Sala 2022’yan bi binpêkirinan derbas bû

img
AMED - Polîtîkaya necezakirinê mohra xwe li sala 2022’yan da. Li girtîgehan herî kêm 75 girtî hatin qetilkirin, dozên têkildarî cînayetên kiryarnediyar yek bi yek ketin, cînayetên jinan û qedexeyên li ser zimanê kurdî zêdetir bûn. 
 
AKP ku di sala 2002’yan de bi saya sozên çêkirina makeqanûneke sivîl, xurtkirina demokrasiyê, başkirina aboriyê, darazeke serbixwe û hilberînê esas digire bû îktîdar, ji îktîdarên beriya xwe hîn xerabtir bû. Ne makeqanûneke nû hate çêkirin, ne demokrasî xurt bû, ne aborî baştir bû û ne jî daraz serbixwe bû. Berevajî vê, di rêza demokrasiyê ya cîhanê de Tirkiye roj bi roj paşve ket, krîza aborî bi qasî ku nehatiye dîtin xerabtir bû, daraz bi tevahî kete bin kontrola AKP’ê û binpêkirinên mafan gihişt lûtkeyê. Li gorî par, binpêkirinên mafan di sala 2022’yan de pir zêdetir bûn û polîtîkaya necezakirinê di tevahiya salê de dom kir. Girtin, binçavkirin, îşkence, derbkirin, binpêkirinên li dijî cenazeyan, zextên li ser komele û rêxistinên civaka sivîl, cînayetên jinan, êrişên li dijî zimanê kurdî, mirinên li girtîgehan û necezakirina darazî îsal jî dom kirin. Wêneyên kêliyên ku dema cenazeyê Hakan Arslan ê di sala 2015’an di dema qedexeya derketina derve ya li Sûr a Amedê jiyana xwe ji dest dabû di tûrikekî de radestî bavê wî hate kirin, mohra xwe li salê da. 
 
JIN Û ZAROK
 
Mîna par, îsal jî komkujiyên jinan berdewam kirin. Li gorî “Bîrdariya Dijîtal a Bo Jinên ji Ber Tundiyê Mirîn” a Platforma Em ê Pêşî li Ber Tundiya Ser Jinê Bigirin, di sala 2022’yan de 380 jin hatin qetilkirin. Li gorî çeteleya JINNEWS'ê, tenê di 11 mehên ewil a sala 2022’yan de 330 jin hatin qetilkirin, 203 jinan bi awayeke guman jiyana xwe ji dest dan. Faîlên gelemperiya binpêkirinên weke tacîz, destdirêjî û qetilkirinan jî peywirdarên cemaweriyê bûn. Hinek binpêkirinên li dijî jin û zarokan wiha ne: 
 
* Midûrê Malbat, Xebat û Xizmetên Civakî yê Îdirê Mûstafa Akgun bi tawanbariya ku 5 xwendekarên jin ên zanîngehê yên stajer tacîz kiriye, ji peywirê hate dûrxistin. 
 
* Jina bi navê Pelîn C. ku li Çankaya ya Enqereyê rûdine û Mehmet E. berdabû, rastî gefên kuştinê yên E. dihat. Tevî serlêdanan jî Pelîn C. ji hêla polîsan ve nehat parastin. C. ji bo parastina xwe kûçikek kirî lê dîsa jî bû hedefa êrişan û bi giranî birîndar bû. 
 
* Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê bi sedema xebatên Tevgera Jinên Azad (TJA) derheqê 50 jinan de biryara binçavkirinê da. Ji van jinan 21 jê di encama serdegirtinên malan de hatin binçavkirin. Li 13 jinan cezayê hefsa malê hate birîn û 8 jin jî hatin girtin. 
 
* Bi sedema xebatên komeleyê, derheqê endama damezirîner a Komeleya Jinan a Rosayê Fatma Gultekîn de bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” doz hate vekirin. 
 
* Li navçeya Esenyurt a Stenbolê hewldan çêbûn ku zaroka 15 salî ya bi navê H.Ç. bê zewicandin. Li ser îxbarê, polîs çûn eywana dawetê û alî hatin binçavkirin. 
 
* Derket holê ku damezirînerê Weqfa Hîranûr a girêdayî Cemaeta Îsmaîlagayê, Yûsûf Ziya Gumuşel di sala 2004’an de keça xwe ya 6 salî ya bi navê H.K. bi “mehra mela” bi murîdê xwe yê 29 salî Kadîr Îsteklî re zewicandiye û rê daye destdirêjiyê. Gumuşel, hevjîna wî û Îsteklî hatin girtin. Danişîna ewil a doza her 3 kesan dê di 30’ê çileyê de bê lidarxistin. 
 
* Çawişê pispor ê bi navê Bîlal Ozyîgît, li Amedê ser medyaya civakî jinek tacîz kir. Ozyîgît, bi şertê kontrola edlî hate berdan û tayîna wî dan Hatayê. 
 
* Mûsa Sevîm ê îtîrafkar ku polîsan weke “elemanê agahiyan” bi kar di anî, di 12’ê mijdarê de li Amedê kesa bi navê Meryem Sevîm bi çekê kuşt. Sevîm ê ku di çarçoveya bernameya parastina şahid de weke şahidê nepen dihat bikaranîn, tevî ku bi ser re ewqas meh jî derbas bûne nehatiye girtin. 
 
