Naxwazin bibin karkerên demsalî

img

RIHA - Rihayiyên ku ji ber kêmbûna avê dev ji erdê xwe berdane û erdnê din ji xwe re îcare kirine, ji ber zêdebûna mesrefan, qutkirina ceryanê û bihabûna avê zehmetiyê dikişînin. Cotkaran, destnîşan kir ku heger wisa dewam bike dê biçin karên demsalî bikin. 

Li Rihayê gelek cotkar ji ber kêmbûna avê dev ji erdên xwe berdane û ji xwe re erdine din îcare kirine. Lê cotkar ji ber bihabûna heqê derman, gubre, mazot û avê zehmetiyê dikişînin. 
 
‘NEHEQÎ YE' 
 
Remzî Ay (58) ku li gundê Girê Hişk ê Rihayê erd îcare kiriye û îsot, firingî û bacanên reş danîne, anî ziman ku ji zarokatiya xwe ve karê çandiniyê dike. Ay ku mala wî li gundê cilmanê ye, bilêv kir ku ji ber ku li cem heqê avê biha ye û di warê avê de pirsgirêk hene, 20 sal in li gundê Girê Hişk erd îcare dike. Ay, diyar kir ku di navbera gundê Girê Hişk û Cilmanê de 30 kîlometre heye. Ay, da zanîn ku ava Girê Hişk ava Bendava Ataturkê ye, lê belê av nayê gundê wan Cilmanê û got: "Çima vê neheqiyê dikin? ÇIma av tê vir, lê nayê herêma me?" 
 
‘MESREF ZÊDE DIBIN' 
 
Ay, destnîşan kir ku heger li gundê wan pirsgirêka avê tune bûna, dê erdê xwe bajota. Ay, diyar kir ku îsal 30 donim erd îcare kiriye û îsot, firingî û bacanên reş daniye. Ay, anî ziman ku li cem wî 10 kes dixebitin û bal kişand ser zêdebûna mesrefan. Ay got: "Berê îcarekirina erd û mesref pir erzan bû. Lê 3 sal in pir biha bûne. 3 sal berê kîsê gubre 70 TL bû, niha bi 230 TL'yî ye. Lê berên me tim erzan in. Em dibin halê, em difiroşin tomerîfiroşan. Ê kedê dide em in, lê ên qezenc dikin navbeynkar in." 
 
‘DIXWAZIM VÎ KARÎ BIKIM...' 
 
Ay, bal kişand ser pirsgirêka di warê Yekîtiyên Avê de jî. Ay, destnîşan kir ku di nav rojê de pileya germahiyê dibe 38-40 derece, lê demek berê 7-8 rojan ava wan hatiye qutkirin. Ay, anî ziman ku hemû cotkarên herêmê deyndarê Yekîtiya Avê ne û got: "Ji par de 15 hezar deynê min heye, nikarim bidim. Em nizanin em ê berên xwe bi çi qasî bifiroşin. Em ditirsin qezenca me di biniya dahatê re be. Em cotkar, mazota herî biha ya cîhanê bi kar tînin. Dewlet alîkariya me nake. Nîviyê temenê min bi vî karî derbas bûye, lê deynê her kesî li min e. Em dixwazin vî karî bikin, lê ji bo vê pêdivî bi alîkariyê heye." 
 
‘5 SAL IN TIŞTEK BI DEST NEKETIYE' 
 
Îbrahîm Şen (35) ku mala wî li navçeya Pirsûsê ye, 16 sal in li heman herêmê erd îcare dike û çandiniyê dike. Şen, anî ziman ku berî cotkariyê bike, diçû li bajarên din karên demsalî dikir û ji sala 2005'an heya niha dest bi vî karî kiriye, lê belê 5 sal in tiştek bi dest wî neketiye. Şen jî bal kişand ser fiyetên biha û got: "Min 20 donim çand. 60 hezar TL deynê avê li min e. Berê baş bû. Ez firingî, bacanên reş û îsotan datînim. Gubre, derman û tov biha bûn. Min bi 14 hezaran tov stend. Par fiyetê îsotê di navbera lîreyekê û 70 qurişî de bû. Lê li maketan, li bazaran bi 5-6 TL'yan hat firotin." 
 
DEYN 
 
Mahmût Kizgîtê Sêwregî yê 60 salî, anî ziman ku ji ber ku li devera wan pirsgirêka avê heye, li deverek din erd îcare kiriye. Kizgît ku 15 donim erd îcare kiriye, îsot û firingî çandiye û serê donimê hezar û 60 TL heqê îcareyê daye. 
 
Kizgît got: "Salê 6 hezar û 500 TL heqê avê û nêzî 15 hezar TL jî heqê gunre didim." Kizgît, destnîşan kir ku pere deyn dike û deynên xwe dide. 
 
Kizgît, anî ziman ku naxwaze biçe devereke din karên demsalî bike û got: "Heger em vî karî nekin, em ê betal bimînin. Em ê jî wekî bi hezaran karkerên demsalî ji bêgavî biçin bajarine din. Gelek jê di rê de jiyana xwe ji dest didin, bi zilma patronan re rû bi rû dimînin, bi êrîşên nîjadperest re rû bi rû dimînin. Di şert û mercên pir xirab de dimînin. Em dixisirin, lê dîsa jî em dixwazin li warê xwe vî karî bikin." 
 
12 SAET 60 TL 
 
Kizgît, bilêv kir ku rojê 60 TL'yî didin karkeran û got: "Ma dê kesek bi 60 TL'yî çi bikire? Bi saetan di bin tavê de dixebitin. Ev pere ne heqê keda wan e. Rojê 12 saetan dixebitin, zêdetirî vê heq dikin. Lê em nexisiriyana me yê zêdetir bidana wan." 
 
MA / Emrûllah Acar