Bakirhan: Pêdiviya vî welatî bi aştî û belavbûna tifaqa dijkurd heye

ERDEXAN - Hevserokê Giştî yê HEDEP’ê Tuncer Bakirhan têkildarî nîqaşên li ser 50+1’ê got ku hewldanên ji bo jinûvehilbijartina Erdogan in. Bakirhan, wiha bang li muxalefetê jî kir: “Hewcehiya vî welatî bi aştiyê û belavbûna tifaqa dijkurd heye.” 

 
Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Tuncer Bakirhan di çarçoveya serdanên xwe yên li herêma Serhedê de îro hate Erdexanê. Bakirhan û şandeya pê re di saetên serê sibehê de ji Qersê bi rê ket û li Xoçvanê ji hêla girseyeke mezin ve hate pêşwazîkirin. Bakirhan, tev li civîna gel a li Navenda Çandê ya Dursun Akçam a li Erdexanê bû. 
 
Bakirhan di civînê de axivî û bi bîr xist ku di encama hezaza di madena Etî Bakirê ya li gundê Madenê yê Şêrwan a Sêrtê de 3 karkeran jiyana xwe ji dest dane û 2 jî birîndar bûne. Bakirhan ji bo malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane sersaxî û ji birîndaran re jî şîfaya xêrê xwest. 
 
 ‘EM RÊHEVALÊN AKÎF Û MAZLUMAN E’ 
 
Bi domdarî Bakirhan bal kişand ser gefa bi çekan li Parlamenterê Wanê Sînan Çîftyurek hatiye xwarin û ev tişt anî ziman: “Ev dewlet bi tu awayî biaqil nabe. Dewlet an jî hêzên tarî û paramîlîter ên girêdayî wê li Amedê bi çekan gefê li parlamenterê me dixwin. Bawerim hêj fêm nekirine ku em rêhevalên Akîf û Mazluman e. Me bi tu awayî bi van neda fêmkirin ku ev 40 sal in em li dijî zilm û êrişan li ber xwe didin. Lê dê fêm bikin. Weke ku Seyîd Riza gotibû; em ê tu carîl li hemberî wan serî netewînin û ji gefên wan netirsin. 
 
EM NAXWAZIN BIFIRIN, EM DIXWAZIN DEBARA XWE BIKIN 
 
Serokkomar Erdogan dibêje; ‘em ê aboriyê bifirînin.’ Ev 21 sal in dê aboriy3e bifirînin. Lê em bi tu awayî nefirîn. Em nikarin debara xwe bikin û zarokên xwe bişînin dibistanê. Li herêma xelk nikare kombiyên xwe veke. Erê rast e beşek heye ku polîtîkayên Erdogan ên aboriyê wan difirîne. Ew jî lobiyên faîzê, mitehit, rêveberên AKP’ê û kesên derdora wan in. Em naxwazin bifirin, em dixwazin debara xwe bikin. Dewlet her tim herêma Serhedê jinedîtî ve hat. Ne turîzm û ne jî piştevaniya aborî tê kirin. Çavkaniya debara vê herêmê sewalkarî ye lê di vê mijarê de tu proje nînin. Tesîsên entegreyê nînin. Em sewalan li vir xwedî dikin lê li Kayserî, Yozgat, Konyayê serjê dikin. Ji bo spiyatiyê jî heman rewş heye. Şîrê me bi erzan difiroşin bazirganan û bi wî pereyî zeviyên xwe dikêlin. Hemû qezenca me ya ji bo tefeciyan an jî bo dewletê diçe. 
 
BANG LI MUXALEFETÊ KIR: DIVÊ EM BÊN GEL HEV 
 
Lê ev rewş, qeder nîne. Rexneya min ji bo muxalefetê heye. Ev îktîdar bi rêya nebaşî, hîle, zext û sepanên faşîst 21 sal in li ser serê me ye. Lê hinek jî sûcê me ye. Tevî ewqas xerabiyê jî muxalefet nayê ba hev. Li vir dîsa bang li muxalefeta Tirkiyeyê dikim; xelk nikare debar xwe bike, xelk nikare bi zimanê xwe biaxive, ji ber guhdarîkirina strana kurdî tên darizandin,  civaka elewî hemwelatiyên wekhev nayên dîtin. Van xakan Mazlum, Denîz, Îbrahîm û Mahîr dîtin. Çanda têkoşîna hevpar heye. Lewma divê muxalefet bê gel hev û berxwedaneke hevpar raber bike. 
 
