Kongreya Neteweyî ya Kurd dê hefteya pêş bê lidarxistin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Hat ragihandin ku Kongreya Neteweyî ya Kurd a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê hefteya pêş bê lidarxistin. 
 
Amadekariyên ji bo Kongreya Neteweyî ya Kurd a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in. Hat ragihandin ku kongre dê hefteya pêş were lidarxistin. Li gorî nûçeya ANHA’yê; li bendê bû ku encamên danûstandinan û reşnivîsa yekitiya partî, hêz û rêxistinên Kurdî di Newrozê de bihata aşkerakirin lê komîteya amadekar ji ber hin astengiyan aşkerakirina encamên danûstandinan taloq kiribû.
 
Hat diyarkirin ku hêz, partî û rêxistinên siyasî yên Kurdî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser daxwaza gel li ser belgeya yekitiyê li hev kirin. Li gorî berpirsan, belgeya ku partî û hêzan li serê li hev kiriye, tekeziyê li ser avakirina komîteyeke ji bo gotûbêjkirina mafên gelê Kurd bi desthilata Şamê re, bidestxistina mafên Kurdan û tevlêkirina wan di destûra nû ya Sûriyeyê de dike.