay û Haci Ozkal bûn hevserokên komeleyê.
Xwediyên weşanxaneyên beşdarî "Rojên Pirtûka Kurdî" bûne diyar kirin ku armanc dikin xwendevanan bi pirtûkên Kurdî bînin cem hev û gotin: "Em ê biçin cihên ku gel pirtûkên Kurdî peyda nake."
Zimanzan Zana Farqînî destnîşan kir ku heke dewlet dev ji polîtîkayên heyî berde jî li ser Kurdî xetere heye û got: “Dewlet deyndar e, divê cihêkariyeke pozîtîf bike ku ev ziman winda nebe.”
Berdevkê Komeleya Çanda Civakî ya Nûjînê Homer Feizî diyar kir ku heta ku zimanê Kurdî ji dagirkeriyê rizgar nebe, dê azadiya ramanê pêk neyê.
Li Wan, Amed û Colemêrg di daxuyaniyên ku bi minasebeta Roja Zimanê Kurdî hatin dayîn de bal hat kişandin ser daxwaza ku kurdî wek zimanê fermî û perwerdehî bê qebûlkirin.
Koma Ma’yê di 4'emîn Mîhrîcana Çanda Kurd a Parîsê de konserek da û ji bo kampanyaya "Milyonek pirtûk, milyonek zarok" bang kir.
Hat zanîn ku Şanoya Dewletê ya Wanê bi hinceta “Midûr guncav nabîne” eywan neda lîstika bi Kurdî ya "Ma diz yek e!"
DEM Partiyê li Colemêrgê bi boneya Cejna Zimanê Kurdî daxuyanî da û got ku dê di her qadên jiyanê de têkoşîna xwe ya ji bo ziman û nasnameyê bidomînin.
Komeleya Lêkolînên Kurd, NÇM û Dibistana Muzîkê ya Egîdê Cimo dê di 25’ê Gulanê de bi boneya Cejna Zimanê Kurdî şahiyê li dar bixe.
Nivîskaran diyar kirin ku ji bo çaeseriyê divê ji ewil bi sererastkirinên di qanûn de re statuyeke fermî ya Kurdî were qebûlkirin û gotin ku ew amade ne ku piştgiriyê bidin pêvajoyê.
Akademîsyen Îsmet Xabur di Sempozyuma Zimanê Kurdî de axivî û ji bo siyasetê got: “Zêde girîngiyê nadin ziman. Divê li her çar parçeyên Kurdistanê yekitiyeke ziman çêbibe.”
Hejmara 116’emîn a kovara Jinê bi manşeta “Bendî nebe, azad be: Jiyaneke nû pêkan e” derket.
Rûniştina duyemîn a roja ewil a Sempozyûma 2’yemîn a “Sosyo-Polîtîkaya Ziman” a Şaxa Sendîkaya Kedkarên Zanist û Perwerdehiyê (Egîtîm Sen) a Wanê bi dawî bû. Di rûniştina duyemîn a sempozyûmê de rola çapemeniya Kurdî û weşangeriya Kurdî ya li ser perwerdehiyê hate nîqaşkirin.
Serokatiya Daîreya Karên Çand û Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê têkildarî helwesta li ser beyt û navê helbestvanên Kurd ku li navçeya Sûr a Amedê li erdê hatine bicihkirin li eywana Çand Amedê (Navenda Çand û Kongreyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê) daxuyanî da. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Me xwest bi gotinên alimên ve em balê bikşînin ser ziman. Elbet wan kesan qedrê zimanê Kurdî bilind kiriye, ji bo me jî ew gelek qedirbilind in ku loma me jî xwast em bi helbestên wan bajarê xwe bixemilînin.”
Derhênerê sînemayê Alî Ozgenturk jiyana xwe ji dest da. Ozgenturk dê sibe li Beyoglûyê bê bibîranîn.