Kesên ku wêneyên Ocalan parvekiribûn hatin binçavkirin

  • rojane
  • 18:23 21 Tîrmeh 2025
  • |
img
MÊRDÎN - Li Mêrdînê di avêtina ser malan de 4 kesên ku wêneyên Abdullah Ocalan û gerîlayan parve kirin jatin binçavkirin, piştî îfadeyê serbest hatin berdan. 
 
Li Mêrdînê danê sibehê di avêtina ser malan de ciwanên bi navê E.T., Y.Y., S.D. û O.Ç. hatin binçavkirin. Di çarçoveya lêpirsîna serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê de, ciwanên hatin binçavkirin bi "propagandaya rêxistinê" hatin tawanbarkirin. Ciwanên ku polîsan ew birin Şaxa TEM'ê ya Midûriyeta Polîsan a Mêrdînê, îfadeya wan hat girtin û paşê sewqî dozgeriyê hatin kirin. 
 
Hat hînkirin ku ciwan ji ber parvekirinên xwe yên li ser medyaya sanal bi "propagandaya rêxistinê" hatin tawanbarkirin. Di lêpirsînê de wêneyên 12'emîn Kongreya PKK'ê û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin pirsin.
 
Ciwan piştî lêpirsîna li dozgeriyê serbest hatin berdan.