NAVENDA NÛÇEYAN - Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Wanê da û got: “Êdî zehmet bûye mirov van sepanan û pêvajoyên Bahçelî daye destpêkirin bi hev re binirxîne.”
Îro di danê sibehê de li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya DEM Partiyî qeyûm hate tayînkirin. Gelek derdorên cuda bertek nîşanî tayînkirina qeyûm didin. Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû jî têkildarî tayînkirina qeyûm daxuyanî da.
POLÎTÎKAYÊN HEV NAGIRIN
Îmamoglû, wiha got: “Her çi keramet be kesên beriya hilbijartinan ‘li gorî şertên di qanûnan de guncav in’, piştî tên hilbijartin bi biryarên darazê û tawanbariyên cuda re rû bi rû dimînin. Û bi vê hincetê ji peywirê tên girtin an jî tên girtin. Ev yek ne li gorî demokrasiyê ye. Herî dawî li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê qeyûm hate tayînkirin. Êdî zehmet bûye ku mirov van sepanên xerab ên li dijî mafê bijartin û hilbijartinê û îradeya hemwelatiyên me yên Kurd û pêvajoyên bi perspketîfa çareseriyê ya Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî daye destpêkirin bi hev re binirxîne. Ev polîtîkayên ku hev nagirin serê gelê me tevlihev dikin.”
‘HÛN ÇIQAS ZILMÊ BIKIN JÎ DÊ DAWIYA WE BÊ’
Bi domdarî Îmamoglû wiha got: “Di hilbijartinên dawî de partiya îktîdarê winda kir û bi vê hêrsê hesabê ji karsazan, rêxistinên civaka sivîl, hunermend, karker, kedkar, ciwan, jin û kesên mûçeya kêmtirîn digirin dipirsin. Komeke biçûk, hesabê ji 86 milyon hemwelatiyên me yên welatperwer dipirsin. Milet hesabê nade, hesabê dipirse. Meqam, ne malê tapûkirî yê tu kesî ye. Yên ku xwe weke xwediyên welêt dibînin, yên ku gelê me weke kirêgir dibînin, winda kirine. Hûn çiqas zilmê bikin jî dê dawiya we bê.”