Sirri Sureyya Onder: Hêviya me niha mezintir e

img

ENQERE - Endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder piştî hevdîtina bi Erdogan re axivî û got: “Hevdîtineke gelek erênî bû. Hêviya me niha mezintir e.” 

Endamên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder piştî banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Kulliyeya Serokkomariyê bi Serokê Giştî yê AKP’ê û Serokkomar Tayyîp Erdogan re hevdîtin kirin. 
 
Hevdîtin, nêzî saetek û 25 deqeyan domiya. Endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder piştî hevdîtinê daxuyaniyeke kin da. Onder, got: “Hevdîtineke pir erênî bû. Hêviya me niha mezintir e. Di vê mijarê de cihê birêz Serokkomar lê disekine gelek girîng e. Em dixwazin aştiyê pêk bînin.” 
 
Pervîn Buldan jî got: “Hevdîtineke gelek baş bû. Pêvajo baş pêş dikeve.”