Zarokên wan li nav erdan mezin bûne

img

RIHA - Li Rihayê bi hezaran malbat ji bo karên demsalî dan serê rêyan. Malbata Ekîcî ku 30 sal in karên demsalî dike, diyar kir ku zarokê wan li nav erdan mezin bûne. 

Li Rihayê îsal jî wê nêzî 400 hezar kes ji bo debara xwe berê xwe bidin bajarên cuda û wê karên demsalî bikin. Çendî ku şewba coronayê (Covîd-19) li seranserê Tirkiyeyê belav bûye jî, lê dîsa jî ji niha ve dane rê û wê heya 6 mehan di şert û mercên nebaş de bixebitin. 
 
30 SAL IN KARÊN DEMSALÎ DIKIN 
 
Yek ji van malbatên ku karên demsalî dike jî malbata Ekîcî ye. Malbata Ekîcî, li Taxa Hayatî Harranî ya navçeya Eyyûbiye ya Rihayê dimîne. 7 zarokên malbatê hene. Malbat, 30 sal in diçe bajarên cuda û karê demsalî dike. 
 
Bav Îbrahîm Ekîcî, anî zman ku her sal bi zor û zehmetiyên cuda re rû bi rû dimînin û got, ji ber vê zarokên wî li nav erdan mezin bûne. Ekîcî, got: "Li vî bajarî kar tuneye. Em jî ji mecbûrî diçin derve. Em li van dera bimînin em ê ji birçîna bimirin. Em diin gelek bajarên Tirkiyeyê. 10 sal in em diçin Yozgatê. Em li wir tevrika silqokê dikin. Paşê em paleyiya nîskan dikin. Gava ew jî diqede em dendikê gula berhev dikin. Herî dawî em petatan berhv dikin. Di meha 11'an de em tên malê. Cihê ku em diçinê em li wir di konan de dimînin. Cihê mayinê, ceryan û ev tuneye. Em bi derfetên xwe diçin nexweşxaneyê." 
 
KES LI TAXÊ NAMÎNE 
 
Ekîcî, bilêv kir ku şewb heye lê belê mecbûr in biçin û got: "Cihê em lê dijîn kar tuneye. Kar hebûna em nediçûn. Em ê li bajarê xwe bişixuliyana. Em 6 mehan li wan dera dimînin. Perê bi dest me dikeve em pê debara xwe dikin. Gava perê me diqede em dîsa diçin. Ji sedî 90 taxê diçe derve dişixule. Li taxê mirov namînin. Ev der taxeke xizan e. 2-3 hezar mal lê hene. Herî zêde 100 mal dimîne, ên din hemû diçin." 
 
ZAROKÊN WÎ LI NAV ERDAN MEZIN BÛYE 
 
Dayik Sûltan Ekîcî jî anî ziman ku temenê wan li nav erdan derbas bûye û got, çi 'rezîlî' hebe tê serê wan. Dayik Ekîcî, destnîşan kir ku ji ber tunebûnê zarokên wê li nav erdan mezin bûne û got: "Şekir bi min re heye. Gava em ji van dera diçin agir bi dilê min dikeve. Gava em diçin şînek me çêbibe em nikarin biçinê. Gava em dikevin rê heya em vedigerin digirîm. Gava em diçin hin kes ji me dimînin. Cihê em lê dijîn axeke bejî ye. Lê zinarek be jî destê mirov ji axa mirov nabe. Lê em mecbûr in biçin. Zarokên min li nav erd dişixulin ez jî xwarina wan çêdikim, kincên wan dişom."