Şaredarên CHP’î sewqî edliyeyê hatin kirin

  • rojane
  • 10:20 8 Tîrmeh 2025
  • |
img

NAVEND NÛÇEYAN - Şaredarê Bajarê Mezin ê Edeneyê Zeydan Karalar jî di nav de 13 şaredarên CHP’î piştî îfadeyên li emniyetê sewqî edliyeyê hatin kirin. 

 
Şaredarê Bajarê Mezin ê Edeneyê Zeydan Karalar û Şaredarê Semsûrê Abdurrahman Tutdere jî di nav de 13 şaredarên CHP’î yên ku di çarçoveya lêpirsîna “nelirêtiyê” ya li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de hatibûn binçavkirin, piştî kontrola tenduristiyê sewqî edliyeyê hatin kirin. 
 
Zeydan Karalar û Abdurrahman Tutdere di 5’ê Tîrmehê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de hatin binçavkirin. Piştî îfadeyên wan ên li emniyetê hatin girtin, serê sibehê ji bo kontrola tenduristiyê birin Nexweşxaneya Dewletê ya Bayrampaşayê. Piştî kontrola tenduristiyê, her 13 kes sewqî Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hatin kirin.