Nerazîbûna li dijî erêkirina beraata doza Komkujiya Enqereyê

  • rojane
  • 16:20 29 Tîrmeh 2025
  • |
img
ENQERE – Hevberdevekê Komeleya 10’ê Cotmehê  Îshak Kocabiyik nerazîbûn nîşanî erêkirina biryara beraatê ya ji bo bersûc Erman Ekîncî ya li dadgeha temyîzê da û got, "Biryar belgekirina dadgerekî alîgirê DAIŞ'ê ye." 
 
Di ser êrîşa DAÎŞ'ê ya li dijî Mîtînga Aştiyê ya 10'ê Cotmeha 2015'an a li Enqereyê re 10 sal derbas bûn. Dadgeha temyîzê, biryara beraetê ya ku di 1'ê Tîrmeha 2024'an de der heqê bersûc Erman Ekîncî de der heqê komkujiya ku di encamê de 104 kesan jiyana xwe ji dest dan bi sûcdariya "sûcê li dijî mirovahiyê" qebûl kir. 22'yemîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Herêmî ya Enqereyê di biryara xwe ya 28'ê Tîrmeha 2025'an de ji partiyan re hat ragihandin de bi hinceta "Xwezaya sûcê têkildarî sûcên li hember mirovatiyê rasterast zerar nedaye muwekîlan" ev daxwaz red kir.
 
BIRYAR LI DIJÎ MAFÊN MIROVAN E
 
Hevberdevkê Komeleya 10'ê Cotmehê Îshak Kocabiyik da zanîn ku ev biryar rewşa heyî ya dadgeriyê radixe pêş çav û bal kişand ser ku dadgeriya Tirk nehiqûqî, antî demokratîk û binpêkirina mafên mirovan kiriye û wiha got: "Biryara îtirazê jî piştrast dike ku dadgerî yek jê ye ku destekê dide DAIŞ'ê."
 
Kocabiyik nerazîbûneke tund nîşanî biryara dadgehê da û wiha axivî: "Di komkujiyeke ku di encamê de 104 kesan jiyana xwe ji dest dan û bandor li ser 500 kesî kirin, em mirin û seqet man. Bêhiqûqî hê jî dewam dike. Em çawa dikarin bi awayekî din zerarê nebînin? Ji bo ku em ziyanê bibînin pêdivî bi çi hebûya? Ev rewş bêtehemûliya dadgeriya Tirk nîşan dide ku DAIŞ sûcdar îlan dike. Yên ku ji bo Colanî xalîçeya sor danîne, naxwazin DAÎŞ jî sûcdar xuya bike."
 
TÊKOŞÎNA AŞTÎ Û EDALETÊ 
 
Kocabiyik diyar kir ku ew ê têkoşîna xwe ya ji bo edalet û aştiyê bidomînin û wiha got: "Ev biryar nikare têkoşîna me asteng bike. Ew bombeyên zindî bi rehetî hatin. Polîsan çavdêrî kirin. Ji ber vê yekê, daxwaza me ya bingehîn ew e ku failên rastî bên darizandin. Em dixwazin darizandineke ku sûcdarên rastî, berpirsyarên siyasî û wezîfedarên cemaweriyê berpirsyar bin û bi rastî jî bên cezakirin. Daxwaza me ev e. Têkoşîna me wê di vî alî de bidome."