* Serokê MHP’a Amedê Cîhan Kayaalp ku li Amedê zarokek tacîz kiribû, piştî demekî kin a girtina xwe hate berdan û di doza xwe de beraet kir. 
 
* Li çawişê pispor Mûsa Orhan ku li Êlihê destdirêjî li Îpek Er kir û ber bi întîharê ve bir 10 sal cezayê hefsê hate birîn. Cezayê tecawizkar Orhan ji hêla Dadgeha Îstînafê ve hate erêkirin. Parêzerê Orhan bi daxwaza betalkirina biryarê serî li Dadgeha Bilind da. Lêkolîna li ser dosyayê didome. Tecawizkar Orhan nehat girtin. Li hunermend Ezgî Mola ku li dijî biryarê berteka “Di wijdana xwe ya ku tecawizkarê bêşeref berdayî de bixeniqin” 6 hezar û 960 TL cezayê pereyan hate birîn. Li bo hunermend Ferah Zeynep Abdullah ku piştgirî da gotinên Mola jî bi daxwaza 2 sal û 4 mehan ceza hat xwestin. 
 
* Li bajarokê Dêra Hinê ya girêdayî Qileban a Şirnexê, cerdevanê bi navê Cengîz Aydemîr ku parastvanê Serokê Şaredariya Darahinê Cemîl Yildiz bû û 2 kesên din destdirêjî li zaroka 17 salî ya bi navê S.A. kir û derheqê wan de doz hate vekirin. Doza tecawizkaran didome. 
 
* H.D.G. ku li kafeteryayeke di hundirê Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan a Enqereyê de dixebitî, di sala 2019’an de bi awayeke sîstematîk rastî destdirêjiya 2 mîralayan hat. Giliyê H.D.G bi biryara neşopandinê biencam bû.
 
* Di danişîna biryarê ya doza cerdevanê bi navê Riski Okam de ku li Wanê bi awayekî sîstematîk destdirêjî li zaroka 12 salî kiribû, bi sûcdariya “îstîsmara zayendî” 50 sal û 7 meh û 15 roj cezayê hefsê hate birîn. 
 
* Polîsê bi navê Bîlal Agir, li Bursayê di dema pêvajoya hevberdanê de Yasemîn Agir bi giranî û Yahya A. û Şeyma Û yên ku li ser rêya xwe diçûn jî bi sivikî birîndar kir. 
 
* Li binefser Yûsûf Çalişkan ku li Amedê Dîlek Kaya qetil kiribû cezayê muebbeta giran hate birîn. Lêkolîna dozê ya li Dadgeha Îstînafê didome. 
 
DIJMINATIYA LI KURDÎ
 
Zextên li ser zimanê kurdî îsal jî zêde bûn. Zêdetirî 20 konser û çalakî hatin qedexekirin. Li Swîsreyê biryar hate dayîn ku di nivîsan de kurdî weke zimanê fermî bê qebûlkirin lê belê di girtekên Meclisa Tirkiyeyê de axaftinên bi kurdî yan weke “X” yan jî “zimanê nayê zanîn” hate nivîsandin. 
 
* Ji bo ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî û yê perwerdeyê, di nava salê de bi dehan çalakî hatin lidarxistin. Bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê û 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî, li gelek bajaran bi heman daxwazan çalakî û xwepêşandan hatin lidarxistin. Hikûmetê jî bi qedexekirina çalakiyan bersiv da daxwazan. 
 
* Parlamenterê MHP’ê Levent Bulbul ji ber daxwaza HDP’ê Omer Ocalan ku xwest kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê, gefa kuştinê li Omer Ocalan xwar. Parlamenterên AKP’ê jî piştgirî dan Bulbul. 
 
* Dema Parlamenterê HDP’ê Îmam Taşçier li Meclisê bi kurdî diaxiviya, mîkrofona wî ji hêla Serokwekîlê CHP’î Haydar Akar ve hate girtin. Serokê Giştî yê MHP’ê ji ber girtina mîkrofona Taşçier, spasiya Akar kir. 
 
* Sepana dersa vebijêr a kurdî di sala 2012’an de kete meriyetê lê pirsgirêka tayînkirina mamosteyên ji beşa Ziman û Wêjeya Kurdî domiya. Di nava salê de tenê 3 mamosteyên kurdî hatin tayînkirin. 
 
* Di bernameya jinan a kanala ATV’ê de ku nêzî hikûmetê ye, ji ber axaftina bi kurdî ya dayikekê ya bi keça xwe re, dengê wê hate qutkirin. Li dijî vê bertekên tund hatin nîşandan. 
 
* Hunermendê kurd Kadîr Çat di civîna HDP’ê ya bi gel re ya li navçeya Efeler a Aydinê derket ser dikê. Ji ber ku stranên kurdî striya, Çat bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hate binçavkirin. 
 
* Tekane rojnameya ku li bakurê Kurdistanê weşana xwe bi kurdî dike, rojnameya Xwebûnê ye. Dema rojname ji Amedê bo bajarên Mêrsîn û Edeneyê dihatin şandin, polîsan dest danîn ser bi sedan rojnameyan. 
 
