Ji bo rojnameger Uçar biryara tehliyeyê hat dayin

  • rojane
  • 12:38 8 Tîrmeh 2025
  • |
img

AMED - Ji bo rojnameger Mehmet Uçar biryara teyliyeyê hate dayin. 

Rojnameger Mehmet Uçar di 29’ê Mijdara 2024’an de bi hinceta nivîs û nûçeyên wî yên di rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê û PolîtîkArt’ê de, li Eskîşehîrê hatibû girtin. Danişîna ewil a Uçar ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin, li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat lidarxistin. Uçar, bi rêya SEGBÎS’ê tev li danişînê bû. Parêzerên Uçar di danişînê de amade bûn. Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Komeleya Xebatên Medya û Hiqûqê (MLSA) jî danişîn şopandin. 
 
Danişîn, bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Uçar, diyar kir ku şahidê aşkera îftîrayê li wî dike û îfadeyên wî red kir. Uçar, da zanîn ku ew karê rojnamegeriyê dike û pereyê ji derveyî welat jê re tê şandin jî berdêla nûçeyên wî ye. 
 
Parêzer Şîrîn Şen jî îdia red kir û daxwaza beraetê kir. 
 
Dozger, xwest rewşa girtî ya Uçar bidome. Şandeya dadgehê jî bi şertê qedexeya derketina derveyî welat, biryara tehliyeyê da. Danişîna dozê taloqî 7’ê Mijdarê hate kirin.