Li Iraqê şewat: 50 kes mir

  • rojane
  • 09:05 17 Tîrmeh 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Kutê ya Iraqê li xwaringeheke navenda danûstendinê de şewat derket û di encama şewatê de 50 kes mir û bi dehan kes jî birîndar bûn. 

Şeva derbasbûyî li bajarê Kutê ya Îraqê li xwaringeheke navenda danûstendinê de şewateke mezin derket. Sedema şewatê nehat zanîn û li gorî Walîtiya Wasîtê heta niha herî kêm 50 kes ji ber şewatê mirine. Hat ragihandin ku hin kesên jiyana xwe ji dest dane jin û zarok in.