* Ji ciwanên ku li Esenyurt a Stenbolê bi daxwaza “perwerdeya bi zimanê dayikê” daxuyanî didan 9 jê hatin binçavkirin. 
 
* Li kesê bi navê K.Î. ku di dema rêwîtiyê de di wesayîtê de stranên bi kurdî distriya û dîmenên xwe li ser medyaya civakî parve kiribûn bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” doz hate vekirin. 
 
* Girtiyê bi navê Mûrat Bîlger ku li Girtîgeha Hejmar 3 ya Tîpa L a Sîncan a Enqereyê tê ragirtin, di 12’ê îlonê de li ser telefonê bi malbata xwe re kurdî diaxivî. Gardiyanan ji ber axaftina bi kurdî gef li Bîlger xwarin. 
 
* 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Xarpêtê li kesê bi navê Yûsûf Guneş ku li ser medyaya civakî stranên bi kurdî parve kiribûn, bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” salek û 6 meh û 22 roj cezayê hefsê da. 
 
* Çar mamosteyên ku li Erziromê dixebitiyan, li ber tabeleya “Hûn bi xêr hatin” wêne kişandin û hereketên nîjadperest kirin. Li ser giliyê Baroya Amedê, derheqê her 4 mamosteyan de bi sedema “kîn û dijminatî xistine nava gel” doz hate vekirin. Doza wan didome. 
 
* Konserên hunermendên kurd Aynûr Dogan û Mem Ararat ên li Bursayê, lîstika bi kurdî ya "Don Kixot", lîstika "Bêrû Klakson Borizan Girt" a Teatra Jiyana Nû, lîstika "Mem û Zîn" a Şanoya Şermolayê û lîstika bi kurdî ya "Tartuffe" hatin qedexekirin.
 
* Muzîkjen Veysî Belketîn ku li Aydinê stranên bi kurdî distriya, li eywaneke dawetê ji hêla polîsan ve hate binçavkirin. Belketîn piştî karûbarên îfadegirtinê hate berdan. 
 
* Zavayê ku li Stenbolê şala bi rengên kesk, sor û zer li xwe kiribû û 9 dawetî hatin girtin. 
 
* Welatiyekê ku li Wanê stranê kurdî distriya, ji hêla polîsan ve hate tacîzkirin û piştre bi lêdanê hate binçavkirin. 
 
* “Panoya agahdarkirina ziyaretvanan” a Mizgefta Mezin a Amedê ya dîrokî, bi zimanên tirkî, inglîzî, erebî û rûsî hat nivîsandin lê kurdî nehat amadekirin. 
 
* Di nava salê de her wiha qeyûmên li şûna hevşaredarên HDP’î hatin tayînkirin, navên gelek tabela û cadeyan ên bi kurdî jêbirin û kirin tirkî. 
 
DARAZ Û NECEZAKIRIN
 
Biryarên darazê kir ku binpêkirinên mafan hîn zêdetir bibin. Daraza ku polîs û leşkerên îşkencekar parast, faîlên cînayetên jinan jî gelek caran ceza nekir. Her wiha gelek dozên têkildarî cînayetên kiryarnediyar ên salên 90’î de hatibûn vekirin, ketin. Kesên ku ev binpêkirin kirin rojev û li dijî wê têdikoşiyan jî her tim bi rêya darazê gef lê hatin xwarin. 
 
* Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) Şebnem Korur Fîncanci ji ber nirxandinên xwe yên têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla Tirkiyeyê ve li herêmên Zap, Metîna û Avaşînê, bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hate girtin. Danişîna ewil a Fîncanci di 23’yê de hate lidarxistin. 
 
* Bi mebesta protestokirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, li Gever a Colemêrgê çalakî hat lidarxistin. Polîsan êrişî çalakvanan kir û lingê Parlamenterê HDP’ê yê Îdirê Habîp Eksîk şikand. Derheqê polîsan de lêpirsîn nehat destpêkirin. 
 
* Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), ji bo betalkirina parêzbendiya parlamenterên HDP’ê biryara binpêkirinê da. Tevî biryara binpêkirinê jî doza Parlamenterên HDP’ê Nûrsel Aydogan, Burcu Çelîk, Sîbel Yîgîtalp, Feleknas Uca, Meral Daniş Beştaş, Huda Kaya, Sirri Sureyya Onder, Îdrîs Balûken, Altan Tan, Fatma Kurtulan, Ayşe Acar Başaran, Fîgen Yuksekdag, Tayîp Temel û Pero Dundar domiyan. 
 
* Ji bo ku daraz li gorî biryara binpêkirinê ya derheqê betalkirina parêzbendiyan de tevbigere, Baroya Baroya Amedê serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê da. 
 
* Dadgeha Bilind bi sedema ku “lêkolîn baş nehatiye kirin”, cezayê hefsê yê 9 sal û 4 meh û 15 rojan ê Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli ku li şûna wî qeyûm hatiye tayînkirin, xera kir. 
 
