9 partiyên siyasî li Meclisê li dijî qeyûman pêşniyarqanûn dan Meclisê

img

ENQERE - 9 Partiyên li Meclisê bi daxwaza rakirina qanûna qeyûm cuda cuda pêşniyarqanûn dan. 

Komên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Gel a Komarê (CHP), Partiya Îyî û Partiya Saadetê ji bo rakirina sererastkirina qanûna qeyûm bê betalkirin, cuda cuda pêşniyarqanûn dan Serokatiya Meclisê. Partiya DEVA’yê ku koma wê li Meclisê tune ye jî bi heman daxwazê pêşniyarqanûneke cuda da Meclisê. 
 
Partiya Yenîden Refahê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP), Partiya Kedê (EMEP) û Partiya Demokrat ên koma wan li Meclisê nînin jî piştgirî dan pêşniyarqanûna koma CHP’ê û îmze dan. Bi vê yekê re 9 partiyên siyasî pêşniyarqanûn dan ku sepana tayînkirina qeyûman were bidawîkirin.