WAN /MÊRSÎN - Ciwanên ku li Wan û Mêrsînê daketinkolanan komploya 15'ê Sibatê û tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê protesto kirin.
Ciwanên ku li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê daketin qadan, bi dirûşma "Bijî Serok Apo" çalaki li dar xistin. Ciwanê li taxên Kurtoglû, Şamranalti û Koyîçiyê daketinkolanan, agir vêxistin û fîşekên hewayî teqandin.
Ciwanên ku li kolanan agir hil kirin, dirûşmên "Ciwan fedaiyên Rêber Apo" ne, "Em ê dinyayeke bêyî Ocalan bi sere we de hilweşînin" û “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin.
MÊRSÎN
Li navçeya Akdenîz a Mêrsînê jî ciwan daketin kolanan û komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê protesto kirin. Ciwanên li taxên Yenîpazar, Demîrtaş û Çîlekê daketin kolanan, li ser rêyan agir hil kirin. Ciwanan gelek caran dirûşma "Bijî Serok Apo" berz kirin û bi fîşekên hewayî, Molotof û bombeyên dengan bersiv dan êrişa polîsan.
Ciwanên çalakvan, gotin: "Kesên komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê li dijî Rêber Apo kirin û qeyûm li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê tayin kirin bila bizanin ku mîna berxwedana 26 salan a li Îmraliyê em ê îradeya xwe biparêzin."