* Cezayê 10 salan ê li Hevseroka MEBYA DER’ê Yuksel Almas hatiye birîn, bi sedema ku “dosya kêm hatiye lêkolînkirin” hate xerakirin û îcar 8 sal û mehek û 15 roj cezayê hefsê lê hat birîn. Piştî biryarê jî Almas hate berdan. 
 
* Dadgeha Îstînafê cezayê ku 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran li endama MEBYA-DER’ê Yildiz Damla birîbû, bi daxwaza “bila delîl dîsa bên nirxandin” xera kiribû. 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran dîsa 6 sal û 3 meh cezayê hefsê da Yildiz. 
 
* Serdozgeriya Komarê ya Amedê bi hinceta ku di 24’ê Nîsanê salvegera Qirkirina Ermenan de danezana bi sernavê “Em êşa karesata mezin hîs dikin” parve kirine, derheqê Serokê Baroya Amedê Nahît Eren û Lijneya Rêvever de bi îdiaya “miletê tirk, dewleta TC, sazî û dezgehên dewletê biçûk xistine” lêpirsîn da destpêkirin. 
 
* 4’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Amedê bi îdiaya “miletê tirk, dewleta TC, sazî û dezgehên dewletê biçûk xistine”, 5 meh cezayê hefsê da Parlamentera HDP’ê ya berê Çaglar Demîrel. Ceza nehat taloqkirin. 
 
* Derheqê siyasetmedara kurd Aysel Tugluk de ku ji ber windakirina hafizeya xwe hate berdan, piştî 8 salan bi tawanbariya “endamtiya rêxistinê” îdianame hate amadekirin. 
 
* Siyasetmedara kurd Aysel Tugluk ku ji ber nexweşiya demansê Saziya Tipa Edlî (ATK) rapora “nikare di girtîgehê de bimîne” dabû, hate berdan. Li Tugluk, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” doz hate vekirin. 
 
* Bi îdiaya “heqaret li serokkomar kiriye” 10 meh û bi îdiaya “saziyên dewleta tirk biçûk xistiye” jî 5 meh cezayê hefsê dan Sirri Sureyya Onder ê HDP’î. 
 
* Ji ber parvekirinên têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî, Wezareta Parastinê bi îdiaya “êrişî mafên şexsî, rûmet û rêzdariya TSK’ê kiriye” doza tazmînata manewî ya 100 hezar TL’an li Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş vekir. 
 
* Bi îdiaya ku Serdozgerê Komarê yê Enqereyê yê berê Yuksel Kocaman “hedef nîşan da ye”, 2 sal û 6 meh cezayê hefsê dan Demîrtaş. 
 
* DMME’yê ji bo girtina Hevserokê Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag û 13 parlamenteran di 4’ê mijdarê de, got ku mafê azadî, hilbijartin û bijartinê hatiye binpêkirin. Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) jî biryar da ku Tirkiyeyê xala 18’emîn a peymanê binpê kiriye. 
 
* Îdianameyên derheqê Hevşaredara Bismilê Gulşen Ozer de kirin yek û bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” ji bo Ozer 15 sal cezayê hefsê hate xwestin. 
 
* Derheqê Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel de ku piştî betalkirina parêzbendiyê hate girtin, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û daxwaza 15 salan cezayê hefsê doz hate vekirin. 
 
* 9’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bi îdiaya “propagandaya rêxistinê”, 11 sal û 7 meh cezayê hefsê da Hevseroka KCD’ê Leyla Guven. 
 
* Şeş sal û 3 meh cezayê hefsê li Hevşaredara Yenîşehîrê Belgîn Dîken hate birîn. Doz, niha li Dadgeha Îstînafê ye. 
 
* Di doza derheqê Hevşaredara Farqînê Naşîde Toprak de dozger mutalaaya xwe da û 15 sal cezayê hefsê xwest. 
 
* Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên HDP’ê yên berê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav de bi giştî 108 kes tê de tên darizandin, domiya. Derket holê ku serokê şandeya dadgehê Bahtiyar Çolak rêveberê “Çeteya Atadedelerê” ye. Hewl didin doza behsa xeberê ji bo doza girtina HDP’ê weke çavkanî bê bikaranîn. 
 
* Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar ku di 9’ê Adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin didome. Dadgeha herêmî biryar dabû ku dosyaya êrişa kargehê û ya nexweşxaneyê ji hev bên cudakirin. Dadgeha Îstînafê ev biryar xera kir û biryar da ku her du dosya bibin yek. 
 
* Ji roja ku dest bi Nobeta Edaletê kirî heta niha derheqê Emîne Şenyaşar de 15 lêpirsîn hatin vekirin û ji van 6 jê veguherîn dozê. 
 
25 ROJNAMEGER HATIN GIRTIN
 
* Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) da zanîn ku di 7 mehên ewil ên sala 2022’yan de 161 binpêkirin çêbûn û li 12 rojnamegeran bi giştî 23 sal û 10 meh û 27 roj cezayê hefsê hate birîn. 
 
* Serokê Cemiyeta Rojnamegeran a Bedlîsê Sînan Aygul, ji ber parvekirinên xwe yên têkildarî bûyereke tacîzê ya li Bedlîsê hate girtin. Aygul piştre hate berdan.  
 
