Cerdevanan ji bo birîna daran gef li gundiyan xwarin

ŞIRNEX - Hat diyarkirin ku li gundên Hemka û Melêsê yên Elkê, cerdevan ji bo birîna daran gef li şêniyên gund xwarine bi darê zorê “daxwazname” pê dane îmzekirin. 
 
Li çiyayên Gabar, Cûdî û Cilênimêja yên Şirnexê û li herêmên Besta, Qeşûran, Komato û Feraşînê zêdetirî 5 sal in di bin çavdêriya leşkeran de dar tên birîn. Li gel qirkirina xwezayê ya cerdevan dikin, li hêla din bi lêgerîna petrolê jî xwezaya bajar tê talankirin. Bi germbûna hewayî re birîna daran dîsa dest pê kir. Li herêmên ku ji hêla Walîtiya Şirnexê ve her 15 rojan carekê weke “herêmên ewlehiya taybet” tên ragihandin, qirkirina daran didome. 
 
Di demên dawî de tê xwestin ku li qadên nû yên Şirnexê jî dar bên birîn. Hat zanîn ku ji bo li gundên Melêsê û Hemkayê yên Elkê ya Şirnexê dar bên birîn, cerdevan îmzeyan kom dikin. Hat ragihandin ku cerdevanên li bajarokê Sêgirkê yê navçeya Qilebanê birine gundên Melêsê û Hemkayê û van cerdevanan gef li şêniyên gund xwarine û îmze kom kirine. Hat zanîn ku cerdevan amadekariyan dikin ku li qadeke biqasî 100 doniman daran bibirin. 
 
JI BO BIRÎNA DARAN ÎMZEYAN KOM DIKIN 
 
Welatiyekê ji gundê Melêsê u nexwest navê xwe bide, wiha got: “Du meh berê cerdevanên Sêgirkê anîn her du gundan. Ji me re gotin ‘Dê darên qereqolê bên birîn.’. Keyayê gund jî rastiyan ji me vedişêre. Cerdevanan, daxwazname anîne gund û dixwazin gundî îmze bikin. Cerdevanan ji gundiyan re gotin; ‘Dema îmze hatin avêtin dê leşkeriye dest bi birîna daran bike.’ Lê belê dema me ev ji Midûriyeta Çandinî û Daristanan a Şirnexê pirs kirî, gotin ku tiştekî wisa tune ye. Gotin ku ji bo vê herêmê tu biryarên birîna daran tune ne. Heke gundî jî daxwaznameyan îmze nekin, dê nekarin daran bibirin. Li gund tu qereqol jî nînin lê dibêjin em ê ji ber ‘ewlehiyê’ bibirin. Xelkê gund bi leşkeriyê ditirsînin. Dixwazin darên me bi darê zorê bibirin. Em naxwazin darên me bên birîn. Heke darên me bên birînê tu wateya jiyana me ya li vir namîne. Em alîkariyê ji raya giştî dixwazin. Bila her kes dengê xwe derxîne.” 
 
GEF LI GUNDIYAN TÊ XWARIN
 
Endamên Platforma Ekolojiyê ya Şirnexê jî bal kişandin ser gefên li şêniyên gund hatine xwarin û gotin: “Li Şirnexê bi rêya polîtîkayên qirkirina ekolojiy3e qadên jiyanê û xweşikiyên sirûştî tên tunekirin. Beşekê vê qirkirinê bi hinceta ewlehiyê û beşek jî ji ber rantê tê kirin. Ev bi me didin windakirin. Niha jî çav berdane gundê Hemkayê. Di demên berê de li Elkê gef li gundiyên herêma Komatoyê xwaribûn û darên wan birîbûn. Niha jî heman rêbazê li dijî gundiyên Hemkayê diceribînin. Bi aşkerayî gefa ‘An bibe şirîkê sûc û pereyan qezenc bike yan jî bêdeng be’ li gundiyan dixwin. Yên ku Gabar û Cûdî bêdar hiştin, dixwazin Elkê jî tune bikikn. Heke em îro nekevin nava tevgerê ev dê Şirnexê veguherî çolê.” 
 
MA / Zeynep Durgut