HEDEP PARTIYA XIZANAN E 
 
Dewlet, bi zanebûn herêma Serhedê di nava xizaniyê de dihêle. Xelkê herêmê du qet zêdetir pereyan dide heqê fêkiyan. Hem xizan in hem jî pir biha dijîn. Baş e lê dewlet ji bo çi heye? Di Destûra Bingehîn de dibêje; dewleta hiqûqê ya sosyal. Me ji xwe hiqûq nedît. Li dijî kurdan qet sosyal jî nîne. Kurdan nekarîn ji vê rêgeza dewleta sosyal sûd bigirin. Em ji bo vê hene. Yek ji sedemên avakirina partiya me jî têkoşîna heq û hiqûqê ye. HEDEP, partiya xizanên nikarin sobeya xwe vêxin û kombiya xwe vekin e. Partiya jinên hatine qetilkirin û hemû gelan e. Lewma divê em tevek bi hev re xwedî li partiyê derkevin. 
 
DIVÊ ERDEXAN RÊVEBERIYA ME YA HERÊMÎ YA DEMOKRATÎK NAS BIKE 
 
Êdî divê xelkê Erdexanê bi pratîka rêveberiyên herêmî ya HEDEP’ê ve were birêvebirin. Me nekarî vê pratîkê li Erdexanê zêde bidomînin. Me li Qersê şaredarî stand lê qeyûm hate tayînkirin. Di feraseta me ya rêveberiyên herêmî de bajar tê parastin, bêkar tên îstîhdamkirin. Çavkaniyên wî bajarî çi bin em piştgiriyê didin wan. Lewma ji bo Erdexan ji vê qedera xerab rizgar bibe divê bi rêveberiya me ya demokratîk ve bê birêvebirin. Ji bo vê çi ji destê me were em ê bikin. 
 
NÎQAŞA LI SER 50+1’Ê 
 
Bi nîqaşa ser 50+1’ê re ji bo Erdogan careke din were hilbijartin di nava hewldanan de ne. Di hre hilbijartinê de nîqaşên wiha didin destpêkirin. Tekane derdê wan ew e ku careke din Erdogan hilbijêrin. Ew jî dizanin ku dê rojekê civak cezayê wan bibire. Em jî dibêjin hûn kîjan usûlî jî bînin dê gel we biavêje sergoyê. 
 
RAPORÊN DÎWANA ÇAVDÊRIYA DARAYÎ
 
Dîwana Çavdêriya Darayî ji her alî ve di bin kontrola îktîdarê de ye lê ew jî êdî bêzar bûn. Tevahiya nelirêtiyên qeyûman cih girtin. Tevî ku saziyeke dewletê jî ye heta niha tenê yek nelirêtiyeke me nedîtiye. Digotin çavkaniyên şaredariyê ji bo gerîla û PKK’ê dişînin. Bi hinceta van derewan qeyûm tayîn kirin. Lê tenê yek tespîta Dîwana Çavdêriya Darayî di vê mijarê de nîne. 
 
PÊDIVIYA WELÊT BI AŞTIYÊ HEYE
 
Pêdiviya vî welatî bi aştiyê heye. Hewceye statûya kurdan bi makeqanûnê bê mîsogerkirin. Hewcehî bi belavbûna tifaqa dijkurd heye. Hewcehî bi hemwelatiya elewiyan heye. Hewcehî bi bidawîkirina dizî û nelirêtiyê heye. Dive muxalefet ji her alî ve bal li ser hilbijartinên rêveberiyên herêmî bifikire û hevkariyeke xurt bike. Heta ku em wiha nekin dê îktîdar her tim bi ser keve. Li pêşiya me hilbijartinek heye û em ê namzetên xwe yên Erdexanê jî bi tevlibûna gel hilbijêrin. Em ê bi tifaqeke berfireh bikevin hilbijartinan.”