Parlamanetera Îtalî: Ger em guh bidin Ocalan em ê bigihên çareseriyê

  • rojane
  • 09:02 8 Tîrmeh 2025
  • |
img
STENBOL - Parlamentera Îtalî Francesca Ghirra ku ji bo daxwaza hevdîtina bi Abdullah Ocalan re hat Stenbolê bal kişand ser pevçûnên li Rojhilata Navînê û got: "Eger her kes guh bide gotinên Ocalan, dê karibin xwe bigihînin çareseriyê." 
 
Sî û neh kes ku rojnamevan, nivîskar, akademîsyen, sendîkavan, parlamenter û parêzer jî di nav de, di 1-2'ê Tîrmehê de ji Ewropayê serdana Stenbolê kirin da ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin û rêzeserdan pêk anîn. Yek ji kesên di şandeyê de, parlamentera Îtalyayî Francesca Ghirra bi bîr xist ku ew jî di Kanûnê de ji bo serdana bi Ocalan re hatiye Stenbolê.
 
'OCALAN KESEKÎ GIRÎNG E'
 
Francesca Ghirra der barê daxwaza xwe ya serdana bi Ocalan ree wiha got: "Em niha di pêvajoyeke pir cuda de ne. Em dixwazin serdana wî bikin da ku li ser aştiyê biaxivin. Ji ber ku em ji bo Tirkiye û tevahiya cîhanê di serdemeke dîrokî de ne. Ez difikirim ku di vê kêliya dîrokî de piştgirîkirina birêz Ocalan pir girîng e. Ez difikirim ku birêz Ocalan kesekî pir girîng e. Ji ber ku di demeke ku her kes li ser şer diaxive de  ew ew li ser aştiyê diaxive. Wî banga diyalogê kir da ku demokrasiyê li Kurdistan û Tirkiyeyê misoger bike. Paradîgmaya wî modeleke pir baş e. Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mînaka herî baş a vê yekê ye. Modela Rojava ne tenê li dijî DAIŞ'ê, lê di heman demê de ji bo hemû gelan jî pir girîng e. Birêz Ocalan der barê pozîsyona jinan di siyasetê de jî pêşniyazên pir wesfdar dike."
 
'BANGA WÎ PIR BIHÊZ E'
 
Francesca Ghirra diyar kir ku azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan pir girîng e û got: "Ji ber ku li welatekî siaysetmedar di girtîgehê de bin, li wî welatî demokrasî çênabe. Ji ber vê yekê ez hêvî dikim ku ew zû were berdan. Em dikarin li Ewropa û li welatê me piştgiriyê bidin vê pêvajoyê. Ji ber ku ez bawer dikim ku birêz Ocalan ne tenê ji bo gelê kurd û Tirkiyeyê, lê ji bo me jî girîng e. Heta di şert û mercên girtîgehê de jî, ew modeleke demokrasiyê pêşniyaz dike. Ew bi rastî mirovekî vekirî ye. Pirsgirêka kurd pirsgirêkeke pir tevlihev e. Kurd xwedî 40 mîlyon nifûsî ne. Ew tenê li welatekî najîn. Ew li welatên cuda, bi çandên cuda û bi qanûnên cuda hatine dabeşkirin. Lê ez difikirim ku peyama Ocalan pir xurt e. Ez hêvî dikim ku demokrasî li van çar welatên cuda ji bo gelê kurd derkeve holê. Ez bawer dikim û hêvî dikim ku ev pêvajoya aştiyê dê serkeftî be."
 
JI FIKIRÊN WÎ BANDOR BÛYE
 
Francesca Ghirra destnîşan kir ku axaftina li ser aştiyê di hawîrdoreke şer de "peyamek bêhempa û şoreşgerî" ye. Francesca Cerasani got: "Ez vê têgehê dubare dikim ji ber ku şer niha ne tenê ji bo welatên Rojhilata Navînê pirsgirêkek e. Xetera şer tevahiya cîhanê girtiye. Ger her kes guh bide gotinên birêz Ocalan, ev dikare bibe mînakeke baş a çawaniya gihîştina çareseriyek baş li ser mijareke tevlihev. Ew di heman demê de dikare ji bo me bibe modeleke baş da ku em ramanên Ocalan li çaraliyê cîhanê belav bikin. Ev tişta ku ez dixwazim, ji ber ku ez difikirim ku ew vîzyoneke mezin e. Ez bi rastî bandor bûm ku birêz Ocalan dikare piştî 26 salan di girtîgehê de ewqas vekirî û aştîxwaz be."
 
MA / Melîk Çelîk