Platforma Zimanê Kurdî: Divê her kes xwedî li zimanê xwe derkeve

img

AMED - Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî, diyar kir ku kampanyaya bi daxwaza ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê dane destpêkirin, didome û bang li her kesî kir ku xwedî li zimanê xwe derkevin. 

Komîsyona 21'ê Sibatê ku Tora Ziman û Çanda Kurdî, Platforma Zimanê Kurdî û gelek partiyên siyasî di nav de, ji bo kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê di 22'yê Sibatê de kampanyaya îmzeyan dabû destpêkirin. Kampanya dê heya 21'ê Sibata 2022'yan bidome.
 
Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîr, bibîr xist ku bi pêşengiya partiyên siyasî bi sernavê "bila kurdî bibe zimanê fermî, bila kurdî bibe zimanê perwerdehiyê" bi awayekî onlayn kampanyaya îmzeyan dane destpêkirin. Cizîrî, diyar kir ku berê jî gelek caran daxwaz kirine ku kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê û ev daxwaz daxwaza hemû kurdan e, ne faxwaza şexsekî, partiyekê û komekê ye. Cizîrî got: "Lewma me kampanyaya îmzeyan da destpêkirin. Ji xeynî îmzeya onlayn, endamên platformê, partiyên siyasî û her kes vê xebatê didomîne. Ji ber hindê me vê salê wekî sala zimanê kurdî îlan kir. Em ê hîn bêtir qîmet bidin kurdî. Dê ji bo ziman hin pêşniyarî berpêşî parlementoyê bên kirin. Dê bi kurdî bê axaftin. Em ê civînên xwe bi kurdî bikin. Em ê axaftina bi kurdî teşwîq bikin. Me xwest em vê hesasbûnê çêbikin. Daxwazên me, daxwazine pir xwezayî û asayî ne. Bila zimanê me li saziyên fermî, li daîreyan, li komeleyan, li nexweşxaneyan, li dibistanan, li saziyên dewletê û li her derî bê axaftin. Me kampanyaya îmzeyan di vê çaçroveyê de da destpêkirin." 
 
'XEBAT TÊN ASTENGKIRIN'
 
Cizîrî, destnîşan kir ku tenê ne li Tirkiyeyê divê bi milyonan kurdên li Ewropayê jî piştgiriya kampanyaya ziman bikin. Cizîrî, diyar kir ku li ber destê wan daneyeke zelal tune ye ku bê ka heya niha çend îmze hatine berhevkirin û got: "Partiyên siyasî û sazî, di nav xwe de di çarçoveya kampanyayê de îmzeyan berhev dikin. Em ê piştî vê mehê li hev kom bibin bê ka me çi kiriye û kêmasiyên me çi ne. Wekî tê zanîn rojev tim diguhere. Ev jî xebatên me asteng dike. Pandemî yek ji van astengiyan e. Em û gel nikarin bên cem hev du. Me xwest em standan vedin, lê em bi pandemiyê û astengiyan re rû bi rû dimînin. Ji ber vê yekê xebatên me hebikekî sist bûn. Em naxwazin meseleya zimanê kurdî bê krîmînalîzekirin û wekî unsûreke sûcî bê nîşandan."
 
‘XWEDÎ LI KURDÎ DERKEVIN'
 
Cizîrî, anî ziman ku piştî kampanya bi dawî bibe dê hevdîtinê bi serokkomar, parlemento û rayedarên bi ziman re eleqedar dibin hevdîtinê bikin û di dawiya axaftina xwe de ev tişt gotin: "Heya ku li Tirkiyeyê kurdî bibe zimanê fermî em ê bixebitin. Li Tirkiyeyyê nebe, em ê heya Ewropa, NY, Konseya Ewropayê û DMME'yê biçin. Em hêvî dikin ku hewce bi çûna cihekî çênebe û ev daxwaz bê qebûlkirin. Kurd bi salan e ji bo zimanê wan bibe zimanê fermî têdikoşin. Em dixwazin wekî xwe bijîn. Ev xebat tenê ne xebateke ji bo çend mehan e, em ê tim bikin. Em dizanin em ê bi ser bikevin. Divê her kes xwedî li kurdî derkeve. Em ê vê kampanyayê di 21'ê Sibata 2022'yan de bi dawî bikin û encamên wê parve bikin." 
 
MA / Ayşe Surme