ÎHD’ê têkildarî rewşa Hatîce Onaran name ji wezaretê re şand

  • rojane
  • 16:21 29 Tîrmeh 2025
  • |
img
STENBOL – ÎHD’ê, di nameya ku ji bo girtiya nexweş Hatîce Onaranê ji Wezareta Dadê re şand, wiha got: “Divê binpêkirinên mafên girtiyên nexweş bê dawîkirin, ev zerûretek e nayê taloqkirin.” 
 
Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, têkildarî rewşa girtiya nexweş Hatîce Onaran a ku ji 10’ê Cotmeha 2024’an heta niha li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê tê ragirtin, name ji Wezareta Dadê re şand. 
 
Endamên komeleyê li pêşiya avahiya komeleyê ya li Beyoluyê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê pankartên “Bila tundiya darazê ya li dijî parêzvanên mafê mirovan bi dawî ve”, “Hatîca Onaran ne bi tenê ye” hatin hilgirtin.
 
JI BO WEZARETÊ NAME
 
ÎHD’ê di nameyê diyar kir ku tu delîlên şênber ên ku wê sûcdar bike tune ne û wiha got: “Ragirtina Hatîce Onaranê ne li gorî hiqûq, ne aqil û jî li gorî wijdanê ye. Divê tavilê Hatîce Onaran bê berdan. Daxwaza me ev e. Hatîce Onaran ji sedÎ 79 astengdar e. Digel vê yekê divê binpêkirinên li dijî girtiyên nexweş bi dawî be ev zerûretek e nayê taloqkirin. Herwiha Hatîce Onaran û girtiyên nexweş ên wek wê divê tavilê bên berdan.”