SÊRT – Li Tirkiyeyê yek ji bajarên herî feqîrttir Sêrt e. Esnafên Sêrtê diyar kirin ku ew hatine ber asta derabe girtinê û top biavêjin û gotin: “Heta ku em dikaribin em ê bibin. Li cihê em nikaribin bibin, emê dikanên xwe bigirin.”
Li gorî daneyên Saziya Îstatîstîkên Tirkiyeyê (TUÎK) yek ji bajarên Tirkiyeyê yê herî feqîrtir e û serê dahata her mirovekî kêm e. Li Sêrtê krîza aborî bandora xwe dide nîşandan. Esnafên Sûca Helawciya diyar dikin ku ji ber krîza aborî ew hatine asta derabe girtinê.
‘KELÛPEL DI DESTÊ MIN DE MAN’
Jiyan Akar (27) k udi têketina Sûkê de kelûpelên qirtasiye difiroşe diyar kir ku kelûpelên qirtasiyê bi serdemî tên firotin û ji roja dibistan vebûne heta niha kelûpel nefirotine û di destê wan de mane. Akar diyar kir ku karê wan li ber par xerabtire û got: “Pereyê min li vir razandin hêj min heqê wê dernexistiye. Sala par mehê min 3 hezar TL qezenc dikir lê îsal wisa xuya dike ku ez ê hezar lîre jî qezenc nekim. Ev karek serdemî ye. Beriya vî karî min garsoniyê dikir. Heke êdî ez debara xwe bi vî karî nekim ez çi karî bibînim ez ê bixebitim. Ez neçarim bixebitim. Êdî zik têrkirin ji berê zehmettir bûye.” Akar da zanîn ku ew mezûnê zanîngehê ye û got: “Min beşa wêjeyê xilas kiriye. Tayîna min derneket. Neçar mam ez ji nû ve bixwînim. Niha jî mamostetiya bedenê dixwînim. Belkî piştî ez xilas bikim tayîna derkeve.”
'DI BERÎKA XELKÊ DE PERE NEMAYE’
Yilmaz Akgoz ê 20 sal in li Sûkê esnafiyê dike jî da zanîn ku her roja diçe karê wan nebaş dibe û wiha got: “Mesrefa cihê kar ji sedî sed zêde bûye. Di salên berê de me hezar çente difirot, lê îsal bi zorê me 200 çente firotin. Însan wê çawa çenteyan bikirin? Pere di berîka xelkê de nemaye. Çenteyê par me bi 10 lîreyî dikirî û bi 20 lîreyan difirot. Lê îsal em bi 18 lîreyî dikirin û bi 25 lîreyî bifiroşin. Qeweta însan nemaye ku êdî çenteyek bikire. Tenê ne rewşa min li vê Sûkê rewşa hemû esnafan wek hev e. Heta cihê ku em dikaribin em ê vî karî bibin. Me dît ku em nikarin bibin em ê derabeyên xwe bigirin.”
'EM VEGERIN GUND JÎ MESREF E’
Osman Alçi yê pêlavan difiroşe jî anî ziman ku her roja ku diçe mesrefê wan zêde dibin û wiha got: “Mesref pişta me şikandiye. Dema berê behsa Sûka Helawciya dihat kirin, bala her kesî dikişand. Lê niha rewşa Sûkê li ber çavan e. Kes nayê Sûkê. Kesên dibêjin aboriya welat baş e bila li halê me binêrin. Ro bûye nîvro lê 300 lîre ciro di berîka min de nîne. Salên berê rewş başttir bû. Xwedê dawiya me bike xêr. Wisa dewam bike em ê vegerin gundê xwe. A rast em vegerin gund em ê li wir çi bikin, tiştek em li wir jî bikin nîne. Li wir jî mesrefê me bibe û tiştek em ê bikin tune be.”
Mehmet Saîd ê ji sala 1992’an ve li Sûkê esnafiyê dike jî da zanîn ku firoşkarî hatiye asta sekinandinê û ew li rojên xwe yên berê digerin. Saîd diyar kir ku dema esnaf kar dikin rûyê wan dikene û dema kar jî nake kêfa wan nîne û niha kes ji firoşiyê ne kêfxweş e û ew naxwazin rewşa wan wisa bibe.
MA / Metîn Yoksu