* Di 16’ê hezîranê de li Amedê 16 rojnameger bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin girtin. Heta niha jî îdianameya rojnamegeran nehatiye amadekirin. Rojnameger hêj girtî ne û biryara nepeniyê ya li ser dosyayê jî didome. 
 
* Midûra Karên Nivîsan a Mezopotamyayê (MA) Dîren Yurtsever, nûçegihanên MA’yê Berîvan Altan, Ceylan Şahînlî, Emrûllah Acar, Selman Guzelyuz, Denîz Nazlim, Hakan Yalçin û nûçegihanên JINNEWS’ê Habîbe Eren û Oznûr Deger ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê di 29’ê cotmehê de hatin girtin. 
 
* Heft sal berê di dema binçavkirina nûçegihana Bîanetê Beysa Kural de 3 polîsan Kural ji piştve kelemçe kiribûn û îşkence kiribûn. Di dozê de li her sê polîsan bi giştî 18 hezar TL cezayê pere hate birîn. 
 
* Derheqê Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Yenî Yaşamê Ferhat Çelîk û Midûrê Karên Nivîsan Osman Akin de bi sedema ku îdiayên Sedat Peker ên derheqê xwediyê Turkuvaz Medyayê Serhat Albayrak de kiribûn nûçe, bi îdiayên “heqaret” û “îftîrayê” doz hate vekirin. 
 
* Ji ber gotina “Di bûyerên 6-7’ê Îlonê de Muzeyyen Senar hebû”, derheqê rojnameger Oktay Candemîr de bi îdiaya “heqaret li Senar kiriye” lêpirsîn hate vekirin û Candemîr li emniyetê îfade da. 
 
* Ji ber pavekirinên li ser medyaya civakî, bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” derheqê rojnameger Berîtan Canozer de doz hatibû vekirin. Di dozê de salek û 10 meh û 15 roj cezayê hefsê li Canzoer hate birîn û ji ber parvekirinên li ser hesabeke ne aydê wê jî salek û 3 meh cezayê hefsê hate dayîn. 
 
* Ji bo edîtora Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA) Semîha Şahîn 10 meh û bi îdiaya “propagandayê” 3 sal û mehek û 15 roj, bi îdiaya “propagandayê” ji bo nûçegihana ETHA’yê Pinar Gayip jî 3 sal û mehek û 15 roj cezayê hefsê hate dayîn. 
 
* Ji ber nûçeya ku çêkiriye, derheqê rojnameger Îsmaîl Air de bi îdiaya “agahiyên şexsî bi awayekî derhiqûqî bidestxist û parve kir” derheqê rojnameger Îsmaîl Ari de doz hat vekirin û 2 sal cezayê hefsê lê hat birîn. 
 
* Ji ber sernavê “Îktîdara Çeteyan” a nûçeya Bîrgunê ku wêneyê Alaattîn Çakici, Sedat Peker, Tayyîp Erdogan û Devlet Bahçelî hatibû bikaranîn, li rojnameger Mehmet Emîn Kurnaz 2 sal û mehek û 10 roj cezayê hefsê hate birîn. 
 
* Ji ber ku rojnameger Ozgur Bogatekîn û Haci Bogatekîn îdiayên bertîlê yên derheqê B.M. de kirin nûçe, derheqê wan de bi îdiaya “îftîra kiriye” îdianame hate amadekirin. 
 
* Parvekirinên nûçeyan ên edîtora JINNEWS’ê Nişmiye Guler weke hincet hatin nîşandan û derheqê Guler de bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” û bi daxwaza ji salekê heta 5 salan cezayê hefsê doz hate vekirin. 
 
* Li xebatkarê rojnameya Azadiya Welat ku bi KHK’ê hatibû girtin Çetîn Kurşun, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 8 sal û 3 meh û bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” jî 5 sal cezayê hefsê hate dayîn. 
 
* Bi îdiaya “li pey hev propagandaya rêxistinê kiriye”, salek û 6 meh û 27 roj cezayê hefsê dan nûçegihana JINNEWS’ê Rabîa Onver. 
 
* 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê 2 sal û 6 meh cezayê hefsê da rojnameger Nûrcan Yalçin. 
 
* Bi hinceta ku di parvekirineke xwe ya di sala 2018’an de vîdeoyeke ku wêneyên endamên YPJ’ê li ser bû parve kiriye, derheqê Xwediyê Îmtîyazê yê Rojnameya Xwebûnê Kadrî Esen de bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” doz hate vekirin û di danişîna ewil a dozê de salek û 3 meh cezayê hefsê dan. 
 
* Li rojnameger Hatîce Şahîn ku ji ber şopandina çalakiyên KCD’ê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” dihat darizandin, 6 sal û 3 meh cezayê hefsê hate birîn. 
 
* Wezareta Ragihandinê ya girêdayî Serokkomartiyê, qerta çapemeniyê ya rojnameger Tugrul Eryilmaz ku 20 salan bi awayekî fiîlî pîşeya rojnamegeriyê kiriye û hêj dike betal kir. 
 
* Di doza ku rojnameger Sadik Topaloglû Sadiye Eser bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tên darizandin de 6 sal û 3 meh cezayê hefsê hate dayîn. 
 
