Li Amedê Pirtûkxaneya Berhemên Jinan hate vekirin

AMED - Şaredariya Peyasê li Parka 75’ê “Pirtûkxaneya Berhemên Jinan” vekir. 

Şaredariya Peyasê ya Amedê ya DEM Partiyî, li Parka 75’ê “Pirtûkxaneya Berhemên Jinan” vekir. Gelek siyasetmedar û nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî tev li vekirina pirtûkxaneyê bûn. Di vekirina pirtûkxaneyê de jinan gelek caran dirûşma “Jin, jiyan, azadî” berz kirin.
 
Hevşaredara Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar diyar kir ku pirtûkxane ji bo bajêr hafizeyeke û ev tişt anî ziman: “Dema me ev xebat dimeşand, me xwest qadeke xweser a jinan hebe. Em hafizeya xwe mezin dikin û xurt dikin.” 
 
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak jî anî ziman ku dê bi pirtûkxaneyê re heqîqet bêhtir were avakirin. 
 
‘NAVENDA HAFIZEYÊ YE’
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya jî destnîşan kir ku avakirina pirtûkxaneya ji hêla dîrokî ve watedar e û wiha got: “Ev der di heman demê de qada berxwedan û hafizeyê ye. Dema Nagihan Akarsel a hêja li Silêmaniyeyê xebatên vekirina pirtûkxaneya jinan dimeşand hate qetilkirin. Cîbicîkirina xeyalên wê, mîrateya me jinan e. Afirînerê felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî’ birêz Abdullah Ocalan di hevdîtina dawî de peyam ji jinan re şand. Ya dikeve ser milê me ew e ku gotina xwe xurt bikin û vê zanînê bi avakirina civakeke azadîxwaz û wekhev berfireh bikin.” 
 
Nivîskar Fatma Taşlitunç jî bi lêv kir ku divê ev pirtûkxane ji bo hemû şaredariyan bibe mînak û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê têkildarî jinên li malan dimînin jî xebat bên kirin. Hewceye şaredarî lez bidin xebatên xwe yên ji bo jinan.” 
 
Hevseroka DEM Partiyê ya bajar Gulşen Ozer jî bangî hemû jinên dixwazin bixwînin, binivîsin û lêkolîn bikin bên pirtûkxaneyê. 
 
Piştî axaftinan, pirtûkxane di nava stran û tilîliyan de hate vekirin. 
 
Herî dawî jî def hate lêxistin û govend hate gerandin.