Ji Şaredariya Amedê ji bo cotkarên ji şewatê bandor bûne piştgiriya tov
- aborî-ked
- 12:44 15/8
Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, dê ji bo cotkarên ji şewata Çinarê zirar dîtine 50 ton piştgiriya tovê genim bide.
Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, dê ji bo cotkarên ji şewata Çinarê zirar dîtine 50 ton piştgiriya tovê genim bide.
Zulfu Polat ê 36 sal in li Amedê sedîr ango kursiyên dîwanan çêdike diyar kir ku ji ber krîza aborî karê wan nabe û heke ew bimirin dê karê wan jî bi wan re bimire.
Carek din benzîn hat bihakirin. 85 qirûş li bihayê lîtreya benzînê hat zêdekirin.
Serokê Yekitiya Dikandar û Sinhetkaran a Colemêrgê Mûharrem Tekîn, diyar ku di meha dawî de 50 dikandaran dikanên xw egirtine û got ku ger polîtîkayên qedexeker bidomin dê gelek dikandarên din jî dikanên xwe bigirin.
Waniyên ku ji ber rewşa aborî zor û zehmetiyê dikişînin, gotin: "Aboriya welêt her diçe xirabtir dibe. Êdî tu titş rast nabe, bila bes ji me re çîrokan bibêjin."
Li gorî daneyên TUÎK’ê yên meha hezîranê, 234 hezar kesên din bêkar man û hejmara bêkaran li gorî mehek beriya hezîranê derket 3 milyon 305 hezar kesan.
Cotkarên Îdirî diyar kirin ku ji ber lêçûnên zêde êdî nikarin zebeş û petêx biçînin û wiha wiha gotin: “Li nav zeviyê kîloya wan bi 2 TL’an ji me dikirin lê li marketan bi 10-15 TL’an difiroşin. Heke wiha bidome em ê dev ji cotkariyê berdin.”
Li gorî rapora ÎSÎG’ê, di nava 11 salan de di baskê kar ê xurekan de herî kêm 407 karkeran jiyana xwe ji dest dan.
Li Rihayê mesrefên fistiqan zêde bûye lê belê bihayê firotina wan jî kêm bûye. Cotkarên fistiqan xwestin ku ji bo fistiqan jî bihayê li nav erd bê zêdekirin.
Welatiyên Enqereyê nerazîbûna xwe ya ji krîza aboriyê nîşan dan û ji bo polîtîkaya şer a îktîdarê wiha gotin: “Ji bo şer û çekan bûdçeyê vediqetînin lê ji bo gel tune ye.”
Di kana madenê ya bêrûxsat a li navçeya Kîlîmliyê de hezaz çêbû. Karkerê di bin axê de maye jiyana xwe ji dest da.
Cotkarên Bursayê yên firîngiyên wan di destê wan de man, li ser Rêbeja Bursa-Îzmîrê çalakî li dar xistin û dirûşma “Hikûmet îstîfa bike” berz kirin.
TUÎK a ku ji ber daneyên enflasyonê de zêde tê rexnekirin, wiha got: “Di dinyayê de yek ji saziya îstatîstîkê ya herî şefaf em in.”
Hevseroka Giştî ya SES’ê Nazan Karacabey diyar kir ku li nexweşxaneyan klîma naxebitin, tamîra wan nayê kirin û got: “Ji ber tevdîr nayên girtin em birîndar dibin û dimirin.”
Yek ji navendên sewalkariyê jî Agirî ye û li Bazara Sewalan a bajêr firotina pez ji sedî 50 ketiye û sewalkar yek bi yek îflas dikin. Sewalkar dibêjin ku berpirsyarê vê rewşê îktîdar e û dan zanîn ku gelek kesan îflas kirine.