* Li rojnameger Abdurrahman Gok ku di Newroza sala 2017’an a Amedê de kêliyên qetilkirina xwendekarê zanîngehê Kemal Kurt ji hêla polîsan ve kişandibû, salek û 6 meh û 22 roj cezayê hefsê hate dayîn. 
 
CÎNAYETÊN KIRYARNEDIYAR 
 
Yek ji mijarên sereke yên destpêka îsal, polîtîkayên necezakirinê yên di dozên derheqê cînayetên kiryarnediyar ên di salên 90'î de hatin vekirin bû. Îktîdara ku di salên ewil de soza ronîkirina cînayetên kiryarnediyar dide, di salên dawî de ev dosyaye yek bi yek girtin. Ji bo hinek faîlan jî biryara beraetê hate dayîn. 
 
* Derket holê ku tevahiya tetîkkêşên Hîzbûllahê ku di cînayetên kiryarnediyar ên JÎTEM’ê de tetîkkêştî kiribûn û mirov bi girêka beraz zindî xistibûn goran, di çarçoveya jinûvedarizandinê de hatine berdan. 
 
* Tetîkkêşê Hîzbûllahê ku Parlamenterê DEP’ê Mehmet Sîncar qetil kiribû, di doza ku bi cezayê muebbeta giran û cînayeta 11 kesan dihat darizandin de beraet kir. 
 
Darizandina Yildiz a di doza Sîncar de li 6’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê dom kir. Dadgehê biryar da ku xwe li benda encama doza li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê dihat dîtin bigirin ku çendek tettîkkêşê Hîzbûllahê tê de dihatin darizandin. Bi vê yekê re rê li ber pêşketina dozê girtin. 
 
* Doza qetilkirina zanyarê kurd û rojnameger Mûsa Anter (Apê Mûsa) di 20’ê îlona 1992’yan de, bi hinceta demborînê ket. 
 
* Di navbera 29’ê cotmeha 1995’an û 8’ê adara 1996’an de li navçeya Kerboran a Mêrdînê 3 jê zarok bi giştî 7 sivîl hatibûn qetilkirin û Çawişê pispor Bîlal Batir jî hatibûn windakirin. Têkildarî bûyerê li Fermandarê Tabûra Komando ya Cendirmeyan a Mêrdînê Hurşît Îmren, Fermandarê Cendirmeyan a Kerboranê Mehmet Tîre, Fermandarê Qereqola Cendirmeyan a Navenda Kerboranê Mahmût Yilmaz, Cîgirê Fermandarê Qereqolê Haydar Topçam û Çawişê Pispor Kerîm Şahîn jî di nav de derheqê 18 bersûcan de doz hatibû vekirin û doz bi beraetê biencam bû. 
 
* Denîz Ateş ku di doza qetilkirina Serokê Baroya Amedê yê berê Tahir Elçî de weke şahid lê dihat guhdarîkirin, da zanîn ku dozgerê lêpirsînê Kenan Karaca di dema binçavkirinê de hatiye serdana wî û jê re gotiye ku heke bûyerê têxe stûyê PKK’ê dê wî berde. Di dozê de şandeya dadgehê biryar dabû ku li serokwezîrê demê Ahmet Davutoglû were guhdarîkirin lê piştre ji vê biryara xwe lêve bû. Derket holê ku 12 saniyeyên qeydên kamerayê ya Mala Kebapê ya Mêrdînê ku cihê bûyerê di dît ên aydê kêliya cînayetê hatine windakirin. 
 
GIRTÎGEH VEGUHERÎN ‘MALÊN MIRINÊ’
 
Di sala 2022’yan de girtîgeh veguherîn “Malên mirinê.” Ji netedawîkirina girtiyan heta, îşkence, miameleya xerab, lêgerîna tazî, bisînorkirina pirtûk û cilan, danîna kotayê, qedexekirina hevdîtinan û tecrîdê, gelek binpêkirin hatin kirin. Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), 651 jê rewşa wan giran bi giştî hezar û 517 girtiyên nexweş hene û pirsgirêkên wan ên teduristiyê didomin. Di sala 2022'yan de Bazo Yilmaz jî di nav de herî kêm 75 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan. Ji ber astengkirina tehliyeyan û binpêkirinên mafan, li gelek girtîgehan grevên birçîbûnê hatin destpêkirin. Li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Ereglî ya Konyayê, li Girtîgeha Tîpa L a Espiye ya Gîresûnê, li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Amedê, li Girtîgeha Jinan a Amedê, li Girtîgeha tîpa F a Boluyê, li Girtîgeha Tîpa L a Kiriklarê û li Girtîgeha Tîpa L a Kîlîsê grevên birçîbûn hatin destpêkirin. Li hinek girtîgehan çalakî hêj berdewam in.
 
* Garîbe Gezer ku li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa F a Jinan a Kandiraya Kocaeliyê dihat ragirtin, ragihand ku bi awayekî sîstematîk tê îşkencekirin û di 9’ê kanûna 2021’an de hate qetilkirin. Derheqê qetilkirina Gezer de lêpirsîn hatibû destpêkirin û lêpirsîn bi biryara neşopandinê biencam bû. 
 
