ENQERE - Ciwanên HDK’î yên beşdarî meşa Amarayê bûn, diyar kirin ku ji bo civakîkirina “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Abdullah Ocalan dê pêşengtiyê bikin. Ciwanên HDK’î yên beşdarî meşa Amarayê bûn, diyar kirin ku ji bo civakîkirina “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Abdullah Ocalan dê pêşengtiyê bikin.
Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi boneya sala 76’an a rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di 1’ê Nîsanê de bi dirûşma “Bi civaka demokratîk re em ber bi azadiyê ve dimeşin” ji Amedê ber bi gundê Amarayê yê navçeya Xelfetî ya Rihayê ve meş li dar xist. Meş çar rojan berdewam kir. Endamên Meclisa Ciwanan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Şevval Çaşurluk û Reşo Bîrhat ku di meşê de cih digirtin, diyar kirin ku daxwaza wan a sereke azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e.
'EM Ê XWE BIRÊXISTIN BIKIN Û PÊŞENGTIYÊ BIKIN’
Şevval Çaşurluk, bal kişand ser “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Ciwan, xwe weke kirdeya avaker a civaka demokratîk dibîne. Ji bo civakîkirina vê bangê, xwe weke pêşeng dibîne. Me starta meşê li Qada Şêx Seîd da. Pêşengê serhildanê Şêx Seîd di bîra Kurdan de xwedî cihekî mezin e û li vir hatibû darvekirin. Weke ciwanan me xwest bi vê meşê re wê hişyarbûnê dîsa zindî bikin.”
Bi domdarî Şevval Çaşuşluk, bal kişand ser peyama Abdullah Ocalan a di 4’ê Nîsanê de hate xwendin û got: “Ev meş dê bi tu awayî bi dawî nebe. Weke ciwanan me ev meş dewr girt. Heta ku aştiya birûmet pêk tê jî dê bidome. Em ê pêşengtiyê bikin. Em rexneya birêz Abdullah Ocalan li xwe digirin û dê rexnedayîna wê bidin. Em ê êdî bi pratîka xwe ya rêxistinkirinê rexnedayina xwe bidin. Ne tenê ciwanan, em ê civakê jî birêxistin bikin û pêşengtiya jiyaneke nû bikin.”
Şevval Çaşurluk, anî ziman ku jinan pêşengtiya meşê dikirin û wiha pê de çû: “Di vê meşê de jî polîsan tundî kirin. Hem di çalakiyên li Saraçhaneyê hem jî yên li zanîngehan de ji ewil ên hedef tên girtin û rastî îşkenceya lêgerîna tazî tên, jin in. Di meşa ber bi Amarayê ve de jî dayik li pêş bûn û ji tundiya polîsan bibandor bûn. Di têketina Xelfetiyê de em rastî mudaxileyeke giran hatin. Lê jin li eniya pêş a berxwedanê bûn.”
'DIVÊ HEMÛ GIRTÎ BÊN BERDAN’
Reşo Bîrhat, jî daxuyand ku guherîn û veguherîna civakî tenê bi ciwanan pêkan e. Bîrhat, got: “Tecrîdkirin Ocalan tê wateya tecrîdkirina hemû Kurdan. Azadiya birêz Ocalan jî dê ji bo azadiya hemû gelan rê veke. Lewma heta tecrîd ne rabe û pergaleke demokratîk neyê avakirin, em ê nekarin xwe bigihînin tu heqîqetan. Divê tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan were rakirin û hemû girtiyên siyasî bên berdan. Ji bo vê rewşê birêxistin bikin û demokrasî cîbicî bibe, divê em xebatên pêwîst deynin pêşiya xwe.”
Bîrhat, axaftina xwe wiha qedand: “Divê em bi hemû hêza xwe li hemû qadan têbikoşin. Ji bo xerakirina motîvasyona me hewl dan girseyê ji hev belav bikin. Lê ne karîn motîvasyona ciwanan xerab bikin ne jî yekitî û hevbirtina gel têk bibin.”