MYK’a DEM Partiyê civiya

img
ENQERE - MYK’a DEM Partiyê ji bo nirxandina geşedanên piştî banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, civiya. 
 
Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li navenda giştî ya partiyê bi serokatiya Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan civiya. 
 
Di civînê de dê mijarên weke “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di 27’ê Sibatê de hate ragihandin û hevdîtinên bi gel, rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî re hatine lidarxistin bên nirxandin. 
 
Her wiha dê encamên serdanên DEM Partiyê yên li welatên Ewropayê, Rûsyayê û gelek welatên din jî bên nirxandin. 
 
Dê naveroka hevdîtina malbatê ya bi boneya Cejna Remezanê li Îmraliyê hatiye kirin jî di civînê de bê nîqaşkirin. 
 
Hat zanîn ku hevdîtina endamên Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder bi Serokê Giştî yê AKP’ê û Serokkomar Tayyîp Erdogan re kirî jî di civînê de were nirxandin.