* Girtiyê nexweş Ahmet Silik (78) salek û nîv piştî berdana xwe, girtiyê nexweş Tahîr Gurdal 13 roj piştî taloqkirina cezayê xwe û Hayrî Karaş jî 10 roj piştî tehliyekirinê jiyana xw e ji dest da. 
 
* Girtiyê bi navê Emre Abalak li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê ku hat îdiakirin ku “ketiye”, Bariş Keve li Girtîgeha Tîpa T a Akçadag a Meletiyê, Emel Hacioglû li Girtîgeha Jinan a Amedê, girtiyê nexweş Bazo Yilmaz (67) li Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa T a Rihayê, girtiyê edlî Firat Çaglayan (28) li Girtîgeha Tîpa E ya Aydinê, girtiyê nexweş Zulfu (Îbrahîm) Yildirim (68) ku ji sedî 96 astengdar bû li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Xarpêtê, Kadîr Karademîr (21) li Girtîgeha Vekirî ya Tîpa L a Panos a Agiriyê, Siddik Ugur jî li Girtîgeha Tîpa T a Beşîriyê jiyana xwe ji dest dan. 
 
* Saziya Tipa Edlî (ATK) cara 6’an ji bo girtiyê bi navê Ergîn Aktaş ku her du destên wî jî nînin rapora “nikare di girtîgehê de bimîne” da lê tevî vê jî nehat berdan. 
 
* Mehmet Ozen ku cezayê muebbeta giran lê hatiye birîn, bi îdiaya ku li Girtîgeha Kurkçulerê “xebatên rêxistinî kirine” 6 sal û 3 meh cezayê hefsê lê hat birîn. 
 
* Di tevahiya salê de ji ber raporên ji hêla Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê ve hatin amadekirin, înfaza gelek girtiyan hate şewitandin. Vedat Sevîm, Erdal Tuncel, Azîze Yagiz, Rozerîn Kurt, Ramazan Kaya, Tarik Çaytaş, Mehmet Îzgîş, Nîmet Deyîş, Sabîte Ekîncî, Selahattîn Demîr, Metîn Guven û Erdal Tuncel çendek ji wan girtiyan in ku înfazên wan hatine şewitandin. Ji bo şewitandina înfazê jî hincetên weke “zêde av bikaranî ye”, “Derneket lijneyê” û “tev li dersên exlaqê nebû” hatin nîşandan. 
 
* Daxwaza tehliyekirinê ya rojnameger Devrîm Ayik ku di nava lîsteya girtiyên nexweş de cih digire û ji sedî 76 astengdar e nehat qebûlkirin. Her wiha ji ber ku Ayik sepana lêgerîna nava dev qebûl nekir, sewqên wê yên ji bo nexweşxaneyê hatin betalkirin. 
 
* Tahir Gurdal (53) ku 10 salan li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Wanê dihat ragirtin, di sala 2014’an de bi îdiaya “alîkarî daye rêxistinê” hate girtin û piştre bi penceşêra pişikê ket. Gurdal, li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a Amedê bi awayekî kelemçekirî hat tedawîkirin. 
 
* Şehmuz Emen ku li Girtîgeha Kurkçuler a Edeneyê rastî îşkenceyê hatibû, derheqê 2 gardiyanan de doz vekiribû. Di dozê de hat xwestin ku gardiyan bi sûcê “birîndarkirina sivik” bên darizandin. 
 
* Şadiye Manap ku 30 salan di girtîgehê de mabû, di dema tehliyeyê de dîsa hate binçavkirin û girtin. Ji bo girtina Manap îdiaya “li girtîgehê xebatên rêxistinî kirine” weke hincet hat nîşandan. 
 
* Girtiyê nexweş Zerdeşt Oduncu ku li Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê tê ragirtin û 7 girtiyên din bi hinceta ku qefesên hesin ên li cihê hewadariyê vekirine, 100 roj cezayê hucreyê lê hat birîn. 
 
CENAZEYÊ KU DI TÛRIK DE HATIYE DAYÎN
 
Binpêkirinên li dijî cenazeyan di tevahiya dîroka komarê de tu carî bi dawî nebûn. Di dema AKP’ê de ev binpêkirin hêj zêdetir bûn. Goristan hatin rûxandin, cenazeyên gelek kesan an li goristanên bêkesan hatin veşartin an jî li morgan tên sekinandin. Cenazeyê Hakan Arslan di tûrikekî de radestî malbata wî hat kirin û bi vê re asta miamaleya li dijî cenazeyan xuyanîtir bû. 
 
* Di encama hewldanên 6 salan ên malbatê de, cenazeyê Hakan Arslan ku di dema qedexeya derketina kolanan de jiyana xwe ji dest dabû, di qutiyekê de radestî bavê wî Alî Riza Arslan hate kirin. Cenazeyê ku diviyabû li ATK’a Amedê di tabûtê de bihata radestkirin, ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve weke ku “eşyayeke edlî be” di qutiyekê de radestî bavê wî hat kirin. Bûyer, rastî bertekên tund hat. 
 
* Cenazeyê Hediye Suer ku di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dabû 5 meh piştre, cenazeyê Numan Gokalan ku li Goristana Kîlyosê dibinê payarêyê de hatibû definkirin jî piştî 23 salan radestî malbata wî hate kirin. Bi sedan cenazeyên ku hêjta di bin payarêya Kîlyosê definkirî ne hêj radestî malbatên wan nehatine kirin. 
 
* Endamê HPG’ê Ferhat Acar ku di pevçûneke li herêma Cîlo ya Colemêrgê jiyana xwe ji dest dabû, piştî 185 rojan radestî malbata wî hat kirin. 
 
* Cenazeyê endamê HPG’ê Mahsum Ozer ku di sala 2015’an de li Dêrsimê di encama êrişeke hewayî de jiyana xwe ji dest dabû, piştî 7 salan radestî malbata wî hate kirin. 
 
* Cenazeyê Mehmethan Yildiz ku di 14’ê adara 2016’an a li Şirnexê di qedexeya derketina derve de jiyana xwe ji dest da piştî 6 salan radestî malbata wî hat kirin. 
 
ÎŞKENCE Û GEŞEDANÊN DIN
 
* Polîsê bi navê Kadîr Arikan li Fatîh a Stenbolê ciwanê bi navê Haci Gelenler bi 6 gulayan qetil kir. 
 
* Polîsê bi navê T.N. li Taxa Sasali ya navçeya Çîglî ya Îzmîrê bi îdiaya ku guh nedaye hişyariya “raweste” welatiyê bi navê Bulent A. bi giranî birîndar kir. Bulent A. li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. 
 
* Sê penaberên sûriyeyî li navçeya Gulbahçe ya Îzmîrê ji hêla hevalên xwe yên xebatê ve hatin şewitandin û qetilkirin. Derheqê Kemal Korkmaz (41) de ku 3 sûriyeyî qetil kirin bi daxwaza cezayê muebbeta giran doz hate vekirin. 
 
* Li tetîkkêş Mehmet Altun ku li navçeya Meram a Konyayê ji malbata Dedeogûllari 7 kes qetilkirin, 7 caran cezayê muebbeta giran hat birîn. 
 
* Polîsê bi navê Kazim Bozkurt ku di 14’ê nîsana 2019’an de li Sumerpark a li navçeya Yenîşehîr a Amedê ciwanê bi navê Recep Hantaş (20) ê çop kom dikir kuşt. Polîsê kujer di dozê de beraet kir. 
 
* Li polîsê bi navê Serdar Gok ku li navçeya Rezan a Amedê kûçik berdan ser Şeyhmus û Menîce Yilmaz û bû sedema birîndar bûna wan, bi sedema “birîndarkirina sivik” doz hate vekirin. 
 
* Derheqê heman polîsî de cara duyemîn ji ber ku bi kûçik îşkence li endama TJA’yê Sevîl Rojbîn Çetîn kiriye doz hate vekirin. 
 
* Welatiyên bi navên Servet Turgut û Osman Şîban li Şax a Wanê ji helîkopterê hatibûn avêtin. 20 roj piştre Turgut jiyana xwe ji dest da û Şîban jî bi birîndarî rizgar bû. Lêpirsîna derheqê bûyerê de biencam nebû. Biryara nepeniyê ya derheqê bûyerê de didome û derheqê Osman Şîban de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” doz hate vekirin. 
 
* AYM’ê serlêdana derheqê kesên di dema qedexeya derketina kolanan a Cizîrê red kir û îdia kir ku mafê jiyanê nehatiye binpêkirin, bikaranîna hêza kujer mecbûrîtî bû û mimkin nîne ku peywirdar bê tespîtkirin. 
 
* Dadgeha Îstînafê di doza şewitîna wargehê ya li Aladagê de ku 11 jê zarok bi giştî 12 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, hukmê dadgeha herêmî ji holê rakir û cezayê hefsê yê 8 bersûcan girantir kir. 
 
* Ji ber êrişa bombeyî ya li dijî mitînga HDP’ê ya Amedê derheqê 14 polîsan de bi sedema “peywira xwe pêk neanîne” doz hatibû vekirin û tevahiya polîsan beraet kir. 
 
* Zarokê bi navê Efe Tektekîn ê 5 salî di 11’ê îlona 2019’an de dema dixwest li Rezan a Amedê biçe aliyê din ê rê, polîsê bi navê Îdrîs Aksoy ku wesayîta aydê Midûriyeta Emniyetê ya Amedê diajot da ser û eciqand. Dadgehê Aksoy “bêqisûr” dît û biryara beraetê da. 
 
* Derheqê polîsê bi navê Yakup Şenocak de ku xwendekarê zanîngehê yê 23 salî Kemal Kurkut qetil kiribû, biryara beraetê hate dayîn. Dadgeha Îstînafê ku biryara beraetê di cih de nedît, xwest ku hukm were xerakirin û biryar bê dayîn ku ceza li polîsê bersûc nayê birîn. 
 
* Di 24’ê çileyê de li navçeya Cizîr a Şirnexê wesayîta bi cureya Ranger a zirxî li ciwanê bi navê Abdulgaffar Dayan ê 23 salî da û qetil kir.